الرئيسية » مقالات كردية » Keça delal Mereş

Keça delal Mereş

Keça delal Mereş
(Dr. Zerdeşt Haco /Dr. Zaradachet Hajo)

Hê di dergûşê de ji Te re digotin:
bavê te Kemalê mezin e
ew ti caran zaroyên xwe bi tenê nahêle.
Ew çend car bûn, ji te dipirsîn:
Kî bavê te ye? Ma ne ew hij we hemûyan dike?
Hindik ma bû, tu ji bîr bikî, zimanê te bi çi zimanî dipeyive.

Di xwendegihê de agir berdidane dilê te:
ez serbilind im, ku ez keça te me
Ti kes, te jî ne diwêrî bigota:
Ez Kurmanc im, ezê bi tenê li dijî we hemûyan rabim
û ber bi gunehê xwe werim, va ye, ez ne Tirk im.

Gelo vî bavê te tu çiqasî rind xwedî kiriye
da tu ji wan re weke kûçikekî bi hefsar
weke keçeke xapandî, ku li esil û feslê xwe serî lê geraye
yeke ku di nav hevalên xwe de, bi dil birîndar
birîndar û tim bi paş ve mayî:
Bêrîvanek li qurçika paşî ya vê dinyayê.

Gelo ewê çi be, gava rojekê tu bi xwe bihisî
ku ew ti caran ne bavê te bû?
Gava di nava dilê te de hestin hişyar bibin
ber bi ezmanan bikevin û weke refên azad
yên qaz û qulingan li sînorên Kurdistanê bigerin
û li nav lîsên dilên xapandî deynin?
Li wê derê, devera ku dibêjin:
Êdî em hew li rengên peyvan dipirsin.

Payîza 1988an