الرئيسية » مقالات كردية » Kengê – Xelek 4

Kengê – Xelek 4

Gaveka girîng û hin diyardeyên balkêş

Nivîskar: Dr. Ehmed Xelîl. Çavdêriya zimanî: Mustefa Reşîd
31 – 8 – 2011
Gaveka girîng:
Wek min berê gotibû, ez nêzîkî dawiya meha Tebaxê, sala 1967-an gihiştim Cezayir û di nîvê meha Tebxê, sala 1969-an da, vegeriyam Sûriyê. Nayê bîra min, ku di wan herdu salan da çi pêşdaçûn di xwe-naskirina min a kurdayetî da pêkhat; min dizanî ez kurdim û bes, û ez kanim bibêjim, ku baweriya min a olî, bi qonaxekê duduyan di pêş baweriya min a neteweyî da bû. Yek ji nîşanên vê rewşê xwesteka min ji Tevgera Fetih ya Filestînî bû; ji bo ku ez çihê xwe di şoreşa wan da bigirim û Qudsê rizgar bikim (binêr xelek 1). Dibe jî ku dûrbûna min ji welêt û ji lêkdanên ku endamên komîtên pîşeyan li qafê min dixistin, roleka mizin di pengiya hestên min yên neteweyî da lîst.
Di rojên dawî yên meha êylûnê, sala 1969-an, ji min hate xwastin, ku ez erka serbaziyê ya neçar pêk bînim. Cihê min yê serbaziyê li nexweşxaneya serbazî ya li bajarê Laziqiyê bû; karê min jimêryarî bû, û teve karê serbaziyê, min di sala 1970-î da, careka din belgenameya bekeloriya (şaxê wêjeyî) stand. Hêviya min ew bû, ku ez dest bi xwendina zanîngehî bikim, çimkê belgenameya bekeloriya ku min sala 1965-an standî pûç bûbû, ji bo xwendina zanîngehî, nema dihate pejirandin.
Ji bextê min bû ku di sala 1971-an da zanîngehek li Laziqiyê hate damezirandin, min navê xwe di kolêja wêjeya erebî da tomarkir, cimkê ez di va babetê da xwedî taqeteka bilind bûm, û ne divyabû ku li zanîngehê bidomînim, tenê bes bû, ku piştî karê serbaziyê, ez li çend waneyên Inglîzî û Suryanî û hinek karnameyên ku ez têda lawaz bûm amade bibim û ezmonan bi cih bînim. Tevî ku ez serbaz bûm, min di sala yekem da pileya yekemîn bidest xwe va anî.
Niha ez dibînim, ku xwendina min a zanîngehî, yek ji girîngtirîn gavên ku min di pêvajoya jiyana xwe da pêkanîne ye. Erê, ew gava di çarçewa xwendina bilind da (Diblom, Macistêr, Doktora) pileya yekem bû, û ez dibêjim belkî ku min ev gava neavêtiba, ezê ti carî negihîştama asta xwe-naskirina neteweyî bi rengê ku ez niha xwe têda dibînim. Çimkê vê gavê ez li rêya zanebûnê siwarkirim û ez dibînim, ku zanebûn bingeheka qewîne ji binghên xwe-naskirina neteweyî; erê, bi qasî ku mirov dizane, bi qasî ku xwe û neteweya xwe nasdike.
Barê giran:
“Ez ji koma wê nifşê me, yên ku çermê wan bi xweşî hatiye gurandin”. Ev gotin ya ronakbîrê frensî ê navdar Gi du Mobasan e (1850 – 1893 p z), û ya rast ewe, ku gelê kurd jî ji yên ku çermê wan bi xweşî hatiye gurandine; û hîn jî ev pergala han di gelek çarçewan da didomîne. Erê, me ev rewşa dijwar pirê caran di pêvajoya dê û bavên xwe da dît, û nifşê me jî ew barê giran – bi qasî ku me kanîbû – tevle dê û bavan rakir û pêwîst bû me rakira.
Bi ser da jî, em dizanin, ku dê û bavên me reben, nezan, bêçare û xapandî bûn. Lê teve wê jî, bi rastî lehengiya wan pir nirxbiha bû, bi giyanekî pêşmergatî xwe diavêtin ber lehiyên rojên reş, xwe ji me ra dikirin mertal, da ku me ji belengazî, alozî û dijwariyan biparêzin. Ew kar û barê dê û bavan, hişt ku hinek pêşmergatî di giyanê me da jî cihê xwe bigire, û em nekevin nav lepên ezezîtiyê.
Xencî vê jî, bi min ra derbas bûbû, ku mirovekî ji famîla Rockefeller ya Amerîkî, ya ku di babeta aborî da navdare, rojekê bi zarokekî xwe ra dipeyivî, herdu destên xwe berve zarok dirêjkirin û gote wî: “de were kurê min, xwe bavêje hembêzê bavê xwe”. Kurik rabû xwe ji ser kursiyê avête nav destan, lê ji nişka va, bavê destên xwe paşda kişandin û zarok bi hêz li erdê ket. Hîngê zarok bi bavê xwe ra got: “te ji bo çi wisa kir”? Bavê gote wî: ” ji bo ku tu baweriyê hiç bi ti kesî nekî, û ne jî ti kesî ji xwe ra bikî palpişt, heya ku ew kesa bavê te be jî”.
Penda ku ji vê bûyerê tê derxistin ewe, ku pêwîste dê û bav zarokên xwe ji çûkî da, li ser rêbaza bixwebaweriyê û piştbixwebestinê perwerde bikin. Lê mixabin, vê rêbaza perwerdeyiyê di civata kurdan da, û di civatên rojilatê da bi gelemperî, pir qelse bû û hên jî pir qelse. Sedema sereke ji vê rewşê ra ewen, ku ne civat û ne dewlet destên xwe di ser takekesan ra nagirin, ji wan ra nabin seywan û wan ji belengazî, nexwaşî û dijwariyên din naparêzin.
Lewra, çaxa ku bavê min (cihê wî bihûşt be) ji nişka va, di temenê (63)ê saliyê da, koça dawî kir, di kanûna yekem sala 1973-an da, ez hên bi rewşa xwe ya serbaziyê û xwendina zanîngehê da, mijûl bûm; bi rastî, wê çaxê, ez li xwe şaş bûm, rewşa min bû wek yê ku di bîreka bê binî da werbe; ez lê haybûm, ku barekî pir giran hate ser milê min û milê diya min (cihê wê bihûşt be).
Raste, min bi dê û bavê xwe ra arîkarî di hemî waran da dikir, min pale dikir, şixre dikişandin, cercer dikuta, avdana pembû dikir, û hemî karên zeviyan ên din jî min dikirin, lê ez ne berpirsiyarê binemalê yê sereke bûm; rola min ew bû, ku ez bi karê ji min tê xwastin rabim û çi pereyên bi dest min kevin, ez têxînim destên dê û bavê xwe. Lê çi pêwîste sal bi sal, ji bo xwarin û vexwarin û cil û nexwaşî û xwandin û mal û mêvanan, ez ne pêra rû bi rû bûm, ên ku rû bi rû pêra bûn, bavê min û dêya min bûn.
Çend diyardeyên balkêş:
Di meha adara 1973-an da, min erka serbaziyê neçar bi dawî kir û di meha eylûnê da – ji bo ku ez ji zanîngehê va nêzîk bim – ez bûm mamosteyekî cihgir li gundekî li devera Laziqiyê. Di meha çiriya yekem da, agirê cengê di nevbera Sûriyê û Îsraîl da gur bû û ez hatim xwastin, ku careka dî herime erka serbaziyê. Piştî mehekê ez hatim azadkirin, lê helbet keysa mamostetiyê ji dest min çû. Pir dem neçû, ez careka din ji bo erka serbaziyê hatim xwestin, daku ez di cengên di navbera Sûriyê û Israîl da diqewimîn û bi navê cenga jihevxistinê dihatin nasîn hevbeş bim. Piştî sê mehan ez caereka din hatim azadkirin.
Di wan çar salên ku ez têda serbaz bûm, çend helwest û diyardeyên ku bi kurd û kurdayetiyê ra hevbestin, bala min gelek kişandin, ew jî evin:
Diyardeya Yekemîn:
Ez kanim bibêjim, ku serbazên Kurd, yên ku min dîtin, bi gelemperî di rêzên pêşîn da bûn, di çarçewa kar û barê xwe da pêşeng bûn û bi dilpakî û sinciyên nirxbiha, bi heval û serdarên xwe ra têkildar bûn; kêm deng bûn, pir kar bûn. Eva jî yek ji sinciyên ku cihekî kûr di kesayetiya kurdan ya resen da girtiye. Ev diyardeya bi şêweyekî berz xuya dibe, çaxê ku beşek ji kurdan di nav biyaniyan da dijîn û kardikin.
Diyardeya Duwemîn:
Tevî ku ne kêmî %10- 15 ji gelê Sûriyê kurdin, min hema Efserekî (ضابط) Kurd jî nedît. Eva jî bi rastî diyerdeyeka gelek balkês bû. Helbet wê çaxê hat bîra min, çawa ku komîteya kolêja cengewariyê di sala 1965-an da ez nepejirandim. Bêguman ev helwesta han ji her xortekî Kurd dihate girtin, ku navê wî diket ber destê wê komîteyê. Lê tiştê seyr ew bû, ku piştî panzde salan, ez lê hay bûm, ku ji dema yekîtîya di navbera Sûriyê û Misirê da, sala 1958 –an, biryar hatibû dayîn, ku efserên Kurd, Çerkes û ermen, yên di leşkerê Sûriyê da kar dikirin, werin avêtin, û rêyên kolêjên leşkerî bi carekê li pêş endamên van neteweyan werin girtin. Min ev biryar di pirtûka bi sernivîsa (belgeyên guft û goyên yekîtîyê) da xwend.
Diyardeya Sêyemîn:
Serbazên Kurd bê xwedî û bê pişt bûn. Tiştê tu ku ez bêhtir diêşandim û xemgîn dikirim ew bû, ku beşekî ne hindik ji serbazên Kurd di zimanê erebî da lawaz bûn; çimkê piraniya wan gundî bûn. Ev lawaziya di zimanê Erebî da dikir, ku ew bi awayekî yekser di naverokên fermanan negihînin, ew wisa têkevin şaşîtiyan û bi aloziyan ra rû bi rû bimînin. Lê tevî vê lawaziya zimanî jî kurd kurd bûn, û hiş û sinciyên wan yên kurdî nedihatin veşartin. Di vê babetê da ezê du belgeyan pêşkêş bikim, ewên ku di nexweşxaneya leşkerî ya li bajarê Laziqiyê da, bi min ra darbasbûn:
A – Mihemedê Qermitliqê: Ez di nexweşxaneyê da jimêryarê mûçeyan (mihîyan) bûm, pileya min ya leşkerî reqîb bû û serbazên Kurd ez wek palpişt ji xwe ra didîtim. Serbazekî Kurd, navê wî Mihemed (dilovaniya Xweda lê be), ji gundê Qermitliqê, li devera Efrîn, di xwaringeha nexweşxaneyê da kardikir, ew xortekî reben û perîşan bû, dê û bavê wî koça dawî kiribûn, xwedî hefser û zarî bû û birayekî biçûk jî di stû da bû. Lê tevî wê jî tim rûken, peyvxweşik û xwedî henek bû. Rojekê, çaxa nîvro bû, ji nişkav da, bi rûwekî daketî û mirûzekî lihevketî hat ba min:
– Çi heye Mihemed? Ez dibînim rewşa te ne başe!
– Ezê çi bibêjim! Min tawankarekî pir giran kir.
– Wek çi?
– Tu dizanî, ku ez di xwaringehê da kardikim, her roj filan kes (mirovek binavkir), serdarê xwaringehê, wê beşekî mizin ji goşt û mêwe veqetîne û ji xwe û çend dostên xwe ra bibe. Bi vî rengî parên nexweşan kêm dibin. Îro jî wek her roj hat ku bibe, min bixwe nikanî, min bi destê wî girt û nehêşt ku bibe. Ew rabû ku sixêfan bi min ra bibêje, kir ku hêrsa min rabe, min ji nişka va xwe bada û sîleyek bi hêz di bin guhê wî da danî!
– Û wî çi kir?
– Ne tişt, ez berdam û çû, lê ez bawer dikim ku çû ba serokê nexweşxanê li min gilî bike, ez bawer dikim ku wê min têxin girtîgehê.
– Ne bes wisa, dibe ku te bişînin Dadegeha Leşkerî, bi tawenbariya ku tu destdirêjiyan li serdarên xwe dikî; û dibe ku sezayê te hinekî giran be.
– Wey Xwedayo! Min çi xwelî li serê xwe kir?! Reqîb Ehmed! Ez ketim şaşîtiyê û pêwiste tu jî çareyekê bibînî.
– Ma ti kesî ev bûyera dît?
– Na, ez û wî bi tenê bûn.
– Başe, xemgîn nebe; çi gilî wê li te nebe.
– Ma rast ezê ji vê bûyerê bi hêsanî derkevim?
– Belê, ma ew kes bê heşe, ku here bi serokên xwe ra bibêje: Ez diziyê ji xwerina nexweşan dikim?
B – Eliyê Cindirêsê: Elî serbazekî din bû li wê nexweşxaneyê, ew jî ji devera Efrîn, ji bajarokê Cindirêsê bû. Ew jî sêwî, reben û xwedî hefser û zarok bû, lê ew jêhatî û bi xwe bawer bû. Wek gelek kurdan rûwê wî neyenika dilê wî bû, û gava zarok û hefser bi bîra wî dihatin, pir xemgîn û bêhnteng dibû. Bi qasî pêkanîna xwe min ji bo dayîna destûran pêra arîkarî dikir.
Rojekê Elî bi mirûzekî lihevketî hate ba min:
– Kek Elî, ez dibînim rewşa te ne başe, çi heye?
– Erê bi Xwedê! Pêla bîrîniya zarok û pîrekê daye ser min, ez cûm ba serdarê me, min destûra hefteyekê jê daxwaz kir, lê çûyîna min bê encam bû. A nih jî – wek pirê caran – ez vî barî diavêjim ser milên te.
– Ne xeme, ezê wî bibînim, rewşa te jêra şîrove bikim û ez bi hêvî me, ku xwesteka te wê bi cih were.
A baş ew bu, ku dostaniyeka germ di navbera min û serdarê Elî da hebû. Ez pêra axivîm û wî ji min ra da xuyakirin, ku hinek serbazan destûr birine, û hema yek ji wan vegere wê destûr bibe para Elî. Helbet kêfa Elî ji vê agahiyê ra neht, lê ma wê çi bike? Roja din hey min dît, ku Elî bi lez dikule û bi rûwekî geş tê ba min:
– Xweda xêrê bide! Kek Elî! Ez dibînim, tu hem dikulî û hem dikenî!
– Erê, ez deherim destûriyê, ma çi xwasteka te ji welêt heye?
– Başe, pîwiste ez sadarê te spas bikim.
– Na, Na, serê xwe neêşîne, tiştê ku wan bi hêsanî neda, min bi zora xwe bir.
– Çawa? Ez tê negihîştim.
– Birawo, piştî ku sedarê min şora te li erdê xist, min dît ku ez bi xwe nikanim, min xwe bi tenê kir, min bi kevirekî mezin li pêçiya mizin ya lingê xwe xist, xwîn, xirar bi serda hat û ez zûka hilkuliyam çûm ba bijîşk, min gote wî: Ez dibeziyam û lingê min li kêvir ket. Rabû pêçiya min dermankir û hefteyek destûr jî da min, ma serdar kanê bêje: Nere?
Tê xuyakirin, ku çaxê mirov di nav civata xweda be, bala xwe ji hin tişt û bûyeran nabe, ew li ba wî pir normalin, lê çaxê ku ew tişt û bûyeran di cihên din da dibîne, dikane bi rengekî beramberî li wan binêre. Ji hêla min da, di rewşa serbazên kurdan ra ez baştir hayî perîşanî û bêxwedîtiya kurdan bûm, her weha ez baştir nêzikî hin sinciyên kurdan yên resen bûm. Lê ez nikanim bibêjim, ku hest û nêrînên min yên kurdayetiyê gihiştin asteyên bilind û kirin, ku ez her tiştekî bi pêywirên kurdayîtiyê bipîvim û binirxînim. Lê Helwestekê hinekî ez di çarçewa kurdayetiyê da livandim, ew jî ev bû:
Cejna Newrozê:
Di rêya nexweşxaneyê ra, min birêz Behrî (Bavê Selah, ji gundê Şiketa, li devera Efrîn) naskir. Rojekê ez gazî kirim, ku bi şev li mala wî, bi bûna Cejna Newrozê amade bibim. Bi rastî ev cara yekem bû, ku ez di pêvajoya jiyana xwe da li helkefteka wisa amade dibim. Em dor şeş heft mirovan li mala Bavê Selah civiyan. Di destpêkê da çend mûm vêxistin û li ser Cejna Newrozê û girîngiya wê di dîroka kurdî da peyivîn. Têkeliya Newrozê bi wateyên azadiyê û serfiraziyê ra dan xuyakirin, ronahî avêtin ser semboltiya Kawa ya gelek payebilind û dan xuyakirin, ku roja 21 Adarê sersala kurdane.
Bêguman vê bûyerê hejandinek di hestên min yên kurdayetî da peyda kir, wek çawa ku zinarek ji nişka va di goleke kûr da were têwerkirin, û ji ber ku ta wê çaxê, min ti agahî di babeta dîroka kurdan da nedizanî; sê tiştan, di peyva Bavê Selah da, bala min kişand:
1 – Ez lê hay bûm, ku dîroka me pir kûr û kevine, damarên me ne hema li ser xakê ne.
2 – Ez lê hay bûm, ku dîroka me ji qehreman û mêrxasên wek Kawa ne rijî ye.
3 – Ez lê hay bûm, ku em Kurd ne gelekî bê taybetmendî ne, yek ji taybetmendiyên me Cejna Newrozê ye.
Erê, tevî ku bûyera Cejna Newrozê hest û hişê min hejand, lê wek pêlekê derbas bû, ti guhertina qutbir di jiyana min da peyda nekir. Sedema serekeyî ya vê pergalê ew bû, ku ez bi giştî di bin bandora nêrîna ola Islamî da bûm, min her tişt – ji min da bigire û ta bi gerdûnê – bi wa nêrînê didît. Di wê çaxê da ew bandora bêhtir bûbû; ji ber ku hevalekî min î zanîngehê di warê ramanî da gelek oldar bû, pirtûkxaneya wî bi pirtûkên ramana Islamî dewlemend bû, û min bi coş demeka dirêj bi wan ra derbaskir.
Lê tiştê balkêş ew bû, ku rojekê – piştî wê hevaltiya dirêj bi pirtûkan ra – havalê min ez pê agahdar kirim, ku tevgereka Islamî ya nehênî heye, armanca xwe ya sereke ewe, ku dewleta Islamî pêk bîne, ta paqijî û dadwerî baskên xwe di ser civata me ra bigirin û jiyana me xweşik bikin. Bi ser da jî gote min, ku wî ji endamên wê tevgerê ra qala min kiriye û ewê gelekî kêfxweşbin, ku ez bibim hevalê wan.
Wê çaxê ez kanim bibêjim ku zanîna min di warê ramyarî da sifir bû, û bi ser da jî – wek berê min gotibû – ez gundiyekî bextereş û sade bûm, haya min ji davên ku hin tevgerên ramyarî pê raw û nêçîrê dikin tinebû. Dibe ku ez zû têketama ber dava tevgera ku hevalê min qala wê kiribû, lê ji bextê min bû, ku sinciyeka min ez parastim; ew sinciya jî ew bu, ku ez ti carî – bi qasî ez kanim – qayîl nabim xwe têxim bin desthilatdariya mirovekî; nemaze ku ez wî nasnekim û baweriya min ji sedî sed %100 bi wî tunebe. Lewra, min ji hevalê xwe xwest, ku ez serokê wê tevgerê nasbikim, ez pêra guft û go bikim. Çaxa hevalê min da xuyan, ku ezê nikanibim wî serokî nasbikim, min lêborîn jê xwest.
Erê, raste ez oldar bûm, ne olperest bûm, lê oldariya min hest û hizra min xistibû bin bandora xwe, bûbû wek berçaveka reş, nedihişt ku ez rê bibim ser xwe û ser neteweya xwe. Ta ku ez werim rizgarkirin, pêwist bû, ku birûskên xwe-naskirina neteweyî di pêvajoya jiyana min da geş bibin, û li dawî jî bi rastî wisa pêkhat.