الرئيسية » مقالات كردية » Kengê – Xelek 1

Kengê – Xelek 1

Xwe-wendakirina Neteweyî
Nivîskar: Dr. Ehmed Xelîl. Rastkirina ziman: Mamoste Mustefa Reşîd
Xwenaskirin – çi di warê kesayetî da, yan di warê neteweyî da – gaveka pir giring û nirxbiha ye. Raste, dibe ku rêya xwenaskirinê dûr û dirêje be, dibe tal û tûj be, dibe ku gelek dijwar be, dibe pir bi êş û azar be, lê tevî wê jî, xwenaskirin ronahî ye, rizgarî ye, azadî ye, serfirazî ye, rûmet û serbilindî ye, û ez dibînim ku pêxember Îsa bixwe di asta xwenaskirinê rasteqîn da bû, çaxa gotibû:
“Gelo, ma çi sûde heye, ku tu seranserê cîhanê bi dest xwe bixînî, lê tu xwe wenda bikî”?
Bê guman, xwenaskirina kesayetî û ya neteweyî ji hev ne cuda ne, herdu hevdu temam dikin, lê ezê niha – berî ku ronahiyê bavêjim ser qonaxên xwenaskirina xwe ya neteweyî – bi gelemperî hinekê li ser xwewendakirina xwe ya neteweyî rawestim û di pêşî da, ez bawerdikim wê baştir be, ku piçekî – bi kurtî be jî – li ser jiyana xwe ya kesayetî bipeyivim.
Di sala 1945-an da ez – bê hemdî xwe – bûm mêhvanê vê cîhanê; li gundê Korzêlê, devera Efrîn, ya ku li rojavayê Kurdistanê dikeve (bakur rojavayê Sûriyê). Ji aliyê dê, dapîr, bav û bapîr ve, ez kurdekî resenim, reh û rêşîyên malbata me digihînin yekîtiya êlên Berazan, êla Dinan. Ev êl ji binyata xwe da Ezdahî ne (êzîdî ne), belkî ji dused sal da, hindek ji şaxên wê, di bin zor û xapandinê da, bûne misilman, û şaxên din heya niha jî li ser ola xwe ya resen mane; piraniya wan li devra Şengalê ne. Belê, min ev tişt ji ciwaniya xwe da dizanî, çimkê pir caran min ji bapîrê xwe Şem, bavê xwe Mehmûd û apê xwe Elî (cihê wan bihûşt be) ev tişt dibihîst.
Rûniştivanên gundê me – wek yên hemû gundên devera Efrîn – bi zaravayê kurmancî diaxivin, me hemiyan dizanî ku em kurdin, ne Turk û ne Erebin; û pirî caran hindek ji gundiyên me, dema ku hinekê zor li wan dihat kirin, bi protestoyî digotin, “ma qey em Tat û Erebin”?! û me dizanî ku cil, saz, mûzîk û bazdanên (sema) me yên kurda ne. Ji vê wêdatir me ti tişt ji kurdayetiyê nedizanî; ev pergala me bû berî dehsalên şêstî ji sedsala bîstan, û ez kanim bibêjim, ku ew dem – ji aliyê kurdayetiyê va – dema nelivîyê û pêngaviyê bû.
Ji destpêka dehsalên şêstî da, piçek pêşdaçûn di hişyariya me ya kurdayetiyê da pêkhat. Hinek mirovên gundê me – car caran- çêla Berzaniyê nemir dikirin, û bi navê (Bavê kal) binav dikirin, û wisa bi wî pozê xwe bilind dikirin. Wê çaxê li gundê meyî ku ji sed malî pêkdihat, yek mal Tat û du malên Ereb hebûn; ew ciwêleg bûn, şivantî û kar û barên din dikirin. Di havîna sala 1963-an, dema ku Partiya Beĕis desthilata Sûriyê bi dest xwe va anî, yek ji kurên wan ereban beĕisî bû û dora pênc camêran ji gundê me – yek ji wan xalê min Evdo û xalê min Şukrî bû – li pêş wî kurikê Ereb pesna Berzaniyê nemir dan û gotin: Em Berzanî ne. Roja din, hema ji nişka va çavdêrên veçartî ew girtin û birin Efrîn, û li wir ew dane ber kotek, qamçe û îşkenceyên giran.
Erê, ez kanim bibêjim, ku gundê me, di dehsalên şêstî da, ji hişyariya kurdayatiyê ne rijî bû, lê bi rengekî suriştî, ne bi rengekî ramanî, zanistî, ramyarî û partîzanî, di vê babetê da xelkê gundê me ne gihiştibû astaka bilind, wek asta dehsalên heştêyî û bi jor da. Êdî ka ez werim ser rewşa xwe ya xwe-wenakirina neteweyî.
Ez bixwe di maleka oldar da mezin bûm. Bavê min mele bû, wî ez li ser rêbaz û rêzikên ola Islamî perwerde kirim, ne bes ji aliyê nimêj, avdaz, rojî û xwendina Quranê, lê herweha – û bi asteka hişk – ji aliyê sincî da jî, nedihişt ku ez dostaniyê bi hemû kesî ra bikim. Tirsa wî tim û tim ew bû, ku ez hînî tiştên nebaş yên wek kişandina cigarê, vexwendina meyê û listîka qumarê bibim. Mixabin ev sê tiştên han, di wê demê da, di nav gundê me, û di nav pir gundên devera me da, cihê xwe girtibûn, û bibûn nexweşiyeka pir xirab.
Ev şêweyê ku bavê min (cihê wî bihûşt be) ez pê perwerde kirim, kir ku ez bi radeyeka bilind li xwe werime hev, û pêwendiyên min bi xelkê ku ez di nav wan da – li hemû cih û welatan – pir kêm be. Heya niha jî, ev sinciya han di kesayetiya min da cihê xwe hên girtiye. Vê xwe-lihevpêçanê û xwe-bitenêbûnê kir ku ez berê xwe bidim pirtûkan. Erê, hevalên min yên herdem, ji çarde-panzde saliyê da, pirtûk bûn; çîrok, roman, helbst, û hwd, lê mixabin min ti tişt li ser kurdayetiyê di wan pirtûkan da nedidît; ji ber ku hemû pirtûkên ku pêwendiya wan bi Kurd û kurdayetiyê ra hebûn li Sûriyê bi fermî qedexe bûn, û rewş di dezgehên agahdariyê da jî wisa bû; û rewş heya niha jî hên wisa ye.
Vêca ez kanim bibêjim, ku di ciwaniya min da pirtûkan ti pencere di werê kurdayetiyê da li pêş min venekirin, lê gengazî hebû, ku ew pencere bi rêya partiyên kurdan ji min ra vebibûya, lê dîsa mixabin ti kesî xwe negihande min, û çavên min li ser rewşa Kurd û kurdayetiyê bi ronahî nekirin. Dibe ku sedema yekemîn – wek min berê jî got – xwe-lihevpêçana min bû, û sedema duyemîn jî mêldariya min a olî bû, ji ber ku partiyên kurdên Sûriyê xwe bi ser çepiyê da pal didan,û ez kanim bêjim ku li dijî olperestiyê bûn, bi olperestan ra digotin (Sofî); û tê bîra min, li dor sala 1985-an ez li cem dostekî partîzan rûnştibûm, di pêra hevalekî wî yî partîzan ji devera Cizîrê bû mêhvanê wî, rabû dostê min ez pê dam naskirin û got: Mamoste Ahmed Sofi ye.
Bi rastî vê danasînê ez hinekî veciniqandim, ji ber ku terma (Sofî), di nêrîna gelek partîzanên kurdên Sûriyê da, wateya (paşverû) dida. raste, ku ez wê demê oldar bûm, lê tenê di çarçewa nimêjkirin, rojîgirtin û sinciyan da, ne ji aliyê rêbazî da. Yanê ez (oldar) bûm, ne (olperest) bûm, dostên min nedizanîbû ku perwerdeya min ya olî, di bin sîwana bavê min da, ne bi rengekî tundrû bû. Hên di zarotiya xwe da, min pir caran didît, çawa ku bavê min bi rêzdarî pêwendî bi dostên xwe ên Ermenî, Êzdî û Şî’î (Imamî) ra dihûnan, û mêhvanên me ji xwediyên van ol û rêbazan hebûn. Bi kurtahî, bavê min ji aliyê olî da misilman bû, lê ji aliyê piraktîkî da global bû; û Ez jî bi vê felsefeyê perwerde bûm.
Mehmûdê Hemekerê (ji kerbûnê = nebîstinê) – ji gundê me, mirovekî zîrek û hişdar bû – dilovaniya Xweda lê be – digot: “ne kurdê bi pez, ne erebê bi rez, û ne mirovê tim bibêje: Ez û ez”. Bi rastî, gelek oldarên Asya Navîn, bi rengê ku pê hînî olên xwe bûne – di çarçûveya tiyorî û praktîkî da – bûne şagirtên gotina: “Ez û Ez”, ev rêbaza jî, ji bingehîn da, bûye sedemek ji sedemên hevrikîyan, cengan û xwînrijandnê. Dîsa spas ji Xweda, û di pêra ji bavê min ra, ku ez di bin sîwana globaliyê da perwerde bûm, û vî tiştî bandoreke erênî ya pir giring di jiyana min da pêkanî. Hên jî ew bandora bi roleke pir fereh û kûr di nêrîn û ramanên min da radibe.
Piştî bîstsaliya xwe û bi jor da, ez hino hino berve pirtûkên ramanî û felsefeyî diçûm, min dixwest ez baştir ola Islamî nasbikim û baştir ramana Markisîzmê jî nasbikim. Ji lewra, ji hêlekê da, min gelek pirtûkên Imam Abû Hamid Al-Gezalî, Abû Al-Hesen Al-Nedewî, Abû Al-aa’la Al-Mewdûdî, Seyid Qotib, Alî Tentawî, û hwd ji sereknivîsarên Islamiyan xwendin û ji hêla din va min bala xwe kişand ser nivîskarên Markisîst; wek Marks, Ingilz, Blîxanof, Lênin, û hwd. Van herdu rêbazan ti tişt, di mijara kurdayetîya min da, pêşda nedan; çimkê rêbaza Islamî bi durişma (Çareserî Islametî ye) bang dike, û durişma rêbaza Marksîst jî eve: (Çareserî komûnîstî ye).
Piştî va gera zanistî ya fereh, ez kanim bibêjim, ku nêrînên Islamî, û çanda erebî, ez bêtir ber bi xwe va dikişandim, lê bi şêweyekî ramanî û hesteyî, ne bi şêweyekî tevgerî û ramyarî. Yanî bi kurtahî: Ez negihîştibûm asteka ku kanibim xwe ji bandorên çand, kelepûr û nêrînên dagîrkeran rizgar bikim û kurdayetî cihê xwe di hemû hest, hizir, raman, nêrîn û helwestên min da bi kûranî bigire. Ez vê rastiyê ji vê helwesta xwe dizanim:
Sala 1968-an ez li welatê Cezair mamosteyê seretayî bûm. Di wê demê da Tevgera Fetih ya Filestînî, ku bi serokatiya Yasir Erefat sala 1965-an Peyda bû, pir bi nav û deng bû, têkoşîneka pir germ li dijî Israîl dajot û agahdarî didan, ku rizgariya bajarê Qodsê ji bin destê Cihoyan xwesteka yekemîne. De werin li min kurdê bextereş, sergêj û xapandî binêrin! Wê salê kela dilê min rabû û bêyî ku dê û bavê min zanibin, min nameyeka bi coş û xwîngerm ji bîroya Tevgera Fetih ra, ya li paytextê Cezair birêker, min têda nivisî, ku ez ciwanekî kurdim, min bi hûrikî xwe ji wan ra danasîn û got:
Ez amade me, ku xwe ji bo Qodsê bikim qurban,û ez bibim yek ji endamên tevgera we; ez gelek bi hêvî me, ku hûn xwesteka min bi cih bînin û heger hûn vê keysê bi dest min bixînin, ezê gelek serbilind û dilşad bim.
Bi baweriya min bû, ku hema nama min bigihe berpirsiyarên Tevgera Fetih, wê yekser bi min ra bêjin: Fermo! û wê derameta bilind diyarî min bikin. Lê mixabin (helbet li gor baweriya min a wê çaxê), du sê heyv çûn û ti bersiv negihîştin min. Min guman kir, ku nameya min bi rê da wenda bûbe. Min rabû nameyeka din ji wan ra birêker û min bi dilgermî hêvî kir, ku ew xwesteka min bi cih bînin, berî ku ez di havînê da bizîvirim Sûriyê. Lê dîsa bersiv nehat û ez neçar li cihê xwe mam, û di dema havînê da zîviriyam Sûriyê.
Niha, çaxê ez vê helwesta xwe bi bîra xwe tînim, bi rastî ez li xwe şat û mat dimînim; ez bi xwe ra dibêjim: kurro! bêbexto! Ma tu kor bû yî?! ma tu dîn bû yî?! Ma te bîrkiribû ku bavê te yî bextreş melekariya mizgeftan berda bû û berpirsiyarê pênc kuran û pênc keçan bû û rewşa binemala we ya aborî pir teng û dijwar bû?! Ma te bîrkiribû, ku ew çend pereyên te ji bavê xwe ra dişandin, te pê bav û diya xwe, xwîşk û birayên xwe, ji diranên belengaziyê yên tûj û tal diparastin? Bi rastî, barê vê helwestê li min girantir bû, çaxa ku ez pê haybûm, ku pirê Filestîniyan – dema ku min biryar biribû ez xwe bi qurbanî Qudsê bikim – li welatên Erebistana Xelîc û li welatên Ewropa û Amerîka, jiyana xwe xweşik derbas dikirin û ji kêf û komkirina peran ne bêpar bûn.
Ji bilî van rexneyan, min kin bi yaqa xwe girt û got: Bêçareyo! xwelî li sêrîbûyo! Ma te dizanibû – caxa te xwe ji Qudsê ra canfida dikir – ku Kurdistan bi tevayî bindeste û di bin zordariya setemkaran da dike bare bare?! Gelo, derdê te çibû? çima tu xwe ji boyî Amed, Mehabad, Hewlêr, Qamişlo û Efrîna rengîn xwe nekire canfida?! Gelo çawa ev şar gişt ji pêş çav, heş û dilê te, di siya Qudsê da, wenda bûn?! xwelî li sêribûyo! Ma tu dizanî, ku di wê demê da kurdên başûr bi rêberiya Barzaniyê nemir, agirê şoreşê gur kiribûn, û bi qehremanî û cengewerî, li dijî tang, top û balafirên nijadperestên Iraqê ceng dikirin?! Ma ne pêwîst bû, ku tu giyanê xwe yê pêşmergatî di nav wan da bi cih bikira?!
Bi rastî kurdayetîya min di wan çerxan da gelek lawaz bû. Ma sedem ew bû, ku ez kurdekî ne resen bûm? Nexêr, sedem ew bû, ku ez kurdekî xapandî bûm, kurdekî çavkirtî bûm, erê, xwe-wendakirina neteweyî hema hema wek tinebûnê ye, tiştekî pir xirabe, lê ya jê xirabtir ewe, ku cihê xwe di dîroka mirov da bi serdemî bigire û vêra koçke û here gornê.
Aniha jî, ez pir şahnaz û serbilindim, ku min ji sîh û pênc salan da, dest bi pêvajoya rizgariya kesayetiya xwe ya kurdayitî kir, min gav bi gav pêşda da û hîn jî ez pêşda didim. Di rûpelên werin da, ezê hindek ronahî bavêjim ser wê pêvajoya rizgarkirinê.