Rû reşya rojava

Di terora sergirtina roj tv de û bin çavkirina kesên navdar yên gel kurd,ji bal hêzên tarî û polîsên Belçî ve mîna kujer û çetyan êrîşî dezgah û rojnemavanên kurd kirin,bi rêbazên dervî şaristanyê.
Ev kieryar di cewher û bingeha xwe de ne cudayî felsef û îdîyoljya rojava ye,eva ortax û hevkarê pişavtina gelê kurde her dem.di çarîka dawî ji sedsala bîstan ,ji kuştina Olf Palmê de ta koploya sîstematîk ku di encamê de rêberê gelêkurd A-Ocelan radestî CT kirin,helwesta rojava ji dêval aştîxwaz û li hevker be,tumî şerxwaz û sorkirê sîstemên Kurdistan dagîrkirine.
Bi van kiryarê dawî ku hostayî û ramangerî ji bal DYE ve sazbûye li gel rûtêşkirina Israîl armanc ku hinekî tewla CT dirêj bikin.ji hêlekê de balafir û tankan difroşinê û ji hêlekê de wê dikin navbêcyê xwe û Erban û musulmanan û di kesayetya Akp jî de musulmanê xesandî li herêmê kurkdixin.
Dibe CT mîna Sedam demeke kin avantaj bistîne lê di ancamê de ya winda bike ewe .mînak herî nêzîk ya base bexdê ku regezperestyê ew korkirin û ketin ber erebana rojava ,ne tenê xwe helikandin ,heya sed sale bê jî wê lawê îraqê baca vê kiryar reş bide.
Desthilatdarya Belçîka bû rûreşê DYE, hinekî kurd xenmgîn kirin ,lê ev yek bû mina mêşekê bi serê pir kesên kurd veda ku rojava û dureşmên wê nehêja ne qurşekî bi qul ,heyranê berjewendî û kara xwene,qet carekê pişgirî bi wan nabe.
Armanca DYE ji vê tevlihevyê wê çibe?weke Hirça Sêrkê ku tê reqisandin divê hosta devê wê xweşbike bi dana masîkî yan parîk şêranî,emrîka hêzên li dij çareserkirina pirsa kurdî devê wan şêrîn dike bi goriya dezgahên kurdan li ewrupayê,ji bo sibe hêzên CT valaya lişûn wan di vekişîna ji îraqê dagire .
Dido:tesfiyekirina tevgera gelê kurd di pêşngiya PKK de xaleke hevbeşe di nav bera DYE-YE –Israîl ,dewletên herêmê û hin partî û kesayetê kurd.li hevhatin û qebûlkirinek veşartî li ser vê xalê heye û vê carê eşkere bû ku pakêtek wiha di rojevê de ye.
Bê dengî û xwekerkirina telvizyon û ragihandinên partî û kesan delîla bê gûmane ku ev êrîş û pelmarî bi dilê van bizav û kesane .
Dibe vê êrîşê xisaretek madî da dezgah ,navendên kurdan,lê bi berxwedan û helwesta xweyî wêrek êrîş vajî li êrîşkeran vegerya,pênasîn û xwenasînek welidî
Dujmin , deletên xwedê giravî hezkirê mafê mirovan û kesên dişbin xayinan ji bal kurdên xam jî rû reşya wan eşkerabû…