الرئيسية » مقالات كردية » Şêrgo yê min..Ihsan ê min

Şêrgo yê min..Ihsan ê min

Narîn Omer

Şêrgo yê min
Delalê min
Çi payîz vê salê
li ser min û te de
bê mirwet hat
xwezî bi payêzên berê
dema tu ji reqreqa ewran di revî û
te xwe sipartî himbêza min dikir
Xewzî bi wan şevên payîzan
gava te berê min ji xwe re
dikir nivîn û te di got:
Dayê, çiqas cihê te germ e
bê te xewka min nayê
Delalê min:
ne tirse, himbêza hemî dayikên me
ji te re landik û hêlanok e
Serê xwe hilde
hemî keçikên me
wêneyên te bi sînga xwe ve kirine
keçikan, tîpên navê te
li ser aniya xwe neqişandine.



Ihsanê min
berxê min
Min bi biskên xwe yên hine dayî
li ser teşiya demarên xwe
şalûşapikên zavetiyê
ji bejna te re çêkirin
Min ji peyvên kû di navbera
pişûkdan û pişûkêşana xwe de
navê te li ser koka eviniya xwe danî
Ez gund û bajaran geriyam
lê min ti bûk layîqê te ne dîtin, tevî kû
ez baş dizanim hemî keçikên me
bi xeml û xêlin
Ew bûka di hizir û Nîgaşa min de razayî
li xaka jiyanê nediyar bû
Ihsanê min
Min dixwest ez zemawenda te di dîlana
dilê xwe de çêkim
lê dayikên me bi hevre
daketin dîlanê û
bi dest stranên bûk û zavatiyê kirin
dema min li wan meyzekir
min rahêşt sênîka hina stirayê û
min bi wan re
çelebî û vê carê raste got û
bi tere min aniya destgirtiya te maç kir û
min pirsa navê wê kir
tu kenî û te got:
Ma te ji bîrkirye gava te
bi lorîkên landika min re di gote min:
Berxê min
navê destgirtiya te
K..U..R..D..I..S..T..A..N..E.

Şêrgoyê me, Ihsanê me:
Bihar bê we seyranên xwe
zindî nake û dîlan govenda qebûl nake û
kecikên me kirs û xiftanên rengîn
li bejna xwe nakin.