الرئيسية » مقالات كردية » GAZÊN XENQANDINÊ DI SERHILDANA DÊRSIMÊ DE

GAZÊN XENQANDINÊ DI SERHILDANA DÊRSIMÊ DE

Li gorî belgeyek fransî ; Li Dêrsimê ; di meha temûza sala 1937 an de ; eskerên dewleta turk dijî serhildana Dêrsimê Gazên xeniqandinê bi kar anî bûn.
Ev belge di 10 ê temûza 1937 and ji Beyrûtê ; di bin nemra 3478 an de ; ji aliyê BIRÊVEBERÊ EWLEKARIYA GIŞTÎ ; MIFETIŞÊ GIŞTÎ YÊ POLISÊN FRANSA ve hatiye şandin ji bo wezareta karên derve ya Fransa. Ev Belge bi vî hawî hatiye nivîsandin.
****
« F . Beyrût ; di 10 ê temûz a 1937an de
AGAHÎ N° : 3478
EWLEKARIYA GIŞTÎ YA IZAZ Ê : 6-7
A/S JI TEVGERA KURD
Li gorî agahiyên ku ji rêwîyên turk ve hatinin civandin ; Ceneral Alp DOGAN. Fermandarê hêzên turk di Dêsim de ; ferman daye pîlotên balefiran da ku li dijî Kurdên serî hildane di vê herêmê de bomban û gazên xeniqandinê bi karbînin.
Vê tevdîrê ; li gor salixan, tesîrek pir xerab li ser Kurdên li berxwe didin kiriye ; û pir malbetên kurd û heywanên wan jî day kuştin.
Seyid Riza ; serokê kesên serhidane li Dêrsimê ; li gor salixan ; li ba Mosko hovîtiya eskerên turk bi hawakî tund protesto kiriye.
BIRÊVEBERÊ EWLEKARIYA GIŞTÎ
MIFETIŞÊ GIŞTÎ YE POLISAN
IMZE »