الرئيسية » مقالات كردية » CIVATA ARÎKARIYÊ JI BONA BELENGAZÊN KURDAN LI CEZîRÊ -2-

CIVATA ARÎKARIYÊ JI BONA BELENGAZÊN KURDAN LI CEZîRÊ -2-

Nanê mêran limêran bideyne. werin xwe bilez înin û deynê xwe ji miletê xwere bidin. Pêşgotina Nîzamnama Bingehî û Hundirî ya Civata Arîkariyê ji bona Belengazên Kurdan li Cezîrê Bı van gotinan destpê dike.
Di vê dema ku gellê kurd di rojavaê Kurdistanê belnegaziyek dijwar dikşîne; van gotinên han ji hemu rojan bi cih û war tirin.
Nîzamnama Bingehî; bi sê zinanan hatiye nivîsandin; bi Fransî; bi Erebî; û bi Kurdî bi tîpên Erebî. Di vê xelekê de; emê pêşgotina bi kurdî belav bikin; lê bi tîpên latînî da ku xwendevanên Erebî naxwînin jî karibin vê begeyê bi xwînin.
Di guhestina tîpên Erebî de heta ji me hat me rêz ji nivîskarê vê peşgotınê re gırt û guhrtinê nexistê.
****
BI NAVÊ YEZDANÊ PAK Ê DILOVAN Û MUHRBAN
JI MILETÊ KURD RE
————

Kurdno,
Em , miletê kurd , ji her kesî bêtir hewcedarî arîkarîyê hevin. Ji mere Ew çend zanîn û hinerwerî jî divê. Ji lewra ku em ji bêxweyêtî û berberiyê ketine(nin) ya kortala nezanî û belengazîyê ji bona ku em bikarin bibin serxwe û ji vî halî bifilitin divê em destgirên hev bibin, xwe bidin ber barên hev û yekdil û yekdeng qerara xwe bidin, ew qerara komehemîyan ji nezanê, belengazê, ji zîwarê û ji dîlêyê dê xelas bike.
Daneyên vê Civatê hêvîdarin ku hun bitevayî bivanra biçin ji biawan bikin, pişt bidin wan û bixebitin , da ku ev karê hanê ê qenc û rihakar biçe serî.
Tu şek ninîne, heke hun holê bimere bixebitin mileetê me zû bi zû ji vî halî xelas di be û zû bi zû birêve ber biqencî û avahî yê ve diçe.
Madam heta îro ji nav me û dolemendên camêr derneketine ku biderbekê hezar zêran bidin û ji bona miletê xwe dibistan û binyanên xêrê çêkin, divê em xwe bixwe bixebitin û biyek du qurişên xwe wan hezar zêran bidin hev.
Ev qurişên ha ji mere, ji welatiyên mere rê ya xwandin û zanîn û ya xoşiyê dê vekin. Ev yek du quruşên ku hun ji Civata xwere bidin ji bona her yekî we ne bihane, lê ku gihane hev bikêrî miletê we tên wê gellek tiş çê dîn. Bi qurişên we dibistan tên çêkirin, malek pê awadibe, dermanên çend nexoşan pê tên kirîn. Û hun bidayina wan ferqîr û binedayina wan dolemend nabin.
Xebata me , xebata daneyên Civatê dest pêkirin û rêbirê ye. Civat biarîkariya we, bitêkil bûna we ava û xweş di be û karê Civatê bivî awayî diçe serî.
Bê şeke ku heçî hij miletê xwe dikin û direhên wanda xona Kurdî a pak digere arîkariya Civatê ji bona wan deyne, deynekî mezin ; bilind û muqedes.
Ji xwe her kes deyndarê miletê xwe ye, ji ber ku ewê ew bixweyî kiriye, ji ber her kesê nanê miletê xwe xwari ye û her kes dizane ku « nanaê mêran limêran bideyne ». werin xwe bilez înin û deynê xwe ji miletê xwere bidin.
Civata Arîkariyê ji bona Belengazên Kurdan li Cezîrê
****
Bê destûra Xalid ÎSA wergerandin û belev kirina van belgeyan qedexeye

Xalid ÎSA