الرئيسية » مقالات كردية » XWEYBÛN DI BELGEYÊN FRENSA DE-1

XWEYBÛN DI BELGEYÊN FRENSA DE-1

Xalid ÎSA 

Ji sala 1927 an de heta şerê cîhanê yê dudiwan de rêxistina (komela) Xweybûnê kar û xebata netewî bê bêhn berdan dajot. Bê guman ; ev xebat ji bo mafên netewî j ibo gelê kurd li hemu prçên Kurdistanê di hate bi kar anîn. Hemu hêzên li roj hilata navîn tevger û çalekiyên Xweybûnê dişopandin.
Ji nav belgehên fermîyên frensî de ; min gellek agahdarî li ser xweybûnê civandin ; ez hêvî dikin ku di rojên pêş ve ezê karibin wan hemuyan ji xwendevanên kurd re pêşkêş bikin . Di vê demê de ; li gorî dem û derfetên xwe ezê hinek agahdariyan li ser xweybûnê di malperên kurd de belav bikin.
Di vê xelekê de ez dixwazim navên leq û rêveberên Xweybûnê belev bikim ; çavkaniya van agahdariyan belgeyek e ku fermandarê tabûra ewlkariya frensî li Qamişlo şandibo ji fermandarê ewlekariya wîlayeta Helebê re ; di 17 meha Eylûla sala 1931 de ; di bin nemra 777/S.G.K. de. Ev wek bersiva nama bi nemre 3266/S.G ku Frmandarê Helebê şandibû Qamişlo di 14 ê adara 1931 de.
Bingeha Xweybûnê ji alî rêxistina siyasî ve ji Komîtake navendî û 16 leqan hatiye damezirandin ; li gorî vê belga frensî ya di pêşî de me da nasîn :
1- Komîta navendî
Serok : Kamuran Elî Bederxan
Endam :
Nismedîn (Belkî nicmedîn e) lawê Derwîş Kîbar
Wahan Papazyan
Xelîl beg ; pismamê Bedixan

2- Sam (dîmeşq) :
Serok : Celadet Elî Bedirxan
Endam:
Umer axa şemdîn
Yûsif Axa
Osman Erûsî
Brahîm şemdîn

3-Heleb :
Serok : Heraç Papazyan
Endam :
Mustefa beg şahîn
Bozan beg şahîn
Hemzê Efendî
Memdûh Selim

4-Hisiçê:
Serok: Qedrî beg Cemîl Paşa
Endam:
Mihemed lawê Cemîl Paşa
Haco Axa
Hemze lawê Bekir Kurdî
Elyas Efendî Dêrkawî
Samî Beg
Qedûr Beg
Resûl Axa
Agop Sîmon

5- Mardîn (Turkî):
Serok: Eyûb Millî zade
Endam:
Sado Axa Qaso , serokê eşîra meşkîna
Celal Beg Millî Zade
DR. Zehya Beg; serokê şaredariya Mêrdînê
Mehmûd Kero; serokê eşîra xursan
6- Diyarbekir:
Serok: Memdûh Beg lawê Cemîl Paşa
Endam:
Fikrî Beg lawê Cemîl Paşa
Ziya Beg lawê Cemîl paşa
Biribcî zade Sidqî
Sewqî Efendî
7- Silvan:
Serok: Elî Axa; serokê eşîra Silîvan
Endam:
Brahîm Beg
Xalib Beg lawê seyfedîn Paşa
Şêx fakrî ( bekî Fexrî be)
Sêx Fewzî ; ev her du endamên dawî ji serokên eşîra silivan nin.
8-Sewir (stewr):
Serok: Nicmedîn Beg
Endam:
Memdûh Bege; ev herdu ji serokên eşîra Xaşniyê nin.
Mihemed Beg
Hemdî Beg ; ev herdû ji eşîra raşdê nin.
Sêx Fethulah ; serokê eşîra malamiyê ye.
9- Sêrt:
Serok: Seyid mihmed
Endam:
Sêx Celal
Sêx Hisret Efendî
Sêx Mihyedîn Zûkrît
Sêx Azrat ; serokê eşîra botikî.
10- Bexda (Îraq):
Serok: DR. şukrî Mehmet
Endam:
Sêx Ehmed ; pismamê şêx Seîd.
Krîkor Efendî
Xorşîd ; berê efserekî turk bû.
Ebdul kerîm Beg ; Berê kapîtênekî turkan bû.

11- Kerkûk :
Serok : Mehmûd Cewdet ; berê efserekî turk bû
Endam :
Raşid Beg
Reûf Beg ; Efserkî iraqiye lê bi eslê xwe kurde.
Du mamosteyên navên wan ne hatin naskirin.
12- Slêmaniyê :
Nûner : Tewfîq Wehbî Beg e
13- Zaxo:
Serok: Azem Beg; naîbê Zaxo ye
Endam:
Murad Xan; serokê eşîra Gûhan.
Mihemed Hesen
Lovon Paşa
Saîd paşa
14- Rewendûz :
Serok : şêx Berzan
Endam :
Îsmaîl Beg
Seîd Husên Huseynî ; rêveberê rojnama kurd (zarîkurmancê)
Ebdulah Beg; pismamaê Seyid Taha.
15- Parîs:
Nûner : şerîf Paşa
16- Dêtroit Michigan :
Serok : DR. Süreya Beg Bedirxan
Endam :
Nacî Beg
Cemal Beg
17- London:
Serok: Reûf Beg; Berê serok wezîrbû li Tirkî yê.
Endam:
Ednan Beg
Mihran Xanûm
****