الرئيسية » مقالات كردية » CIVATA ARÎKARIYÊ JI BONA BELENGAZÊN KURDAN LI CEZîRÊ –

CIVATA ARÎKARIYÊ JI BONA BELENGAZÊN KURDAN LI CEZîRÊ –

1-
Xalid ÎSA 

Di sala hezar û neh sed û sî û dudwan de; Inglîzan û desthilatên ereb li Iraqê pistşgirtiya necadperestên erbên sûrî dikirin. Da ku Kurd ni karibin li rojavayî Kurdistanê mafin netewî bi destxin; û da nikaribin êdî pistşgirtiya bakurî Kurdistanê bikin; desthilata turk jî hey zor dida li ser desthilatên fransî li Sûrî. Û li rojavayî Kurdistanê; Komela Xweybûn bi mêranî û comerdî xebat dikir ji bona serxwebûna Kurdistanê; lê kar û barên xebata civakî jî di ba ber xwe ji bo pêtşxistina gelê kurd di Sûrî de. Di herêma Cezîrê de gellek belengazî di nav Kurdan de peyada di bû. Jı bilî xebata çandî û sîyasî ve; Komita Xweybûnê komeleke civakî damezirand. Navê vê Komelê (CIVATA ARÎKARÎYÊ JIBONA BELENGAZÊN KURDAN LI CEZÎRÊ) bû.
Di nav erşîvên diplomasî yên Frasa de me gellek belge li ser vê komelê bi cih kirine. Di vê dema ku gelê kurd li rojavayê Kurdistanê belengazîyê dikşîne di bin zil û zora desthilata necad perestên ereb li Sûrî, emê hinek agahdarîyan li ser vê komelê ji xwendevanên kurd re peşkêş bikin.
Di belgeyek ewlekariya giştî ya fransîde ku hatiye şandin ji Wezareta Kar û Barên ji Derver re ; di bîst û yekê adar a 1932 de; bi nemre 1481; tê zanîn ku Ewlekariya Qamişlo di roja 17 ê adarê nameyekê ji Beyrotê re rê dike li ser çalekiyên Xweybûnê. Naveroka vê namê di de xwanêkirin ku Komela Xweybûnê CIVATA ARÎKARÎYÊ JIBONA BELENGAZÊN KURDAN LI CEZÎRÊ di 14 adarê de damezirand.
Civîna damezirandinê li mala Haco axa li bajarê Hisiçê çêbû ye . Serokatiya vê civînê Bedrî begê Cemîl paşa kir ye. Kesên di vê civînê de cihgirtibûn evin:
Haco axa û herdû lawên xwe; Cemîl û Çeçan
Bedrî yê Cemîl paşa
Arif Efendî Salih; sikrêtêrê Komelê (xweybûn)
Xelîlê Brahîm paşa û birayê wî Mehmoud; ji Serê kaniyê hatibûn
Van camêran CIVATA ARÎKARÎYÊ JIBONA BELENGAZÊN KURDAN LI CEZÎRÊ dane damezirandin. Û heşt leq jî jê re çê kirin. Ji her leqekî re seokek û sêkrêtêrek û xeznedarek jî bi nav kirin.
1- Leqê Hisiçê:
Serok: Bedrî begê Cemîl paşa
Sekrêtêr: Hesenê Haco axa
Xeznedar: Îlyas Ademo
2- Leqê Serê kaniyê:
Serok: Mehmûd begê ê Brahîm paşa
Sekrêtêr: Îliyas dêrkawî
Xeznedar: yûsif ÊXO
3- Leqê Amûdê:
Serok: Seîd axa
Sekrêtêr: Babûç şanyan; endamê Taşnak.
Xeznedar: Xaço efendî
4- Leqê Tirbe sipiyê:
Serok: Mûsa Marxûlî; ji eşîra hevêrkan
Sekrêtêr: Selahedîn Efendî. ji eşîra hevêrkan
Xeznedar: Melkê şemûn
5- Leqê Tilşeîrê :
Serok û Sekrêtêr: şêx şefîq; endamê komela Xweybûn
Xeznedar: Hac Yaqûb
6- Leqê Xezna:
Serok û Sekrêtêr: şêx Ehmed; ji eşîra omeriyan
Xeznedar: Xelîl begê Brahîmê Xelîl beg
7- Leqê Endîwerê:
Serok: Nayif paşa; serokê eşîra bohtan
Sekrêtêr: Resûl axa. Serokê qebîla boh(wilo hatiye nivîsandin)
Xeznedar: Vahan Adanalî; tê nasîn bi navê Kuçuk stêfan; endamê Taşnak e
8- Leqê Qamişlo:
Serok: Qedûr beg
Sekrêtêr: Ebdul baqî Nîzamedîn
Xeznedar: Mûsa Aso
****