الرئيسية » مقالات كردية » ((min go belkî ez ji lawê kerê rizgarbûm…!))

((min go belkî ez ji lawê kerê rizgarbûm…!))

Xezalê got heya dengê wê ket ,kesî guh lê nekir, go:ev hirçê qûn mezin ne yê jina ye ,heyfa çêleka belek,ne ya dev û giêza wî ye.kengî ev hirç bi vê keşkulya xwe dikare bibe mêr? tenê dizane bibe lêsiwara şêr, piling,gur û kûçkên çolan.
Rebena çêlekê jî got :Hireço di xortanya xwe de ti mal li bexeçeyê kanîkê de avanekirin vêca pîrbû ye wê çi xweliyê li serê xwe ke.gidyanino:kesekî temenê xwe tevde li ber deryê şêr û dirindan qedandi be û çavê wî li gep û kurtêlan be wê çi malxoyê bike…!?
Çêleka belek himînek kişand û vêre golka xwe alast got:tê bîra min ez noginek newiq kişayaî û çelengbûm min serê xwe ji ciwangê newlanre danetanî ,vî hirçî ji carekê bêtir rê limin tengdikir û ez didam ber sînga şêr û guran û heya bi kûçik û keran jî, (bi yestirên xwere li anya golkê vedinê re) tu nabîne delala min hin xwişk û birayên te dişibihin wan bav kuçikan…!tê bîra min ez û çend xişk û birayên xwe ve di şevên zivistanan de ,ku netenê diya me em şîr didan dêpîra me jî bi çîrokanre em di lorandin.tumî mijara wê kevtar û şêr bûn tumî dûbare dikir ku qismê şêran tevî xwedê ew kirine şah û mîrê lawiran jî lê bê ewlene ku birçî dibin yan gana wan tê, ne dê û ne bavê xwe nasdikin,û ji bo wilo pirs bavan di kujin û dêkan talan dikin,adet û tîtalê xwirtan divê ku parîkî mezin pîs be… zarokên hêja ,ji xwe ku ev celeb têr jî dibin xwe digevizînin û pix dikin xewê û her tiştî ji her tiştîre berdidin ku rovî û çeqel ,kuçik û gur, kevtar û qertel di vê devera bê wijdan de û em rebenê bê zirar bê qîl û diran wê çibe halêd me ? ev celebê mîna me ji bo dotonê ne kengî ziwa bibin dikevin ber qîl û lepan çîrvîrî hevdibin, dê pîra min bi keserek kur mîna vê kesera ez li ser te dikşînim kişand û got: lawno xwedê ji mere qedan bê ka wê çibe halê we…bavpîrê min xwe di dawya şikevtê de kiribû mîna qurmekî ,yek carna di ber xwe de dikir himîn û gotonên pîrên pê erê dikirin ew wî jî xwe da nav çîrokê û ji devê pîrê girt û biber xwe ve anî . me tevan guhê xwe yî nermik bi ber kalo ve qulpandin.. go metirsin rojekê ji roja gur û şêrê vê newlê nikarî bûn bi neyartî xew bighînin devcê vê şikevtê ,va temenê min gihiştiye çend heyama heya îro dirindakî pişta kalkkê we nedaye erdê, tenê ev quloç dizanin bê dizêkê çend har û çav soran de çûye…ez gelekî xema we dixum ev jî ji ber şaşitya bavê we bû xwedê wî bi dilovanya xwe bipêçe min kir û nrkir bi ya xwe kir, ev gunehkarya wî,ye ku hûn nîv xezal û nîv çêlekin ji gunehê dê û bavê we bû ku hûn mêşinî û tenik çêbûne …li vir girya û bû fişke fişka wî ez zanim wê bê bavê van deran wê we ji xwere bikin xulam û bermalî….
Çêleka belek hingî golka xwe himêz kirî dikir wê buxwe û bi dil şewatî go: keça min ji ber sipehîbûn û mêşinya min qewadê dirinde û tersêd çeqlan li xwezya gewede û xwarina diya te paldidin,ya min diqeherîne ku ez keça Gayê newla nav dukanîka me ,diya min xezala deşt û berya ceh û genima bû.ez bûm jina lawê krê û îro jina hirço “qunekê dasa” ,dilê min hinekî şabû min got şêr lawê kerê kuşt ez jê xelas bûm ez xistim tora vî hirçê ser melisî ne kare canê min biparêze û ne jî şîr û berê min û nejî golika min. ez dibêm lo hirço carekê li ber xwe bi de, qaşo tu navmalî û pêgirtê şêrî tu xwe ji ber gur û kuçikê çolan vedişêrî
Xwedêyo tu dîsa quloçê bavpîran li nesla min vegerîne tu me ji van dirindê bê wîjdan bisitirîne û tu telaqê min bi destê melkemota bişîne……..