Şeva tarî

Şeveke reş û tarî,
Baran ji erd û ezman dibarî
Seyê pîr li ber derî
Çav li xew ne direyî
Mîya sitewr ne dimarî

Vizeviza bayê cemidî
Dihat ji sefirnên xanî
Dengê zûrezûra gurên birçî
Dihat ji alyên jorî
Şewqa birûskan dida xênî

Reqereqa ewrên tarî
Bizinên şil li dor nêrî
Qîjeqijên qazên sipî
Ji dûr dihat dengê tortorîkî
Lê vedigerand sekî birçî

Pîrebîk û heft sêwî
Maleka biçûk li kevîya gundekî
Gundekî dûr bû li ser mitikî
Sopeke tepikî bê rimî
Şikestî û qûl bû ew derî

Ne semyan û ne xwedî
Diketin Derya bêbinî
Diketin xewa bê dawî
Didîtin xewnên bêhêvî
Mîna xewnên şevê dî

Hisên Abbas
h.garbi@web.de