BO ZIMANÊ KURDÎ

Destpêk:

C.D’ya «Fêrbûna Zimanê Kurdî» di sala 2007’an de, bi xebateke dûr û dirêj, bi xebata di hindir xaniyan de berhemek derket, ev berhem jî bû cara yekemîn ku C.D’yeke zimanê Kurdî di hindir welêt de, û bi taybetî di hindir başûrê-rojava de çê dibe.

Tevlî şert û mercên giran yên li hindir welêt, anku li Rojavayê Kurdistanê, tevlî ku dewleta Sûriyê fêrbûn û fêrkirina Kurdî weke tawanekê dihejmêre jî, em xebata zimanê Kurdî ji her tiştî pîroztir dibînin û berdêla wê jî çi be em ê bi dilxweşî pêşwazî bikin.

Me di xebata sal û nîvekê de karîbû C.D’yek bo fêrbûn û fêrkirina Zimanê Kurdî amade bikira. Kêmasiyên me gelek in, lê divê em bidin zanîn jî ku her tiştê vê C.D’yê di hindirê malan de hatiye amadekirin. Ji tomarkirina dengan de bigire ra çapkirina berg û C.D’yan.


Sala 2007’an:

Di sala 2007’an de û bi alîkariya hin aliyên siyasî, me karîbû 1000 C.D belav bikira. Ev C.D guhartoya/verasiyona 1.00 bû.
Her qabek tê de:
– C.D’yeke «Fêrbûna Zimanê Kurdî».
– C.D’yeke Linuxa Kurdî.
– Ferhengokek bo zaraweyên Komputerê.
– Katalogek bo daxistina Linuxa Kurdî.
– Bergeke du-rû û rengîn.
Buhaya her qabekê 100 P.S bû /anku 2 dolar/. Lê di rastiyê de, lêçûna her yekê ji wan bo me hatibû 135 P.S /anku nêzîkî 2.35 dolar/.


Sala 2008’an:

Di sala 2008’an de, me xwe bû projeya 500 C.D «Fêrbûna Zimanê Kurdî» bê pere amade kir, lê vê carê bi guhartoya/verasiyona 1.50, anku me hinek guhertin xistinê.
Ew C.D di herêmên Kurdan de li her derê belav bû û bi kêfxweşiyeke bêpayan û bêhember hate pêşwazîkirin. Bi taybetî dilê zarokên Kurdan pê geş bû.


Sala 2009’an:

Di NEWROZ’a 2009’an de, me xwe bû projeya 1000 C.D «Fêrbûna Zimanê Kurdî» bê pere amade kir, dîsa bi guhartoya/verasiyona 1.50 û bergeke rengîn, anku me xwest ku em beşdarên NEWROZ’ê bê diyarî û êdîgar bernedin, lê bi qasî derfetên xwe. Ev 1000 C.D di NEWROZ’ên Qamişlo, Helebê, Kobanî, û Efrînê de hatin belavkirin. Di belavkirinê de, hin aliyên siyasî bûn alîkar.


Dîsa Sala 2009’an:

Ji ber daxwaza gel û Kurdîhezan, me careke din C.D’yên bê pere çê kirin. Vê carê jî, di meha 5’an de, me 300 C.D bê pere belav kir. Ew jî dîsa bû cihê kêfxweşiyê.

Kurdino… zimanê me heyîna me ye, wek her Mîr Celadet digot:
«Bê ziman Kurdîtî ji we re ne ti rûmet e»

Em bamg li her kesî dikin da ku di projeyên geşkirina zimanê Kurdî de bibin alîkar, bila ti kes, dezgeh, rêxistin û partî li hember siyaseta DIJ-KURDÎ bêdeng nemîne.


K.M.Ç
Rojavayê Welêt