Kulîlka baxê Terîqa xiznewî
bîn veneda li vê gulistanê xelet
li keştiya rast û heqîqî bû xwedî
ê ku şûrê Elî hilde ka xelet ?
menbera lefz û îbaratê te şêx
doza itqa vî gelî bûye xelet !
şêx Seîd Seyid Riza bi qadîre tên
şopa van pîrê mezin nayê xelet
şêxê min hem sazê Mûsa Enterî
Qamişlo xwişka Amed be tê xelet?
wa bira Tirk û Ereb û Farisan
we verşand taca Selahedîn xelet
em li nesla Ehmedî tim bûn xwedî
ji bo işqa me we maşûq dît xelet
hêzê tarî dane ser rêça zulmat û kufriyê
heyfa vê xwîna temîz birje xelet
her bi van xeltên we em bûne şehîd
naçine Quds û şamê em xelet
merheba bi rêça Huseynê Kerbela
mîr nakevin hebs û zindana xelet
navbera kufr û îmanê mûyeke
şêx neketî vê mesafatê xelet
xwîna xwe kir donê mûmek sermedî
rewşen û pêta wî da eeksa xeket
şêxê min yara xwe dîtî bê xeme
pîrê zana vê dizanin bê xelet
pê dizanin tu şiyarî na mirî
jîr nakevin tucarî xwên xelet
2-6-2005 Beşîr mele