الرئيسية » مقالات كردية » Nûçeyê tewrê şêrîn

Nûçeyê tewrê şêrîn

Li ser dîwarê hîvê min nifiskir :
( ez ji te hezdikim )
( pirr ji te hezdikim )
wek ku ticara ademîzadekî ji te heznekir
te ew nifîse nexwand ………. ?
bi tîxê destê xwa
min li ser dîwarê hîvê
li ser kursiyê gulistanê
ser pîçên daran
ser simbilan
ser cihokan
ser fêkiyan
û li ser rojgeran jê pakdike gemarên rêwîtî
min kolankir ( ji te hezdikim )li ser eqîqa cadûyê
min kolankir sînorên ezmên
min narvîn kolankir
çavî te lêneket ………. ?
li ser pelkên kulîlkan
li ser pira , û çeman ,û gelîyan
li ser sedefatên deryayê
li ser çilpkên baranê
ber çavê te neket………… ?
li ser hemû pîçan , û hemû zixuran ,û hemû zinaran
min nifîskir li ser rênûsên rojê
nûçeyê tewrî xweş
( ji te pir hezdikim )
xwazka te bixwandiba ew nûçeye

HELBESTVAN : NÎZAR QEBANÎ

WERGIRANDIN : LAWICIYA