Jiyanek


ya ku tazî û birçî lê digrin ?
di xewnan de dibînin û ji wan direve!
derhinêrin bi baskên hesinî lê dikolin
Bi xincerek zingar girtî,
kilîta dergehê gençîneya hişê buhurî vedikin.
Parî û nivîna hêlîna xwe di qoqî de tevin didin
Di bin siya mejî de bi wijdanê çandê vedidin
Dahola guh girtînkê
ber bi rewrewkê jiyanek xwekuştî.
Jiyanek asûdeya wê keçel..
xwazgînî li piyanek rût
girê dilê xwe ,Volkana nava xwe
di şikandina parsiwê wêde rehet dike.
Kê ji wan rêz ji piyanekê re girtiye
Kolan tijî şûşe û pêlavên bê serîne
û evîn di kelaxê jinê de wek kosîyekî mirîye
Dengê şabaşê :”werin Cuherên belaş”
Serên bi Cuher di şiqaman de nema hiltên
Miryên mezelan:
bihisreta mêvenekî serçav vekirîne,
Tev ji qirka xwe tirsyayîne
Cildiruwekî kor xeftanî hêviyan darvedike!
Jiyanek li xwe xistî…
ji bilî vegotina mirî û Cuher pîtekê nabhîze
ku barenek ji ewrên peyava ciwan jî dibare,
bi qasî wan segvanên tîpa dengdar jî dibezin
termên pevokan di peqpeqokan de
bê wate çav beloq dibin…
zirbavan zirzave afrandin
bi solê dipeyivin ,dinîvisin
pênûs xistne wek pêlavê…
xuwêya bê çêje…
dema beravêtina angoyan
şahiya malperestên sedsalê
û dizên neftê,bi dû xweve ketine.
dibe ximava zimanê şêrîn zuhabûbe !?
helbest teslîbûbe!?
Teknolgiya ,sitran kujtibe ?
Kezba mişextî bi jehrê vegere?!
Agir di dara bêjyan de lotkan dide
Dilê birîndarekî azadyêyî lal ,diqiçqiçe…
Xwîna şehedî ji boyaxa sipî ditirse,
Gelo xewine lehya pirtûkan bê ?!
Gijlokê şîrava tirî li êgirke û banke ewran:
Çemino ji lehyan avis bibin wê baran bê
Tifkin riwê baniyên nizmî navik tazî
Wan perav qehpkirne
Tajî û gurê sitêrka sibê
Zinêkarê nan û xwhê
Pênûsa ling li jor…
Çêja jiyanê şelû kirine…

Beşîr Mele