الرئيسية » مقالات كردية » GUR DERBASÎ PARTIYA KESKAN BÛN

GUR DERBASÎ PARTIYA KESKAN BÛN

Di naveroka hevpeyvîna ku Sêrwan Hecî Berko S .H. B .bi serokê partiya keskan a elmaniyî, Cem Ozdemîr C.O re kiribû, C.O xwest bi çend hêviyan û çend peyvên şêrîn ku kurda bixapîne û keysa xwe jê bîne jibo xwe bike berdevkê enqerayê û parêzderê toraniya, û bi dilgermî bergiriyê di ber turkiya de bike , hindik ji wîre mabû ku li ser cewrikê dêlgurê ergenekonê bigrî û gazî bike yekitiya eurupa , jibo bi hewara turkiya ve bê û wê ji nav lepê kurdê stmkar derîne , erê bi namûs di yek carê de C.O tirk kirin bindest û belengaz dibin destê koledarê kurd ê stemkar ê ku nahêlin netewa tirk jiyana xweyî xuristî li ser xaka welatê xwe biburînin ,erê mane kurda tirk ji mafê mirova û ji mafê wanî netewî bêpar kirine , loma C.O nuzinuzê jibo enqerayê dike wek welatiyekî elmanî û lîderê rêxistinek siyasî bîr û baweriya wî bi dîmokrasiyê tê wicdanê wî qebûl nake ku kurd zordariyê li van rebenê tirka bikin .
Weyla li me kurda be, ku şensê me ta ji keskan jî nîne , qaşo keskvanyê eurupa ew aliyê bêtir piştgiryê didin gelê bindest û parastina mafê mirova dikin , em di vê yekê de tênaghêjin ,ku çima keskan û reşan û soran û qehwerengiyan li eurupa jibo tîrorîstê hemasê li xezza cîhan li ser serê îsraîlê xera kirin , û çima ji 80 salî de ev qehbika eurupa piştgiriyê dide turkiya jibo kurdistanê xreabike qey zarokê kurda jî ne wek ê filestîniya ne bavo , ta ku toltajiyekî wek C.O doza kurdistana bakur kurt bike û wê daxe asteke herî nizim , C.O kêferatê jibo turkiya dike û bi çi hawî be di xwaze ku gunehê wê sivik bike û rûwê wêyî reş sipî bike , C.O bivê jî qayil nabe belê di hevpeyvîna xwe de ji gotina serî ta ya dawî hewldanê dike ku rûwê tirka sipî bike û bergiriyê di ber helwestê enqerayê de bike û dide xuyanê ku turkiya dewletek dîmokrasiye , rûmetê jibo mafê milet û mirova digre û ew amedeye ku pirsgirêka kurdistana bakur çareser bike , lê kurd vê yekê qebul nakin !! ji aliyekî ve C.O xwen û hêviya diyarî kurda dike û masiyê di avê de difroşe wan , û ji aliyê din ve helwestekî siyasî – piratîk diyarî turkiya dike , û jibo wê tiştên misoger ji kurda û eurupa di xwaze .
Çi cara ku S.H.B pirsekê ji mêvanê xwe dike ê mêvan ji bersevê di reve û çiva dide xwe destê wî li turkiya nagere ku rexna lê bike , ew na xwaze hevdiliyê bide kurda û li mafê wanî netewî pêlênan bibe jibo turkiya ne tingirî ne , C.O mîna şofînistê tirk û ereb û ecem li gotina xwe pir miqatebû ta ku jê dihat navê kurd û Kurdistan ne tanî ser ziman belê navê kurda dikir hevwelatî – mala wî ava ku em nekirin tirkên çiya – ,mirov ji helwestê vî toltajiyî matmayî nebe çimkî ji berêv de mirov di bersevê wî de ji bilî vê nîşanê nabîne, çênabe ku kurd jibo daxwzê xwe zorê li turkiya bikin gerek ew bihna xwe li enqerayê 500 salî fireh bikin ta ku piçek ji mafê hevwelatiyê bi dest wan de , erê bi gora Edolf Hitler, C.O pirsgirêka 50 milyon kurd bi yek derbê kir ware mafê mirova û hevwelatiyê , di nerîna wî de ku tirk TRT6 vekin û bihêlin ku kurd di malê xwe de bi kurdî bi axivin û navê kurdî li gund û bajarê kurda vegerînin wê doza kurdistanê çareserbibe , a xerab ewe ku C.O dibêje li himber van tiştên erzan û sivik divê eurupa barê turkiya giran neke û di cîde wê derbasî yekitiya eurupa bike tev ku turkiya ne li gorî pêverê yekitiya europa ye û hîn mercên peymana mastrêxt bicînaniye .
Di pey van gotinên çewt re C.O kela wî hênik nebû vêca gotina xweyî dawî got ya herî şaş û kelovajî ,di vê gotinê de C.O ti rûmet neda miletê kurd , dema bi rûwekî şûştî û bê şerm û fedî got : turkiya amdeye ku pirsgirêka kurdî çareser bike û aşitiyê derxîne holê , lê kurd bi xwe bi vê yekê razînabin mîna pkk û aliyên dîtir , wey bavo me derew dîtin lê ne bivê ecêbê , gelo elmanî tevde van derewên bê îman dikin , C.O kurd kirin şerxwaz û dujminê aşitiyê , de ka em dibîra wî de bînin bê gelo kî şerxwaz û dujminê aşitiyê ne kurd an tirk , pkk bi dehên cara ji aliyê xwe ve ragehand ku şer rawestîne û di warê piratîk de agirbestê bikaranî , lê turkiya guhneda banga aşitiyê , çend cara lîderê netewî ebdulah oçalan ragehand û bang li tirka kir jibo pirsgirêka kurdî çareser bikin bi şêweyekî aştyane dîmokrasî di rêka hevpeyvîn û diyalogê re , lê tirka deng nebirin xwe , çend cara aliyên kurd ê dîtir ji bilî pkk ve nemez ew partiyên kurd ê sîvêl an ne çekdar , ji enqerayê xwestin ku di rêka perlemento re pirsgirêka kurdî çareser bikin , çend cara kurda ji eurupa xwestin jibo zorê li turkiya bike ta ku li mafê netewa kurdî mukurê , lê ne eurupa û ne turkiya deng ji xwe nanîn , vêca kî dijî aştiyê ye turkiya a ku razînabe ku mafê kurda li wan vegerîne û a stemkariyê dijî miletê kurd bikartîne ji sedê sala de û hemî mafê kurda qedexe kiriye û bi êrîşê leşkerî û operesyona welatê kurda xera dike û tim û im ji pirojeyên çareserkirina doza kudî direve , em ji C.O di pirsin kê mafê kê xwariye ,gelo ti mafê tirka li ba kurda heye û kurda lê daye mandelê , jibo xweda C.O cilo mijûl dibe , ew dibêje az elmanî me û wilo di peyive , başbû negot ez tirikim an na wê eşkere bixwesta ku netewa kurd ji kokê de qirbike .
Eger helwesta keskan a fermî jibo doza kurdî wilo be ,me ji wan û C.O qebûle bela helwestê xwe ji xwere û S.H. B re bihêlin , ev ne siyaseta rêxistinek rurupî ye belê a ergenekona ye .