الرئيسية » مقالات كردية » LI TURKIYA ZAGONA QEREQOŞ BIKAR TÊ

LI TURKIYA ZAGONA QEREQOŞ BIKAR TÊ

Bihelkevtina roja ziman ya cîhanê berêz ahmed tirk li ser peyvgeha berlemanê turkiya gotarek bi zimanê kurdî xwend tev ku naveroka vê gotarê tiştekî ne asayî têde nebû di gel vê yekê jî hemî weşangeh û ragiyandinên turk ji serta ser serobin û aloz bûn û weşanên xwe yên zindî birîn lê helwesta herî balkêş û weynek ya TRT 6 bû ji ber ku evê TV bidsetê xwe rastiya xwe têkda.
Çawa ji rexekî ve bi zmanê kurdî weşana xwe dike û ji rexekî dî weşana xwe dibire ji egera peyvekê biheman zimanî , piştî evê bûyerê mirov dipirsê gelo ev TV kê çêkiriye û jibo kê çêbûye mebesta wan diyare ku di xwazin vîna zimanê kurdî di destê wan debe roja bixwazin bebe û roja nexwazin peyvîn bi kurdî nebe lê tiştê em têde naghêjin ev dewleta aloz û bê nasname ta kengî di kare bijî û digel derewên xwe mijûl bibin û ji xwe bawre bikin van derewan .