الرئيسية » مقالات كردية » Ismaîl umer: piştî derxistina fermana dezgeyên ewlekariyê,bi deh hezaran kurd,ji karên xwe hatin bidûrxistin

Ismaîl umer: piştî derxistina fermana dezgeyên ewlekariyê,bi deh hezaran kurd,ji karên xwe hatin bidûrxistin

Serokê partiya yekîtiya dîmuqratî kurd li sûriyê da xuyakirin,ku piştî vê fermana devkî ya dezgeyên ewlekariyê ku li ser firoşgeh û kampanyên bazirganiyê belav kiribûn û ji wan xwestibûn ku çi kesê bê nasnama erebî be,berî erêkirinê wan li ba xwe neşuxulînin,û jiber vê yekê, bi deh hezaran kurdên sûriyê tevli kerwanên bêkaran bûn.

Serokê partiya yekîtiya demuqratî kurd,ismaîl umer di gotineke taybet de ji “quds pirês”re teqezkir,ku komin mezin ji karkerên kurdan ên ku penaberî şamê bûne,anha ji karên xwe hatine berdan û di taxin feqîr de dijîn.

Ismaîl umer got: ta nuha tu belgeyên fermî û nivisandî tunene,lê ev fermana giştî û devkî ku ji bal dezgeyên emnî derketiye,ji hemû firoşgeh û kampanyên kar re,gotine çê nabe hûn bê nifûsan li ba xwe bişuxulînin,û çi kesê ku bi vê fermanê neke ewê ceza bibe,û ji ber vê yekê kurdên bênifûs ji kar hatine berdan,û wek em dizanin bi sed hezaran kurdên bênifûs penaberî taxên feqîr li şamê bûne.

Iasmaîl umer ev kar û ferman şermezar kir,û dît ku ev karekî nebaşe li dijî kurdan û dijî miletê sûriyê bi tevayî pêktê.

Ji alîkî din de,siyasetmedarê kurd ismaîl got: na na bi carekê re tu nerîn tunene ku şahiyên newroza îsal neyên kirin,û got tu hêz nikare pîrozkirin û şahiyên newroza kurdan bisekinîne.

ismaîl got:cejna newrozê bûye rastî û hebûneke berçav li sûriyê û emê wek her sal pîroz bikin,û tu kes û tu alî tevî rijêmê jî, wê nikaribin nehêlin em newroza xwe pîroz bikin. tevgera kurdî şahiyên newroza par sekinandin ,da rêzgirtin û hurmetê bidin canê şehîdên kurdan yên ku di 20ê meha azara sala bûrî de bi destê polîsên rijêmê şehîd ketin,û bûn qurbana pîlanên dezgehên ewlekariyê yên ku dixwestin kurdan bitirsînin û nehêlin kurd biaştî newroza xwe pîroz bikin.

Jêder: xidmet qudis pirês/ al mersed elsûrî