EZ DIGERIM


Ez digerim vê cîhanê
Wek qereçyan bê welatim
Tûrê min ser piyê mine
Derwêşim bê cî ûn latim

Ez digerim xwe na bînim
Wek serxweşan ne sergêjim
L;bajar û kolanê dinyê
Newêrim navê xwe bêjim

Xelkê pêximber çêkirin
Sûda netewî jêkirin
Bav û kalên me reben bûn
Bi bend û peyvên wan kirin

Welatê min hemî dizîn
Şan û navê min guherîn
Wek qereçyan derbider bûn
Maye jan û dilê bê jîn