الرئيسية » مقالات كردية » HUSÊN EHMED HEVPEYVÎN BI ZAGROS OSMAN RE

HUSÊN EHMED HEVPEYVÎN BI ZAGROS OSMAN RE

Wergerandinji zimanê erebî : zagros osman

PIRS : ez pêşwaziya te dikim , û kêfxweşim ku ez hevpeyvînek dirêj bi tere bikm , pirsa minî yekemîn eve , Zagros kiye û kengî derbasî cîhana nivîsandinê bûye .
ZAGROS: ji bilî şêlûpêla qederê tiştekî min tune ye ,cîhana ku ez jê hatime tune ye , dîroka ku min jê destpêkiriya tune ye .
ev tiştê ku tu jêre dibêje Zagros , wek zarokekî gundî bêyî wî bi darê zorê ew anîn hebûnê , xweda ez afirandim bê ku raya min bistîne , ku xweda ji min bipirsiya , min xwe ne davêtê jibo min çêke , ez jidaykbûm birîndar di hebûn û nasnama xwe de , vêca taya nivîsandinê bi min ket , min bi abêceya ( elifebêtika ) xeyal a bê ziman, li qiraxa hestê xwe dest bi nivîsandinê kir berya ku ez fêrî ziman bibim , piştî vê yekê nivîsandina li ser xeyalê min zîvirî qonaxek din , jibo bi xweliya darikê şewitî li ser dîwarê male ê bi kilsê û hejariyê seyandîbûn ez binivîsim , dayika min bi min re de xeyidî jibo wan xêzikê ku kilsa dîwarê mala wê reşdikirin , ez çûm dibistanê li wê derê tiştin nûh bo min xuyakirin navê wan pênus û dafêr , bi pênusa xweyî darikî a ku min serê wê bi guzanê Kevin tujdikir , li ser dafêra xweyî a ku temenê wê 1 L.S bû , min gelek tiştê di hayê xwe de dinivîsandin, piraniya wan jibo jiyana sewalê gund bûn , bi vî hawî rojekê hevalekê di zanîngehê de ez mujde kirim , ku wê mijarek min pêyî min weşandiye bi navekî veşartî di kovarek filestînî de , ev di destbêka sala heştê de bû ji sedsala rabirdû de , piştî min xwendina xwe bi dumahîkir , min dest bi nivîsandinê kir di çapemeniyê filestînî û ê kurdistana başur de , hêviya min ew bû ku ez rojekê karibim berhmê xwe ê ku betilîbûn ji toza li ser wan kom bibû di pirtukxana min de çapbikim,lê hêviya min nehat , dema ku serhildana 12 adarê hat , dayika min jibo min tirsiya rabû karê minî bêtirî 20 sala şewitand û li ber ba çû , ziyaniyeke mirov bi çi şêweyî be nikare wê vegerîne , ez bê hêvî mam û min biryar da ku durî pênusê bikevim , lê dîsa ew li min vegeriya , ez mijarê xwe di malpera de di weşînim û yek carna di rojnamê kurdî de , vê carê ku her berhemekî xwe ez bi dumahî dikim ez wî di şewitînim , jibo ez nivîsandina xwe ji êşa bendewariyê biflitînim
PIRS : jibo çi tu derbasî gastîna nivîsandina çand û siyasetê bû ye
ZAGROS:jibo ez di tora siyasetmedaran û rewşenbîran wer ne bim , ê min berekî taybet bo min heye , ku babet siyasî be an rewşenbêrî be ,şeytanê minî hundurû jibo min babetê tîne û dide min , çi helbest be çi mijar be , ê ku dinivîsîne ne ezim , belê ew şeytanê minî diruniye ê ku di giyanê min de rûniştiye , di zarokiya min de wî ez dinivîsandim û hîn ew min dinivîsîne , ez û wî li hevin û ez pêre kêfxweşim û min xwe sipartiye wî , çimkî ew pêbilya yê perwerdekirina mirova ye, hêviya wî ku gerdon bê guhertin û firehiyek di wêde peyda bibe jibo xweşiya mirovatiyê , şeytanê min azadiyê li ser lêva kola dinivîse , şahiyê li ser dilê xembar , dildariyê dinivîse jibo mirov bîra regezê xwe bibe , rewşa miletekî ku deriya êşa hilgirtiye dinivîse , siyasetê dinivîse jibo poxê siyasetmedaran der xe û riya wanî xwar rast bike , piştî ku şeytan dinivîse , ez berhemên wî ji xwe re dişînim , jibo sibeha di çend malpera de ez wan weşandî bibînim
PIRS : tu ji kîjan malpera hezdike û jibo çi te ji wan pêve ne hilbijartin
ZAGROS:kêm kêm ez serdana malpera dikim , çimkî ji bilî yek carna ew tiştekî ku ez nizanibim nadin min, tev wilo hinek malperê kurdî û erebî hene ez ji wan hezdikim û navê wan bo te nabêjim , jibo nebe reklam ji van malpera re
PIRS:tu helbestê xwe bi kurdî û erebî dinivîsîne , te serbûriya nivîsandina helbestê bi dû zimana çilo dibîne ,û tu jibo kê helbesta xwe dinivîse .
ZAGROS :li gorî rewşa em têde ,piraniya çanda ku bi dest min ket çanda erebî bû , a ku bi darê zorê hiş û zimanê min dagir kiriye , jibo wilo min bêtirî 20 sala bi zimanê erebî di nivîsand , min tiştek bo zimanê xweyî zikmakî ê kurdî nizanîbû , ji bilî zimanê rojane ê kolanê , lê ta ev zimanê rojane jî qurmiçî û nema mezinbû , dema temenê min bû 6 sal û derbasî dibistanê bûm , mîna hemo zarokê kurda ez çûme dibistanê , jibo ez rewşek kelovajî bibînim , jêre dibêjin feleqe (lêdana şiva li paniya lingê mirov ) jibo her zarokê ku bi zimanê xweyî zikmakî bi peyive ,yê ku me ji bilî wî nizanîbû bi tu zimana bi axivin , di gel feleqê de êşek dijwartir hebû dema wan bi darê zorê barê zimanekî dîtir davêtin ser milê me , ew zimanê ku me tiştek jê nizanîbû , jibo wilo bi zimanê kurdî ez ne xwende derketim , min nikarîbû bi kurdî ne bixwînim ne binivîsim , lê dilê min pir hebû ku ez fêrî zimanê xweyî şêrîn bibim , jibo ez karibim bi wî binivîsim wek ku ez di karim bi zimanê erebî binivîsim , lê dibin nîrê ku di wî de şerê zimanê kurdî dikin ,û wî bi şêweyekî fermî qedexe dikin di hêla fêrbûn û medya û çapemenî de, ew nahêlin ku mirov fêrî zimanê kurdî bibe li dibistanê sîvîl ,van nîrê xerab nehiştin ku ez daxwaza xwe pêkbînim jibo fêrî zimanê xwe bibim , ta ku di dawî de û bi derengî hêviya min bicîbû de sala 2006 n de ez derbasî xula fêrbûna zimanê kurdî bûme bi şêweyekî veşartî , bi saya mamosetê hêja arşekê baravî , min dest bi xwendin û nivîsandina kurdî kir , ez pir kêfxweşbûm ku ez bi zimanê kurdî bûme xwende , wek mirovekî ku ji nûvre ji nexwendinê rizgar bûye , ji min werê ku ez fêrî ziman bibim di warê nivîsandin û xwendinê de besî mine jibo ez karibim bi kurdî helbesta bi hunim û wêjan bi karbînim , lê serê min li dîwarekî stur ket , ez bi erebî mijûl di bûm û min bi kurdî dinivîsand , jibo wilo tişit li himber min nediyar û şêlûpêl dibûn , vêca nivîsandina minî kurdî derdiket holê wek wergerandinek herî pîs ji zimanê erebî , min di helbest û mijarê xweyî kurdî de hay û hest û can û raman kurdî ne di dît , ew nivîsandina hesane û xuristî ku dabêja toreyî û wêjeyî a li xurû kurdî be min peyda nekir , ev merc giringin jibo bi serketina çi berhemê wêjayî be, de ka ezê çilo can û ramanê xwe bi kurdî bêjim ezê çilo hestê xwe kurdî li xurû derînim ,wek helbest û torîn ,çilo ezê hiş û bîr û pênusa xwe bikim kurdî , ta ku ramana xwe rizgar bikm ji bandora zimanekî ku30 salî ez dagir kiribûm , bi wî zimanî min bi seda deqê erebî xwendin û nivîsandin û bihîstin , min pirtukê pirtukxana Al esed û ya Kolîja toreyî di xwarin , û himberî wan min deqekî kurdî bi xweşkayî ne dîtiye û ne bîna ye, ji pêvî ew tiştên ku di bîr û baweriya minî serete de mabûn ê ku min bê hemdî xwe ji devê gundiya girtibûn, ev rakişandinek mezin bû li himber min derket , min jî piryar de ku ez giyanê xweyî kurdî vegerînim jibo ez karibim wêjaya kurdî li xuru binivîsim , di demekî kurt de , bi dest min ket ku ez karibim deqê kurdî ê ku xwêner ji wan razîbin pêşkêş bikim, jibo îro helbestê min dakevin pêşberkê mihrecana helbesta kurdî û di kovar û malpera de bi weşin , serburiyek bêbevile û rinde û bi êşe ku mirov dû zimana xwedî bike , çimkî mirov dû cîhana himber hevdike , lê mirov li gorî reweştiya xwe diçe , û li cîhana ku ji malzaroka wê der bûye vedgere, peyva min jibo tîpa T ya mê ye a bi tebat û a bê tebat û jibo koma nêra ê durust û ne durust, û berya gişa jibo Zagros ez dinivîsînim
PIRS : di warê piroseya çandê de , tu rewşa rewşenbîrê kurd li suriyê,di vê qonaxê de çawa di bîne
ZAGROS:rewşa wan ji rewşa xelkê ye , her tişt seroqunkî bûye û berqoqanî diçe , rewşenbîr stembarin ji aliyê rêcima desthilatdar û civakê û siyasetmedara ve , dema ku jan bela dibe ,tu kesî berna de , rewşenbîr li suriyê çi kurd çi ereb be , nema rewşenbîrin , ew jî mîna xelkê ketine bin bandora fakterê paşketinê û nizaniyê û sertbûnê û çwetitiyê ,ew nîrê ku zorê li mirov dikin , wêneya mirovatiya xelkê xerakir , jibo wilo nema tu kes di kare bi rola xwe rabe , di vî warî de rewşenbîr ne tiştekî ewarte ye wî jî rola xwe winda kiriye , nivîskar pirin lê rewşenbîr nînin , ez ne rewşenbîrim û ne tu û ne xwêner , dayika min bi tenha rewşenbîre , çimkî ew ne xwende ye , nizanim çima di vê navê re rehmetiyê E.A. ELkewakibî hat bîra min .
PIRS : di raya te de , kurdê bin xetê ê ku nasnama suriyê ji wan hatiye stendin û ji mafê hevwelatiya mane bêpar, gelo wê nasnama suriyê bi dest wan bikeve û li wan vegere , an wê bendewarê vî mafî bin , çend sal an çend sedsalê dîtir .
ZAGROS:te di qirdê min yo ,ez ne berpirsyarê hikumetê me , û ne lîderekî siyasî me , jibo tu vê pirsê ji min bike , ev pirs ji xwedî biryar dibin , tev wilo li gorî raya minî kesayetî , her tişt bi paşde vedgere , jibo wilo ez gûman nakim ku doseya van rebenê bê nasname çareser bikin .
PIRS:di havîna burî de me gelek mijar xwendin ,jibo rewşa rêxistina siyasî a kurdî li suriyê , a herî balkêş bi navê Z. Osman bû , başe tu rexnê siyasî di hêla tevgera kurdî de çawa dibî ne
ZAGROS:gelek caran rexnê siyasî dibin, jibo zaro heyfa ji hevdû hilînin , heyfê kesayetî an ê altaxî an ê partîtiçiyê , wekî din jibo tomar kirina helwesta , ta ku mirov hevalê xwe li aliyê dîtir birîn û pîsbike, û jibo gotina lihev vegerînin , jibo wilo rexne karmendiya xwe yî serete winda dike ,qaşo jibo xêzka xwar rast bike, û şaşityê durust bike , çimkî sîstematîka zanyarî a rast li cem me peyda nebûye ta ku di rexna de mirov bi karbîne , mijra min balkêş bû û ciyê hirmetê bû , jiber min di wê de berê xwe neda tu partiya an lîdera an kesa jibo ez wan birîn bikim , belê min hewldan dikir ku rewşa çivaka kurdî û tevgera wê a siyasî bi şêweyekî zanistî bê alî enalayz û şîrove bikim , armanca min jibo em şaşityê siyasetmedarê kurda diyar bikin û sedema ku wan di şaşityê wer dike nasbikin , jibo mirov karibe kuka şaşityê çareser bike .
PIRS :li gorî dîtina te , ti aso ji te ve xuya ne jibo yekitiya tevgera kurdî li suriyê .
ZAGROS : yek carî aso jibo vê hêviyê nema ye , nej berjewendiyê kesê ku di partiyê kurdî de destdirêjin jibo berê xwe bidin asoyê yekitiyê , ew di karin bikin , lê tu cara vê yekê nakin .
PIRS:piştî derketina biryara 49 n a ku di civaka kurdê suriyê de ,erd hejand , te dîmenê siyasî ê kurdî çawa dît , gelo perseva karê partiya gihişt asta berpirsyariyê .
ZAGROS:vî biryarî barê hevwelatya giran kir , çimkî ew kar û çalekiyê beşekî aburî giring qedex dike li devera ku biryar ew nişan kiriye jibo lê bicî bibe , bazirganiya erda ê jibo çandiniyê an yên jibo avakirina mal û dikana karekî aburî serete ye , jibo hevwelatiyê kurd û ereb ê ku ferzendê kar bi dest geleka ji wan diket di riya vî beşê aburî re , û her weha ji vî alî de barê hikumetê sivik dikir jibo ferzendê kar ji bêkara re peyda bike , û ji aliyekî din ve ,ji dûv van çalekiyê aburî gelek pere dihatin qasa dewletê wek perê paç û qoçan û deramet , lewra ziyanî li hemî aliya bûye , lê jibo kurda ziyanî dûbare ye , vî biryarî hevwelatiyê kurd gihand birayê wî ê bênasname , wan dset û lingê mirovê kurd girêdan û çavê wî girtin , û jêre gotin de karê xwe bike.
partiyê kurda kar nakin ta ku bûyer bibe , jibo wilo ew ne amede ne ku pilana jibo bûyera peyda bikin , ku bûyer çêdibe partîçî neçarin ku tiştekî bikin vêca jêhatî dibin û pîlanekê di wê kêlîkê de datînin bi şêweyekî çeqoberî , armancê xwe bêknay ne , belê encama wê kelovajî dertê , bi vî şêweyî patrîçiya biryara 49 n çareser kirin , me tu alî himber bûyerê nedît , tev ku em rûmetê didin ew aliyên ku rabûn bi şêweyekî aştyane biryar pirotesto kirin , tevgera kurdî fêr nebû ji pûyerê berê , jibo kongrisê kurdî damezrîne û senterê lêkolîn û xwendina ava bike, di hêla polîtîk û stratîjîk de , ta ku karbie aynde parzûn bike , û salox û nuçeya jê bikşîne û bide serokatiya kurda , jibo karibe li bûyrê gûman bike berya ku bibe , ta ku ji wêre amede be , ramyariya siyasî a kurdî hîn ne giya ye, jibo wilo me bîr nebiriye ser giringiya zanyariya ayinde , lêkolîner û zanyar û remyarê kurd hene , lê siyasetmedar hayjênekirin , ez bêhêvî me bigiştî rewş xera be .
PIRS : wek mirov di zane her kurdek li suriyê piştgiriyê dide partiyekê , eger ev ne nehêne be, tu dilxwazê kîjan partiyê ye.
ZAGROS :kuro îro çi bi te hatiye jibo wek vê pirsê tu bipirse , xem nîne , min partiya kerê rast yên orte damezrand , lê ciwamêrekî xwe di ber min rakir û di ciyê sekretêr de rûnişt û ranebû , jibo wilo ez ji partiyê ve kişyam , ta ku yekitiya kera biparêzim .
PIRS : mijra te jibo Mereh Buqaî M.B , di hêla rewşenbîrê kurd û ereb de , firtone rakir , her weha di hêla medya de vedeng jibo vê mijarê pir fireh bû bi şîweyekî nayê salixdan , ji bilî xwetêwerkirin bi gotinê re a te bikar anî , çiyî nûh te di vê miarê de gotibû , ta ku wilo balkêş be , ev serburî çawa hat dema ku te gotin di deqekî werkir , canê wî helbest bû ,û gewdê wî wêjan bû , û kirasê wî pîtolî bû , gelo pirojeyê çand di neqeba te û M.B wê hebin.
ZAGROS: xoşewîstê min , nivîsandin dû astê wê hene , asta dûdiyan karê hosta ye , bi rotîna hojîn şiyatokî dikin, û bi kevneşop dipêçin ,û bi mejiyê şeytanekî nehtoriyê jêre dikin , jibo hacetê xwe ji terqi reqa destekên wêjeyî ê nûjen di tirsin , lewra deq di vê astê de çiqasî çeleng be neqşê wî zivir û beloqî dimînin , ez naxwazim di vê astê de bimînim , vêca asta yekemîn ew asta nepen û nediyare a ku şeytanê gûmana dûrtir têde winda bûye , ev asta hanê seyrangeha mine , di wêde cenawerekî zimanî har mexel hatiye , dev li min dike û ez dev lê dikim , em bi navê dileyizin ta ku her yek ji me di bînçikandina xwe werdibe , ez bêhiş dibim , di pey re şiyar dibim jibo ez li dora xwe bibînim nivîsandinê kurdî û erebî li ser pela belawela bûye , nayê bîra min ku ez mijûlî wan bû me an min ew nivîsandine , lê ez zanim ku xêzik xêzka destê mine , ev mozayîka bêcir a ku ji dibistana baweriya veşartî revya ye ,ez wê dicvînim , dema wê dixwînim berya teva matmayî dibim , bi gûmanim ku cin ji min re dinivîsin .
Jibo M.B ,her ku ez helbestek wê dixwînim ,pêlek karebayî cenawer û har min kontak dike û min davêje cîhanên wêyî dûr, û biroskek nepen min di guheze pişta asta yekemîn a nediyar , jibo rû bi rû li himber şeytanê gûmana mezintirîn ez rawestim , li wê derê ziman çariya xwe davêje û ji fediyê rizgar dibe , jibo min xwe tazî dike wek cadu û dabêj , vêca dema şeytanê min jibo M.B nivîsand firtona gengeşe rabû , wekî din M.B perefîsore û ji kumçika antilcînisya erebî ye, jibo lêborîn vekiriye be ser aliyê dîtir ve yên netewî û siyasî û şehristanî , û ekadîmîyek bilinde li zanîngehê waşington ne, ev ji bilî helbestê wê yên çeleng ê ku mirov di nûjeniya wan de taybetmendiyê dibî ne ,di van helbesta de felsefa M.B jibo jiyanê xuya dike , perefîsorek wisa giranbuha ciyê wê di qada torîn û wêjan û siyasetê de herî bilinde , ku min destê xwe têdakir bi zimanekî fantazya li xurû û tazî û berdayî , ji aliyê min de ev têwerbûnek herî bi çeger û bê serî bû ,çimkî min serî ji goteyên xwe re berdabû , jibo wilo hinek behetîn an veciniqîn an mujde bûn , kesekî gûman nekir ku ez xwe di M.B re derxim û wê bînim ser ziman bi vî şêweyî bejî û kuvî , ev sedem bûn ku mijara min jibo M.B evqasî balkêşbû , û gelek gûman û piropogend bi bûv min û M.B vekirin, ku ev mijar jibo henekî din ba wê kêmî wilo qerebalex bi bûv keta , a giring mijara min erd hejand û di vê têwerbûnê de , raste ku çend şofînist û nijadperest ê paşketî bûn dijmnê min , lê ez bi serketim dema ku M.B ramana xwe diyarî min kir û ev tiştkî ku bi dest herkesî nakeve .
ti kar di navbira min û wê de nîne , em nerînê xwe bi hevdu re di guherin , de ayinde de hebe ku ez li gorî daxwza wê helbestê wê wergerînim kurdî
Di vî warî de daxuyaniyek min heye , dema ku min mijara xwe bo M.B weşand , min û wê bi hevdû nizanîbûn , ji bilî riya medya re , wek ku mirov tevde hevdû nasdikin , wate têkilyê zindî û pêwendî di neqeba me de tune bûn , ew li waşington ne û ez li qamişlo me , min jiber xwe ve bo wê nivîsand bê ku kes ji min re bêje , bawer nakim ku M.B pêwîstî tiştê wilo be , ew bi asta xweyî zanyarî û torînî beloye di gastîna cîhanî û erebî de , kenalê esmanî lê digerin jibo li wan bibe mêvan wek T.V Rûsya û B.B.C û TV- FRANCE24 û V.O.A beşê farisî , vêça jibo çi kirî ew van riyên çwet big re , ev kar ê lewasê biçukin , em çi bikin çivaka me wilo ye ciyê qerwelek û piropogenda ye .
PIRS:hinek ji rewşenbîrê kurda li emerîka dilmaniya xwe ji te kirin , çimkî te di mijara xwe de gotibû em kurd bûne peyî M.B , wan di xwest ku te darêjek din bida gotina xwe ji bilî darêja komê a te da dabû wê goteyê
ZAGROS: raste jibo wilo ew bi min re şitexilîn , min bo wan mebesta xwe jibo peyv û wateya peye da xuyanê , min ne got kurd bi tevayî bûne peyê M.B lê dabêj wesa hat wek mînak ,bi dehan rewşenbîrê kurd hene ê ku dilxwazê M.B ne di hêla çand û raman û polîtîk de , mirovê kurd rûmetê digre jibo aliyê dîtir ê ku piştgiriyê dide pirsgirêka kurdî , vêca ku ê dîtir yek weke M.B be a ku bi meznahiya xwe ciyekî bilind distîne di navbira bijartê erebî de û li her devera navdare , pêwîste ku mirov bejna xw jêre bi tewîne , ji vê hêlê gotina min wisa bi kar hat , ew perefîsore û helbestvanek di ser xwere ye û di qada medya de perefîşonale , vêca çi pêve heye ku şagirtî bibe peyê mamostê xwe ,ev nabe kêmanî belê qenciye , mebesta gotina min wilo bû , goteya peye a li xuru tê naskirin wek ku mirov xwe bike zilamê kesekî û xwe jêre daxe û wî pîroz bike, lê mebesta min dûrî vê yekê bû , ramana M.B ji kuka xwede rabû ye li ser bingeha azadî û srexwebûn û hevwelatiyê , lê babet jibo xortê me nediyar bû , piştî ku min raya xwe bo wan da xuyanê razîbûn û rêzdarî bêtir dan xanim M.B .
PIRS:tu wateyê van goteya çilo dibîne
ZAGROS:
Dîmokrasî : min ew ne dîtiye ne bînaye ne destê dayê ne xwariye ne vexwariye ne kuta yê , jibo wilo tu wata jêre li ba min nîne , tiştê ku wêneya wî di hayê min de tune be wê ew jî bê wate be
Zelalbûn : gerek tu mêr be jibo ti kêmasiyê xwe diyar bike , berya ku tu ji xelkê bixawze ku li ber te xwe tazî bikin
Diyalog : diyalog bi zimanê erebî dibe tebaşor û çavê reş û çêlîka deva , ku tu ciyê E – I – U di goteya diyalog bi erebî bi guhere wê gelek wateya bide , yek ji wan mirov xwe pê nasdike ku ew ji kur amê xweyî meymona cihêwaz bûye û nema pêwîstî qeramuşk û penca dibe jibo danûstndinê bi curê xwere bike , qaşo hiş û ziman li cem te peydabûne , gerek tu zanibe ku xweda zimanekî dirêj da te jibo ti wî bikar bîne di warê çareserkirina aloziya di neqeba te û xelkê de, ne jibo bi wî zimanê tu xûna wan balêse
Mafê mirova : bi soz ku kengî min xwe dît ez bûme mirov ezê bersevê bidme te , piştî temenekî dirêj .
Ray û raya ê dîtir : hahew her ji kenala Alcezîre bipirs
Hevgirtin : tovê xêrê ye û tovê şer re , herdû jî di pirêza siyasî a kurdî peyda nabin û kirîna wê ji derve qedexeye
Yekbûn : te go çi bavê mino , yek çi canê mino , jiber ku ev gotin gelekî tê ser ziman madê min jê xeliya , jibre ku bazirganiyê bi wateyê wêyî xweşik dikin ew xerakirin, serburiyek min bi tenha bi yekbûnê re heye , dema ku ez û yara xwe dibin yek ,50 î bumbe ê otonomî di dilê min de kom dibin , wata vê jî dibe ku ez xurtim û bi sawim , ev jî têra min dike jibo xelk rumetê bidine min .
PIRS:helbestvnê nûjen xwe dispêrin afsane û wê bikar tînin jibo hunandina helbestên xwe , jibo çi helbestvnê amûdî pala xwe didin a şermola û bi ser de digrîn .
ZAGROS:bîr û baweriya tevahî dibîne ku bajarek ji girê şermola çêbûye , ev tiştekî raste ne efsane ye , lê bûyerê li ser zimanê xelkê me nifş bi nifş berê xwe da efsane û destane , babet nîşanek dîrokiye bi afirandin û şiyarbûn û berxwedan û berdewamê ve girêdayî ye , tev bobelatê ku bi ser bajar û şermola de hatine , lê herdû man , ev jî tê bi wata vîn û hêz jibo mabûna bajar , di vir de helbestvan hatin û şermola kirin efsane , çimkî bezima wê ya taybet di hay û hestê wan de heye , nemz ku goristana amûdê li tenişta şermola ye , di goristanê de gwedê zarokê ê qurbaniyê sînema şewitî hene vê bobelatê pencemora xwe di baweriya amûdê de zindî hiştiye , jibo nîşanek din bavêje ser nîşanê şermola vê carê kul û derd û tirajîdya têde heye , amûdê dîroka şermloa ye û şermola dîroka amûdê ye .
PIRS:tu çawa amûdê dixwîne ji hêla
ZAGROS:
tore : Pirbûnek bêyî ku kes bikire
siyaset : li bazara Şemê heye , lê ez jê nakirim ji tirsa gurîbûnê ji kincên kevn .
huner : min tiştek nedîtiye ji pêvî hunera pêkenînê , û dîmenê telefonê mobayl, û opêra qazîmazî .
mirov : li ku derê be , ew lawirekî bizdoke .
dînbûn : rastî di kirasê xweyî herî xweşik de ye
PIRS : biburîne min li ser te dirêj kir … gotina dumahî a te çiye
ZAGROS : piştî van pirsa gişa derewek di turikê min de nema ye ku ez biservekim