الرئيسية » مقالات كردية » Dilgawirya bavê min..!!

Dilgawirya bavê min..!!

Dilgawirya bavê min..!!

Ji kurte çîrokên: Wzna Hamid
Wergerandin : Beşîr Mele

Diya min bi destê min girt û kete zikê rêça ku ber bi bajêrve diçe,piştî ku xwişka min li cem cîranekê bi cîh kirî.bi xemsarî her tişt li pey xwe hişt ,tenê derdê wê ku hinekî kuxka wê rawiste.ewê ji xwere digot belkî sînga min xitimiye.em qonaxekê bi rêve çûn ,weke her carê ku bê dengî pariyeke ji jiyana diya mine ,ewê bi yek gotinekê jî bêdengî nebirî.ta em gihan rê ya sereke li bendayî otombîlekê runiştin.li siwarbûnê her rêwiyekî xwedan çîrokekbû ji bo hatina bajêr.min li riwê wan dinerî yek tişt min ji wan fam nedikir ,tenê diya min di kuriya hizrên xwe de noq bûbû li gel kuxuka ku yek kêlîkê dest jê bernedida,ta em gihiştin bajar.li navenda bajêr çûn û hatin û pir qerebalix , şêranî û tiştîên xweş li dikanan bala min dikişanidin:çendî bajar ji gundê me mesti re …amanca me çûna textore,piştî ku diya min navnîşana textorekî şanî mirovekî da û wî kesî cihê dektor pêş me kirî…ji nexweşan ne rê û ne rêwanî hebû.diya min ber bi berdesta textor ve çû ,kirya xwe da û navê wê nivisî û em libendayî dora xwe man ,div ê navberê de her nexweşek li ser jan û derdê xwe bi yên dîtire deyndikir ta ku dora me hat em derbasî cem textr bûn.her tiştên li oda wî û paqijya wî bala min kişand.çiqasî mirovekî ziman şêrîn û dilnerm bû destê xwe di ser sere min re bir û bi riwekî beşûş li navê min pirsî ,mirovekî vajî bavê min bû.Hûr hûr li êşa diya min venêrî û dipirsî —-go:grek te berî niha xwe şanî textorekî bikra …
Diya min got: ev cara pêşîye ku ez têm cem textoran..textor lê vegerand go:xwedê rehetyê bide te. Diya min bi dengê xeyî xeniqî dest bi pirsîna kir…textor jî bi dil xweşî bersiva wê dida , ku êşên wê sivik bike ,tenê hinek derman jêre nivsîn.
Bi êvara teng re em gihiştin malê.çawa ku bavê min qutya tûtinê di nêv detan de ye û çixarê ji çixarê vêdixe û qe hayê wî ji diya min tuneye.dûyê çixara wî bi ser de hilor dibe, ne bi min e û nebi teye…ne go hûn li kubûn çi bi te hebû hurmet!!
Ez li kêleka wî rûniştim ,min di dilê xwe de digot : xwezî tu mîna wî textorîba yabo! Ev çi zor û dilgawirya tu bi diya min re dikî? Hema ku tu ji mal derdikeve dibe qeşmerê zarokê gund.tu barê malê tevdî davêje ser mile diya min û tu kezeba wê reş dikî.diya min hizrê min birî ji min xwest ku ez herim xwişka xwe ji mala cîran bînim.Wê şevê diya min xweişka min ji himbêza xwe dernexist û çavên wê neçûn ser hev ,ji ber kuxik û êşê.Roj bi roj rewşa wê dijwartir dibû .Ez şevekê li ser nalîn û giryê diya xwe şiyar bûm ku çawa xwişka min xistiye himbêza xwe bi wî dîmenî dilê gawiran pê dişewitî û bavê min ev tevde didît û dibhîst.û bi xemsarî di ser guhê xwe re davêt, ev ne bes bû lêdida û dijûn jê re dikirin û ez jî di hundurê xwe de dikizkizîm ji giryê bê deng ,da ku diya min îskeîska min nebihîze.
Min di dilê xwe de digot:ax dayê te çendî zulm û zordarî ji bavê min xwariye…?sibehekê ne wek her caran diya min di xew de ma ! vê ez dilxweşkirim min got :belkî jana wê sivikdibe.di vê navê re ,cîrana me derî vekir û gazî diya minkir got:ma heya niha tu di xew de mayî !? wê sibehê bavê mnin zû derketibû.çawa ku cîrana me destê xwe da lamika riwê diya min ,qêrîn pêket go:mirye !!! gundî û cîran tevde li me vehewyan .bavê min jî vegerya mal , weke her carê lêvê wî ji ser hev venebûn tenê ji bo çixarê.qêrîn û giryên pîrekên gund ,dil û kezba min di helandin.min xwe avêt ser sînga diya xwe ,belam mirin ,mirina reş ,dilê wê bi kesî naşewite.min xwe ji hilma wê têr nekir,di vê demê de kar û bare veşartinê amde dibûn…diyamin veşartin…ji bo gundiyan hert tişt bi dawî bû !!
Belam em ên male, xew bi çavên me neket .bavê min xwişka min haşdikir,di riwê wî de qermîçokên xemgînyê diyarbûn.
Şev û roj derbas bûn ,rewşa bavê min jî ber bi xerabyêve dIçû ,weke di kûriya dilê xwe de bi poşmanê dihesya.pir digirya û bi mirina diyamin re şîn dikişand.her wekî dixwest tiştên borî vegerîne…belam xwestekek beyhûdeye, tiştekî wî dilxweş bike tune ye.tenê çixara wî û qehwa wî yên ku herdem jî peyda nabin.pirê deman, vêca bavê min di nivînêde dimîne.rewşa wî ya tendurustî ber bi xerabûnê ve diçe .vêca wê kî li min û xwişka min xwedî derkeve? Me hewl da ku bişîretên bavê xwe, kar û barên xwe bi rêve bibin…lê dem li bendî me ranewestî ,dilê qederê bi me neşewtî mirina reş bavê me jî ji nav me revand.îcar em û dilovanya xelkê gund .li hev kirin ku ez û xwişka xwe her yek ji me li malekê bê xwedî kirin,tenê di dema lîstikan de, li nêv zikakê gund me hevû din didît.sibehekê li sere min xist, min berî da mala ku xwişka min lêbû, bidizî ez derbasî hundurî bûm ,ez çûm ber serê wê û min di guhê wê de xwend da ku xwe amide bike , em ji vî gundî birevin.min bi destê wê girt û em ketin zikê rê ,ya ku em nizanin bê wê me bi kîjan derê ve bighîne!! Li gel tî û birçîbûnê em westyan di şewta germê de, me hinekî bîn veda ,xewê em girtin.çawa şiyarbûm weke sersaman li vir li wir, bi qêrîn û hewar …min xwişk winda kir.bi vî halî gihiştim bajêr ….li mirovekî ciwamêr rast hatim û ez xistim bin baskê xwe û li min bû xwedî…temenê min gihiştiye hijdehan û ez hîn li xwişka xweyî winda yî di pirsim û digerim……..