الرئيسية » مقالات كردية » Gelo wê kengî kanalek ji bo deverên kurdên sûriyê vebe ?

Gelo wê kengî kanalek ji bo deverên kurdên sûriyê vebe ?

Bi rastî di vê serdema nuha de, pêwistî û giringiya kanalên ezmanî pir çêbûye,di riya van kanalan re nerîn û hêvî derbasî her malekê dibin,û raya giştî di riya wan re ava dibe,nexasim wexta ku zimanê weşana wê kanalê bi zimanê temeşevanan be,ji alîkî din de tê xuyakirin ku belavok,nivisîn,malperên entirnêtê,filoklorê devkî û çanda gelêrî nema tenê dikarin nasname û zimanê miletekî ji windabûnê biparêzin,wilo jî ew dezgehên ragihandinê bi tenê nema dikarin yeknerîna ramiyarî û siyasî derbasî her malekê bikin,herkes dizane ku belavok û kovarên partiyên kurdên sûriyê nema tên xwendin,mirovên dema îro zanyarî û ragihandinan bilez dixwazin,nema bi mehan li bende belavok û kovaran dimînin,xelk di vê dema bilez de nema dikarin bi çavan berheman bixwînin,lewra ji neçarî li televizyonên xelkê temaşe dikin û nerînên xwe ji wan werdigrin û ev yek jî xetera wê li ser çand û siyaseta kurdî li sûriyê heye,gelo ma ne kêmanîk mezine ku heta nuha kurdên devera efrînê bi êş,zordarî û hêviyên devera cizîrê nizanin, weha jî kurdên devera cezîrê zû bi zû bûyer û hebûnên li devera kûbanê û efrînê na bihîzin û li filoklor û çanda li wan deveran nikarin guhdar bikin,li nav kurdên sûriyê heta nuha tu dezgehên rewşenbîriya bi zimanê kurdî yên berçav tunene,lê tevî wilo jî partî û zimanzanên kurdan dikarî bûn heta vê rojê zimanê kurdî ji windabûnê biparêzin, tevî ku rewş li bajarê mezin ne wehaye, wek bajarê şam û helebê ku kurdên wan car bi carê nema bi zimanê xwe dipeyivin, û ev jî piroblemek mezine, nerîn heye ku ji nuha û pêve bi wan şêweyên ragihandinên berê ,wê parastina çand û zimanê kurdî li sûriyê pirr zehmet bibe,li cîhana îro gelek kes bi tena xwe kenalan vedikin,û dikarin vekin,tenê rêberên partiyên kurdên sûriyê vê çîrokê zehmet dibînin,û karên xwe di çarçevek teng de dihêlin,ez di wê baweryê de me, ku wexta vîn û xwestin li ba wan hebe wê karibin vî karî bibin serî,çi di riya rêxistinên xwe yên urupa re be,çi jî di riya komkirina peran ji welat re be,bi rastî tevgera partiyên kurdan li sûriyê di vê demê de ketiye bê fêdebûnek zor de,lewra pêwestiya çêkirina qenatekê bûye erk û wacibekî bilez û pirr giring di vê demê de, û bi taybet ev baraya ji partiyên xwedê giravî xwe dibînin mezin tê xwestin.