الرئيسية » مقالات كردية » HEVPEYVÎNEK BI NIVÎSKAR Û LÊKOLÎNVANÊ ZIMANÊ KURDÎ ARŞEK BARAVÎ RE (BAVÊ FATMA)

HEVPEYVÎNEK BI NIVÎSKAR Û LÊKOLÎNVANÊ ZIMANÊ KURDÎ ARŞEK BARAVÎ RE (BAVÊ FATMA)



wek helbestvan,lêkolînvan û mirov, ARŞEK BARAVÎ kiye ? gelo dema hatina te bo jiyana nivisandinê çawa bû.. ?



Arşek Baravî : li Amûdê di sala 1963 yan de ji dayik bûme (çê bûme)… min 13 salan di bistanên erebî de xwendiye (ta sala yekemîn ji dadweriyê)…


Sala 1979an despêka minî helbestêye… û ji sala 1990 î de ez di warê rêzimana kurdî de kar dikim ..bi (5) zimana dizanim (Kurdî-Erebî-Turkî-Ingilîzî-Farisî) …. Ez yek ji damezrîner û endamêd komîta Celadet ya hokirina zimanê kurdîme.. mamostayê xul û korsê (3) astame (serete-serbestî- pêşveçûna rêzimanî)…û endamê (3) komîtên çanda kurdîme (K.amadekar ya helbesta kurdî- K.nirxandina wêjeya kurdî-K. xelata Cegerxwîn)..


Berhemên min evin :


Helbest : sê dîwanê neçapkirîne ..1-Welat ..2- Nêrgiza Welat ..3- Mukurhatin


Lêkolînên zimanî : 1-Hûrbînên zimên ji 1200 rûpelî çap nebûye. . 2- Çîvanokên zarokî ..çap nebûye. ..3- Yezdan û Zerdeşt .. çapnebûye. . 4-Rêzanên rêzimana kurmancî : Zar û ziman Çapa yekem – sal 2005 … 5- Rista hokirina zimanê kurdî : 6 pirtûkin ji pola yekemîn ta pola şeşem .. a yekem tenê çap bûye û (5) jî bê


çap mane.


P2- armancên te yên rast li pê vê guhdana te ya pirr ji zimanê kurdî re çine ? gelo ev guhdana te ji dilsoziyê tê,yan bes mesele nasîne.. ?


Min di pola dehem de ji xwendina erebî ,helbest bi wî zarî nivîsî-lê ez bi hestekî netewî zû bi xwe hay bûm ..pêdivêye ku ez bi zimanê xwe ê netewî binivîsim, ez pir westiyam ..ta min xwe hînî tîp û nivîsîna kurdî kird, çiku komarên xweperest astengî li rû hewlên kesane diweşandin , min weke neçarekî, bi lav û hêviyan ..bi parsa rûpelên bêyî jêder û çavkanîk..xwe bi astekê ku têra hindekî ji hizrên min yên helbestî bike gihêjand, ta min ber xwe dît,ev giş bû pirsgirêkeke balkêş li ba min. .. westiyana min di warê hînkirina ziman de ,pirsgirêkeke balkêş di henasên canê min de afirand û bi sinciyeke berfireh ..curecur ez ê boy we ravebikim.. 1-ta ku gellê min nekeve wê kêferatê, min xwest ku ez pêre alîkar bim..vê pirsgirêkê li gorî karîna xwe jê re çareser bikim..2-min xwest ku ew gemara wan aloziyên ku ji kevnê salan de xwe li ziman girtiye daweşînim..3-pirbûna lawaziyên berçav di berhemên rewşenbîrên kurd de, nivîskarên helbestê..romanê..gotarê ..û…h…….. hiştin ku ez di rêzimana xwe de mijûl bibim taku ez xwe û gell ji van lawaziyan ta astekê biparêzim.



P3- li gora zanîna te,bingeh û binyatên zimanê kurdî çine.. ?


Zar ji karmendiyên mirovînî tundiye, ango di jiyana lawirî de peyda nabe tevku despêkin di asta meymûnanî bilind de jî neyin û nepen nabin .. belê ew despêkin jandarin, dêmekî ji bingeheke civakî .. rê li ber girtiye.. an hatiye girtin.


Ji gencîneyên lêkolînên bilîmetên cîhanî û kevnar tê nasîn ku zar yek ji mercên mirovahiya mirovaye.. mercekî resene û hîmdeye.


Zar bi derbasiya pêngavên delîve û qonaxên zarotiyê hatiye vegirtin û ji têkiliya ziman û ramanê bi hiş re sûd û hode wergirtiye.


Tenê mirov dikare zar bikar bîne ( şêkarê axaftinêye) .. binivîse . paxive .., lewra di pir beşên zanyarî de lêkolîn û kwîrkol jê re bi nav bûne .


Pîtolên derûnî jî pirr berhemên balkêş di biwarê zar û derûnê de şirove kirine … û ravekirin dane, hevkariya hiş û ziman berdewame .. çiku dever û navendên peyivandin û axaftinê di mejî de cîgirin… aşkart û aşkere bûne,


Zimanê kurdî yek ji zimanên Ariye … kevnare , ji şaxê rojava ( zendî ) ê ku ji komela ( malbata) zimanên Îraniye , ev malbata ku goveke mezin ji zarên Arî jêne..û têrre zarê Avistayî ku Zeradeşt – ew pêxemberê milletên Îranî -..herdû berên pertûka xwe ya evra Avista: (Zendavista) û (Vêninda) pê nivîsand , ew zarê herî nêztirîn ji zarên Îranî ku ber bi kurdî de bû , dibe ku yek ji şêwezaran be jî , her wekî ku zarê Pehle ( parisiya navîn ) û parisiya nû û kurdî û Estînî li navîna Qewqasa bakur jî jêne ( ji malbata Îranîne) , zarê kurdî li ser hêza xwe ma û zaravên xwe êd resenî ku regezê wan ji Avistaye – zarê Mîdiya – ku hin bavpîrên kurda ên di bakurê rojavayî Îranê de berya ku Guhreş dewleta Pars ava bike deshilatdar bûn …ew parastin .


Zarê kurdî li çar şêwezarên ku her yek jî weke zimanekî xwe dinasîne … pay vedibe , li sê hevciyan ji Kurdistanê belav dibe û dipexşire : şêwezarê bakur û şêwezarê başûr ( kumanciya jorîn û jêrîn-xwarê ) û şêwezarê bakurê rojava ( Zazakî) û şêwezarê Lorî ( Bexteyarî ) .


P4- ( bi rastî min çandek nivisandî bi zaravê kurmancî ne dîtiye, tenê bi zaravê soranî min dîtiye,ev rastiyeke divê em jê re erê bikin…)çi nerîna te di vê gotinê de heye ? gelo tu ji vê gotina lêkolînvanê kurd( berzo mehmûd) raziye,yan nerînek te ya din heye.. ?


Ku em li mêjoyê vegerin pirseke balkêş xwe dide dermagelo zendavista û vêninda bi kurdmanciya jêrîn bûn an bi a jorîn hatibûn nivîsandin ? lê .. mixabin.. dîrok bêzimane …lewra şêwezar bi derfetê rerasere … bandora çanda zimanên dîtir jî bûye pesindana demê.. ev mukurhatina nuhoke dûmana bûrî jê bêpare…


P5- lêkolînvanê kurd( berzo mehmûd ) di hevpeyvînek min de pêre weha dibêje 🙁 bi rastî kurmancî û soranî di gelek alyan de wek zaravekê nêzîkî hev dibin, û di alînin din de ji hev cuda dibin,tê bêje qey du zimanin )? Mamoste tu di vî warî de kar dike,gelo tu vê gotina berzo mehmûd) çawa dibîne.. ? )


Ev nerîneke taybete û ciyê rêzgirtinêyehebe ku (dibe ku) di ayindê de bi pitirbûna amarê re (pirbûna hejmara kurd ) şêwezarên dîtir jî bibin zar û zimanên serbixwe .. ne tenê ev herdû şêwezar jî ..û nimoneyên cîhanî di evî warî de pirrintevlî ku bingeh û malbat jî yek bin.


Di cîhan de çiqas millet hene evqas ziman jî hene, tevde ji hev cudane, pirbûna şêwezarên zimanan jî bi kevnariya dîrokî û pirbûna hejmara amarê û pêşketina têkiliya deshilatdariyêye ..


û bi berdewamkirina serdestiyê ve berpîvaneke pêwîste..


Lewra zimanê kurdî jî pirşêwezare, lê ku em her nerînekê li gora şêwezarê deverê binerxînin û em tevayên şêwezaran bi ewê nerînê ve bipîvin..em gunehkar dibin,çiku em tevayên şêwezarên dîtir neşê û neçar dikin, emê wan bimestînin û bêcan bikin,.. û ev ji zana re nabe pîver û terazû di evê demê de.


Ziman pîtoliye (felsefeye) ..bi live û bi cane.


P6- li ser mesela yekkirina zimanê kurdî carekê, ji zanê kurd mamoste mesûd hamid, hate pirsîn,camêro weha bersiv da:( çîroka yekkirina zimanê kurdî dibe ku ji şerrê cîhanê yê didwan zehmettirbe),gelo li gora nerîna te wê ta kengî ev pirsgirêk berdewam bike ? ma tu hêviyên nû di vî warî de hene.. ?


Zimanê gell nasnameya gelle .. û em jî gellin :


Di bin siya evê durişmê de … pêdivêye ku em jî li zimanê xwe xwedî derkevin û tevku hewlên kesane sûd û wirc û hode û mefayeke pirr kêm didin vî zimanê herrifî û jevketî … lê ev hewlên kesane bingeheke wircedar av didin .


Boy pirojeyeke dezgehî bête damezirzndin … ew karê dezgehî ku van hewlên kesane bide ser hev û bibişêve û biparzinîne, ta ku kesên zimannas bi gelamperî ji hewlên tevayên şêwezaran laperîneke giştî peyda bikin ,…û kar ji zimanekî fermî … Petî … û serrastî yekser re boyî seranserên şêwezaran…ji hevpeyvîneke hevwek û hevfêriyê re … bikin , lê şêwezar dîsa wê bimînin .


اiku bandora bindestiya salan ev ziman ji lawaziyê û lariyê re kevandiye..ciyok û zaraveyên zarên cînar tê de bûne rêwiyên raser û cîgir,ev aloziyeke balkêşe û minêkarî lêkolînên miqatebûnêye .


Zimanê kurdî ji dîroka kevnare…lap dewlemende… pirr zengîne , çiku ew zimanekî xwezaye , bi qam û kizwete.. xwewateye… gote û bêjeyan ji rade û jêderên xwe .. tafirîne , tenê jêre pêwîste ku em gemara salan ji ser daweşînin …- lê mixabin – bi derengî ket , û tew kula ew heçî pirojeyên ku li herçar layên Kurdistanê,… ev festîvala Amedêye û ya dîtir li Dihokê û her weha boy rweşa zimanê kurdî û pêşkêşkirina pêşinyarên xwedêgiravî boyî zimanekî Standartin .


Bibexşîn , bi gavnî sist û hêdan, bê hêz û bê berhem , mîna neçaran , çareserî windaye … rêbaz çeperkiriye … na û ne hew ev tenê jî .. ka kiye ewê berpirsyar ? … tenê dem û ciyên sêçarbarekirinê ji wan re giringin , lê her gav jî pêşinyar û xwestek û axavtin ew ewin , û kes jî ew kesin , her weha ew xwediyên hol û rola vê pirojeyêne , dêmekî qet nabe ku mejiyên nûjen hevbeş bin … eger ku kes ji wan kêm bin , jixwe pêşinde behaneyên wan amedene ( hevalê me çûye serdana Kurdistanê..).. balo wir ne kurdistane.. , lê kesên nû derbas jî ew hempayên tenê guhdarin , an jî pirkirina temaşevanên ewan kesên kawîne,…Şelo ji enistûteya Holandaye (indirlande)… Çello jî ji Amojgeha ( peymangeha) Parîsêye … Bextewer ji Îstanbolêye û Bextiyar jî ji zanîngeha Tebrîzêye !!… lê Bextereşo bi xwe zanyareke,..belê ew vexwendî tu ahenga nebûye ,..çiku perîşane .. bê dirave… rewşenbîrekî serberdaye û bê hêle … eger ku derbasî vê rewşa taybet bibe …. çê nabe …!!.. ma ev rava zanaye ?..


Loma alozî berfireh dibe .. . hûrbînên zimanî winda dibin, têvel û jevcudayî ..qonaxeke dûdirêj ava dikin … û her hêzeke deshilatdar di her herêmekê ji kurdistanê de pêşinyara xwe pêşkêş dike , ewe ku şêwezarê xwe ê herêmê bike zimanê fermî … tev ku bingeh û binyat ne resenî be û rêzimanî herrişî be jî , û bila şêwezarên dîtir vemirin ,… raserî dizane û dikare ,.. boy çi û ta kuder ev şaşiyêd ziyandar ?


Ew jî berjewendiyên kesanene !… ma gelo gunehê evî zimanê qidoş û bindest çiye?


Pêkanîna rêkeftineke ferzande.. ji tevayên şêwezarên zimên… bi giştî pêkeve bê.


Pirkirina derfet û delîveyan boy pişikdariya herçi zimannas û çi pêbilyayên zimên yên stêle.. ji hemû şêwezaran .. bi awayekî hevkêşe û bê qiran , daku werez nebe.. giringe…û ev xwestek jî ne hîbûdiye qasî ku mafê her kesiye, daku vebijartina zanyaran hîmdeyeke nasyar ji hojîneke hêvoje ( hawût) damezrîne , û gedê


biryareke hevra were afirandin .


P7- hin ji yên ku di warê zimanê kurdî de kar dikin, ji ba xwe rêziman û bêjeyan saz dikin, ma gelo ev yekaya pirsgirêkan çê dike,xwendevanan şaşomaşo dike, yan na.. ?


Ez pirr dîtin û nerînên balkêş ji hêla hin birêzêd pêbilyayên zimanê Kurdî dibînim .


Dema ku ez tûşî nerînên curbecur( rengareng) dibim di warê zimên de û ez pêre mijûl dibim … ez çêja nûvariyê jê dimizînim , lê piştî kêlîkeke ponijandinê ji min re şityar dibe ku bandora çanda zimanên dîtir ew kwîrkol û lêkolîn nuxamtiye û xwe bi hawakî dîtir acirro kirye , lewra mejiyê Kurd hin tiştên beloq dibîne ku hên pîtoliya (Felsefa) zarê Kurdî ew ji parzinandinê re hilnebijartiye .


De îcar hin birêzêd navdar gotine birayê bav (Apoye) , dêmekî xweha (xuşka ) bav jî wê ( Apê ) be, ma ev nerîn ne beloqe …?


Bi bandora Erebî (e,m) û (e,me) ,an jî hin dibêjin …alavên tekeziya pêrnavêd koma EZ (im-î-e-in) karêd alîkarin…


Ez jî dibêjim ku karê alîkar bin çima bi koma pêrnavêd MIN re jî nayên? غ ev bandoreke zimanê Ingilîziye … min ev kiriye mijarek ji pirtûka xwe û bi berfirehî min şirove kiriye.


Ev nerînên weha ne ji çanda Kurdî ne lewra qeyranekê ji astengiyan di zimanê resen de peyda dikin …


P8- tu nerîna rewşenbîrên kurd, ku pê li zimanê xwe yê zikmakî dinerin çawa dibîne.. ?


Ronakbîrên kurd bi pirranî ji çanda zimên bê çekin .. ango ji ziman bi tirsinneşêyê şirovekirina hay û hestên xwe bi zimanê xwene tûrikên wan ji zarave û bêjeyan û rênivîsê jî bê bayik û valanelewra berê xwe didin çanda zimanên ku di bin bandora wan de ponijînedêmek ew karin kêferata xwe bi ewê bandorê binivîsin.. û ev kêmasiya demêye bila bi zimanê xwe zanibin û bi zimanên dîtir jî dengvedanê bikin çi di warê xwendinê de û çi


di warê nivîsînê de… ne arîşeye û ne dibe alozî jî.


P9- mamoste te birtûkek li ser zimanê kurdî bi navê ( zar û ziman )belav kiriye,gelo nerîna xwendevanên kurd tê de çawa bû ? gelo tu pêşinyar li ser vê birtûkê ji te re hatin yan na.. ?


Di hemû biwarên kar de pêxweş û pênexweş hene ..pirtûka minî ZAR غ ZIMAN şopandineke ji ronahiya çirên birêzên ku berya min xebitîne ..û hin nerînên min jî li gor xwendina min ji pîtoliya zimanê dayikî re hene bê guman nerînên rengareng mîna hemû karan li ser hatin daxwiyankirin û sûd ta asteke balkêş jê hate wergirtin.. û dem dikare berfirehtir bersivê bide.


P10- li ser xulên fêrkirina zimanê kurdî yên ku tu ji şagirtan re saz dike,tu çi dibêje ?û di vî warî de tu gihaye ku.. ?


Ji despêka sala 1986 an de min dana waneyên ziman bi xulên serbixwe pêk anîn û bi damezrandina komîta Celadet re bi rêbazeke sazkirî û bi alîkariya gellê xweyî dilsojê zimên min sê astê xulan bi şêwazê dibistanî berdewam kirine û ta evê rojê min roleke qenc di hola fêrkirinê de daye û ez spasdarim boy hemû kesên alîkarê peydakirina derfet û delîveyan û dîsa spasî ji ewan kesên bi hînkirina min qayil re.



P11- mamoste gotina te ya dawî di vê hevpeyvînê de çiye.. ?


Spasî boy evê derfetê…zimanê me nasnama meye..û ev helbesta min boy we perû û xelate ..


ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ


HELBESTEK JI BOY WE XELAT


Werin bixwînin tîpa fêr bibin mekin rîpa


Tîpên girs û tîpên hûr teva berdin binê tûr


Kesê zanibe vanabibe jîr û zana


Emê bêjin tîpa ( A) biçûk mezin wek bira


Têpa ( BE) ji tibabe gote bêyî wê nabe


Celeb bi ( CE) tê xwendin ( اE) dide ravekirin


(ااE ) jî cêwiya (اE)ye ( CE) ji wan re dergeye


Li ( DE) hûn xweş bikin rav ( E) bi( ê) re gav bi gav


Ew herdû tîpên dengdar liv dane zaravên zar


( FE) despêka ferhengî we li (GE) pirsî kengî


(HE) jî ji hay û heste ( خ ) dengedar na weste


( I ) nakeve pêşiyê kin dixwaze xweşiyê


Jan û jînê (JE) çêkir kar jî bi(KE) dest pêkir


(KKE) kka ji ka kir cuda (GE) bingeha wan dida


( LE) û ( ME) û (NE) bê deng bi dengdara dane deng


(O) denge dirêje ji bîra xwe navêje


( PE) jî ji (PE) cihêye lê li dawî wek wêye


( QE) dertê ji jora dev ( RE) bi ziman re direv


Jibîr nekin ( SE) û ( ŞE) ezber bikin jiboy xwe


( TE ) û (TE) jî cêwîne ji dengdar bi hêvîne


Dengdare ( غ ) bi awaz (U) kine lê bixwaz


Herdû jî nabin serkêş boy tu goteyan li pêş


Verêj û vir ( VE ) divê tew girînge boy şevê


( WE ) û (YE) du girêkin denga bi wan cihêkin


Xebat bê (XE) maye bat ( ط ) her dike kêferat


( ZE) jî ma kat ji zar re xwe qels mekin ji kar re


bînek bê diravenivîsa her gave


AREK BARAVخ


ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ


Û li dawî gotinek min heye : ji mafê mine ku ez bêjim pêdivêye ku tiştek ji bersivên min kêm û pitir( zêde) nebin


ــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ


Arşek Baravî nivîskar û helbestvane û – lêkolînvanê di warê zimanê kurdî depirtukek wî capkirî heye bi navê Zar û ziman Çapa yekem – sal 2005 hinek pirtûkên wî ne capkirî hene jibo helbest û ziman û rêziman


jidayikbun li Amûdê