الرئيسية » مقالات كردية » Em li benda bersiva we ne!

Em li benda bersiva we ne!

Werin li kolan û riyên bajar û gundan binerin,werin di sala nû de mal bi mal bigerin,werin li pirs û gotinên zarok û diyên reben guhdar bikin,werin li halê bavê hejar temaşe bikin:

Bav û bavpîr dibêjin:gelo çima em bi tenê heta nuha mane bindest,gelo çima em bitenê ji xêra welatê xwe bêpar manin,gelo çima heta nuha em nikarin bi zimanê xwe bixwînin û binivisînin,gelo çima hewqas neyar dikare çavsoriyê li me bike,gelo çima hewqas xelkên me ji welatê xwe penaber dibin,ji neçarî direvin,li paryê nanê zarokên xwe digerin û li xerîbiyê bê keramet dibin,gelo çima hewqas mirovên me serjêr dibin û çavşkestî dibin,nemêr dibin,bê hêz dibin,gelo çima heta nuha em xeşîm û nezan mane,em çîrok û meselan ji navhev dernaxin,gelo çima em bi serûguhê hev digrin,hawaye neyar û malxurê me xuyaye,gelo çima neyarê me a xwe di me de dibîne,û bi hesanî dikare me li hev bigerîne,gelo çima em ji hev re nebaş û pîsin,mane êş,kul û derdên me yekin,û hêviya me tevan jî yeke,gelo çima dewletên mezin guh nadin doza me,ma qey em çinin,gelo çima bajarên me ji gundên me yên heyamên berê perîşantirin,gelo çima partiyên me bi derewa pirr dibin,gelo çima serî û rêber li me pirr dibin,gelo çima em nabin yek,madem êş û derdên me yekin,gelo çima,gelo çima!!!!!!