الرئيسية » مقالات كردية » Serpêhatyên kurda

Serpêhatyên kurda

مقالات لنفس الكاتب

Serpêhatyên kurda yên ku mane ji pêmayên devikî yên miletê kurd bi sedê salan, di van serpêhatya dîtin û zanîna milet tê xwyakirin, û tiştin hêja yên ku derbas bûni di jiyana vî militia de, di van gotinên xweş, geşbûn û ronayî di çand û cultûr û pêmayên xwedî qûnax û kok tên hole .
Yek ji van serpêhatya, ku tên ser ziman, û di nav bera civet û civînê kurda de tê gotin (rih di bi post, dujmin nabe dost .. ) .
Ev peyv di keve nav dan û stendinê di warê hişmendî û zanînê, ku tu caran dujmin ji kiryar û pêkolîn û dixsitiyên xwe û pîlanên dijwar nayê xwar, û nabe dost, ta go mirov di nav salade hiri û bi temenê xwe mezin bibe, û rih lê sipî bibe heta bibe weke hirya pez, ya tê naskirin bi (post), lê divê ser pêhatyêdi rengek di tê ser ziman, ji bilî (post), tê gotin (bost), yan (buhust), ew gotna gwi wateya wê tê binavê pîvana bi dest, lê ev axavtin şaşe û ne duriste, tev go hatiyê nasîn, di hinin civatê kurdîde.
Lê ev metelok û ser pêhatya me didi xwya ku div ê mirov pişta xwe need dujmin, û behwerya xwe nedêye, ji bir ku ew dimîne dujmin, û wê bimîni dujmin, çingî zikreşya wî kûr û dûri, û nikari xwe ji dujminayê bi parêze .
Ev gotina hêja ji pêşyên kurda ne ji ber xweve hatye, belê ji dan û stendinek jiyanî dûr û dirêjde hatye, ta ku bûye ji ware dîroka tore û zanistya milet, ji ber vî hawî ji me tê xwestin em baş nasbikin, û bi dostan xweşbin, û xwe ji dujminê dijwar bi parêzin, bi her awayî, û bi zanebûn û xwe cihê nas bikin, ku em karibin kar û barê xwe bi cih bînin, di warê konevanî û dan û stendinê di, ku em nekevin nav lepp û nigan û xapan dinên dujmin .