Hespên esîl…

Dibên di dehlekê de li giravekê pir Hesp hebûn, ewjî berî ku kedî bibin, mirovan nikarîbû ew bigirtana. Pêşinyara dîndarekî ((kahinekî)), bû sedema girtin û kedîkirina wan hespan.Pîlan ev bû:agir bi dehlê xînin ji sê hawirdoran wê dor pêçbibin. Alîk agir , alîk çiyayê bikelem û rût û alyê dîtir jî derya. Hin dinêv agir de mirin, hinan xwe di behrê de wekirin, hinan xwe li şax û kelemên çiyan xistin û hin man sere xwe xistin sînga hev ,rû bi rû ji tî û ji birçîna li bendayê mirinê man. Berî ku hesp navkutka dawî bikin Kahin femana danîna cuher û berçavkan da.Hespên birçî û çav girî tenê derdê wan ma cuher.Yê mirin ji xwe bûn rejî û dûman û hin ji wan bûn xwarina masî û lawirên behrê û yê bi çayê ketin resenya hespayetya xwe parastin û bûn sembola …yê man jî çawa xwe ji metirsiya mirinê rizgarkirin,azadya xwe winda kirin ,rişme kete seraêd wan û di bin destê mirovan de man!?
Bedkar û hêzên tarî ,di vê derbarê de lêkolînan dikin dixwazin siyaseta Kahinî ya kedî kirin hespan li ser gelê kur pêk bînin .weha bêhna vê pirojê tê,ku gelê kurd têxin koşeyên teng û bi kotekî koletyê pê bidin pejirandin; mîna hespên li giravê were serê wî. Dibe ku kurd kedî bibin ji bo parastia jiyana xwe,ji xwe hin jî bi çiyave ketine asimiletya naveroka resyna netewa xwe dikin û hin jî ji bê karî û birçîna bi deryan ve ketine.lê ji resenya xwe danagerin ,amedene koletya qenc û hêja bikin û mirovetya durust jî hilgirin û bi cîran û hogiranre wekw biran bijîn.
Di pêşeroj û serdema nû de kurdan ji bilî hevkaryê ji netewên cîran re yek zirar nekirine ,gorî û kedên mezin di damizrandina dewletbûna wan de terxan kirine.ma nayê pirsîn :wê klurd heya kengî zilindarya aramiya bindestyê daqurtînin, kewar û çalên jan û kesran di giyanê kurdan de tijî bûne !!……….