الرئيسية » مقالات كردية » Rehma xwedê li tebe Sîgmond Froyid !

Rehma xwedê li tebe Sîgmond Froyid !

Çendî zîrekbû dema te gotî :
(hîn mirovên ji berî dîrokê bi şêweyekî Ji şêweyan bi mere dijîn)1
Ya rastirîn çiqas mirovên weha desthlatdaryê dikin.
Bi mejyên xweyî hovane,kultur û ezmûnya mirovatyê bin pêdikin
Raste rast û yekser mafê hebûn û jiyanê ji dest mirovên bê guneh digrin.
Ev renge mirov nerîna Froyd î ya :(pernsîpî kêferata tevayî dij tevayî)2
isbat dike. Belam tevayîk xwedan her azîne û derfete .Bi her cûre çekên tund, li dij tevaya dîtir, dixebitîne . eva dawî Nikare bibe xwedan biçûktrîn çek,
ji bo parastina xweyî rewa jî .Di vê derbarêde; pir nimûne hene
ku mirovin ji dîrokê wirdetir,Dar bi dest û dagîrkerin li ser gelê kurdin.
Yek mirov ji bil hemû dagîrkeran birêz (Sayin Ar …do… ga..n e)
Çendî xwedan mejî û bîrwerîk antîkeye! kesatiya mirovatiya herî kevin
di xwede hilgirtiye !dibe mirovatya nûjen ji wilo kesayetîre deyndarbe !
Ev bîrwerya mirovên kevnar di asta herî bilinde û çêkirê biryarane jî,
ya di xwaze gel bi hemî çînên wê jêre bibin Kole .ew jî mîna xwedana
bê sîh û pîrozbin .Serok û detshilatdarên weha, kurdan dimijin,bi tevayî
bi vê rewşêne?Çawa netewak jimara wê di ser 40 melyonî re di bin darên
hovan de bi kotek bê azadî dijîn !Ya ku nayê daqurtandin, ku mirovatya qaşo bi çavên şaristanyê Li xwe dinere. Piştgirya wehan sîstem dike di pişaftin û ruxandina Hezkiryên jiyanek azad û wek hev de !
(Sayin wihan kes)di derbarên kiryar û fikrên weha de,ji sedî sed nerîna Froyidî rast diyar dibe.Lê ya susurmet eve ku çawa vê kesatyê, xwe gîhnde vê serdemê , diser ewqas sedsal re xwe çengkirî?!
Kurd pir bextyarin !! ku bûne cîran û ortaxên wiha mirovên kevnar,Yên
ji pêşeroja jiyana pêşî hatine ,hilgirtîne bi gir û kînê Di zikên xweyî reş de!

1-2: S-Froyid(tawtem/tabo) Beşîr mele