XURME

MEREH BUQAÎ
Werger : zagros osman

XURME

Dema ku bajar diçe ser textê xwe
Andamên min şiyar dibin
Di bin derbên tiliyên te de
yên bi reha qiraxa girtine
Vaye li ser serbanê hevirmêşa demûşî
ez di sotim
dikevim bin şerşefa nivîna
ji şermezariya neynûkên bijandinê …di revim
di nav benca ku bi dest min dikeve
ez serê xwe vedşêrim
gera pêximberiya te ez vedgerînim
çaxa ku kat û nîvekê
di navbira şiyariya te û xewê de
ji kumçika helbesta bi barana qonaxa hatibû şûştin
ti hete min
***
Evîndarekî… endelûsî
Di bin şalika xwe de bo min
qeresî û kêşeyan û çaviyan di revîne
bi lêxweşhatina derbasbûna wan qiralgehên bûrî
min binav dike
dema ku payebûna dîrokê
bi gula reweştiyê re di cive
***
bi pûrta daxwaza yekemîn
dengê te min di pêçe
ez ya ku di sazbendiya evînê de pêdeçûme
zilamtiya te perê min di qurifî ne
bê evînek betilî ez di tora te werdibim
***
ax ji yê ku bê tirs
li dergeha perestgehê dixe
li vegera çend vedenga
ezê xwe giran bikim
ta ku berjorî samanê te bibim
***
mêrek ji xurma û goteya darêjbûye
û şilayî hêdî
bi ser min de bariya