Karê hevbeş

Çi gotin û nerîn be,rastiya xwe ji rewş û jiyana heyî distîne,çima îro roj kurd ji hemû wext û demên bûrî bêtir bi hacetî lihevkirin û hevgirtinêne?,li rojavayê kurdistanê rewşa abûrî roj bi roj xerab dibe,jiyana kurdan ber bi asteng û tengayek zor ve diçe,îro roj kurd nedikarin erd û xaniyên xwe li ser navên xwe qeyd bikin,cihê şuxul û kar li deverên wan tuneye,asteng li ber rewşa çandiniyê zordibin,avakirin ji xwe ew îro bicarekê re sekiniye,ger em bi rengekî din bêjin,her bi wir de dire jiyan di deverên kurdan de zortir dibe,herkes ji ber zehmetiyê dibîne,heger em îro di tevgera xwe de neyekin lê em di zehmet û zorkêşyê de yekin,tu ferq di navbera vî kesî yan wî kesî de tuneye.lewra yekîtîk ji tevgera kurdî re pir pêwiste,ne li hevkirina partiyên kurdan, nîşana ne rastiya serokatiya wane,jiber wek me gotî,milet tev de wekhev zorkêşanê dibînin,bi kêmanî wextê hin partî bixwazin karekî bikin,têxwestin ku partiyên kurdan tev de pişikdarê wî karîbin,ji berku çi kar be xurtbûna xwe ji pir alîgirên wî distîne,lewra divê partiyên kurdan bi dilkeçikî danûstendinê bihev re bikin,ne ku berî bên civatên xwe diltengî û zikreşiyê ji hev bigrin,bi rastiya xwedê dem dema karê hevbeşe,jiber ku tê dîtin karê ku ne bihev re be,zû beravêtî dibe û tu fêde jê nayê girtin,wek dinya û alem tevde dizanin jihevketina kurdan,hertim bûye sersebebê beravêtîbûna karê wan,yekdestî nîşana zanebûn û xurtbûnêye,jihevketin nîşana qelsbûn û paşvemayînêye,devavêtina partiyan xwebixwe,nîşana bê nerîn û qelsbûna wane,heger ne wilo be,ma çima xwedyê êş û kulekê şerê hev dikin?