الرئيسية » مقالات كردية » (ji asoyên zanistiyê)

(ji asoyên zanistiyê)

di hejmarek xwe de,kovara “proceedings-of the royal”ya zanistî,gotarek hevbeş,bi nivisandina zanyarê romanî yê zanîngeha sidnî “nîqolay iliksandêro”û zanyarê emrîkî yê zanîngeha yota”girîm mîlton”belavkiribû.
Di vê gotarê de,van herdû zanyaran,rewş û taybetmendiya çavika herî xurt(super lens) rave û şîrove kirin.

Mada ku wê ev çavik,jê çêbibe,ji xweber li suruştê peyda nabe,belê wê bêye çêkirin di riya têknolocya nano re,û digel bi serdakirina hin pêlên kêmûzêde bi ser vê madê de,ev made wê roniya ku têre derbas bibe bişkîne, wê ronî berovajî hev bibe,lewra wê ev made nema bi çavan bêye xuyakirin.
Belê ev maden,heta nuha nehati ye çêkirin,gotara herdû zanyaran,maye di warê nerîn û dîtinê de.

Ji berku wê ev maden di riya radaran re,neyê xuyakirin,sazgehên leşkervaniyê,xwe ji anha de,amade dikin,ku vê madê di warê leşkeriyê de pêkbînin,hin jî dibêjin,emê ji wê madê cil û bergan ji leşkeran re çêkin,da bicarekê re,ne xuyabin.