J
Helbestên dîwanê di rista xwe de nûjenin,û bi hestekî nazik hatinin nivisandin,helbestvana me dikarî bû ji çand û zanîna xwe helbestên xwe birêse,dikarî bû ji dîmenên suruşta bajarê xwe DÊRKA HEMKO wêneyên nazik û bi wate werbigire,evîn şkakî dikarî bû taybetmendiya rêza xwe, di helbestên xwe de diyar bike.
Lê her û her,hêviya me dimîne,ku nivîskarên kurd bi zimanê xwe yê zikmakî yê ku bi nazikbûna suruşta kurdistanê re li hevtê
, helbestên xwe birêsin,di nerîna me de:ziman,raman,hiş,suruşt û mirov bi hev re bêtir mijûl dibin.Dîsan (
kerwanên baranê)di xezîna xwe ya zêrîn de,helbestin spehî û dilrevîn nin, ji kûrahiya can û giyanê helbestvana hêja evîn şkakî,hatine saz û rist kirin.