Wergerandin

Berthevkirin û amedikirin a :beşîr Mele

Wergeradin ji hêla têgihiştin û nasîna wê ve,veguhestina bêjyan e, ji zimanekî ber bi zimanekî dîtir ve.çi bêjeyekb e çi têkestekb e û çi Pirtûkekbe.
wergerandin (karekî)dariştiye, ji pêşgir û karekî nederbaz û bi paşpirtika and ku kar dike derbaz Sazdibe.wer+ger+and.yanjî wergêrandin.
bi angoya gerandin û veGerandina bêjyan tê. Wer pêşgire , ku bi kar reTê ,angoya badan û pêçanê diguhêze.wek:têwerda, werbadan navî berkar ji vî karî re (wergerandî )ye. Û kara (kara)(Wergêr ) e dîroka wergerandinê dîrokeke kevne,di pêwendî û
Têkldariya navber gelan de ,veguhestinên torevanî û ramyarî û çandî çêbûne…di bin sîwana wergerandinê de, civaka mirovan, pir
Sûd wergirtine.xelkê yûnan, lawên xwe dişandin Misrê,ji bo veGuhestina zanistiyên matematîk , felek ,çandinî û bijişkî…
wergêrî zimanê Egrîkî kirin.xelkê Roman jî ev berhem wegerandin zimanê xwe.Ereban jî berhmên ji Egrîkî-
Latînî û farisî wergerandin zimanê xwe.
Di zimanê erebî de,wegerandin bi angoya veguhestinê hatiye bi karanînin, di serddema nûde “terceme” bi karanîne
Di Elmanî de bi angoya derbaskirin û çengkirin di sere,
“ûbertaragen” .di zimanê ingilîzî û ferensî de, ji latînî hatiya bi
Angoya veguhestin û hilgirtinê “translation”
Dîroka wergerandinê ji kurdî yanjî ji zimanên dîtir ji bo kurdî.weke hatiye dîtin “di gençînê Petrosborgê de kelepora kurdan”
Yekemîn wergêr ,xwedî berhem û navdêr:Mele Mahmûdê bayzîdî ye. serkêşekî gewre û bilinde ,di hemî qadên ramyarî de ,xizmetên bê hempa, ji çanda kurdî re terxan kirine.yekemîn zanyarê esnografî ye di nav gelê kurd de û di wergêra berhemên toreya biyanî de jî.her weha jî çîroka pexşanî nivisî û pirtûka rêzmana kurdî jî danî.li gel wergerandina şerfname ya Bedlîsî jibo zimanê kurdî, pir tiştên hêja dîtir ji erebî û tirkî û farisî
Veguhestin zimanê kurdî.,(1858-1859) Û navdarên ku ji zimanê kurdî wergerandine zimane rûsî û ingilîzî, mina Elksandir Zapa û Margirêt Rodînko…pir berhemên çanda kurdî wergerandine, û bi taybet, yên ji hêla Mele Mahmûd ê bayzîdî ve.
Giringiya wergerandinê:rola wergeradinê nayê jimarê,di pêşketina jiyana mirovan de.ji destpêka dîroka wergerandinê de ta roja îro, wergerandin hîmê serekeye , di danasîna çanda şaristanya kevin û nuh de û pêwendiya nav bera qonaxên dîrokî de.Azîneya tewrî pêwîste ,di hev nasîna çand û wêjeya gelan de.
Nemaze di vê serdemê de,vedîtinên zanistî û ramyarî di her roj û kêlîkan de xwe davêjine rojevê.
1-wergewrandin ,çand û toreya netewan hevhêz dike,renge reng
Dibin coht ,li hev vedidin,rê li pêşya afrandin û vedîtinên û dahênanên ciwan vedibin.
2-wergerandin hêzek mezin dide ,gelên ku nuh bi ser piyan ketine.bihînbûna zanistî û çanda gelên pêşketî astengên paşdemayinê tên rûxandin.
3-bi wergerandinê rêbaz û pirogramên ,perwedehî û hînwerî geş û zengîn dibin ji bo dibistan û zanîngehan.
Wergerandin û kurd:ji her netewan bêtir ,kurd gerekdarî zanistî û çandên netwên dîtirin .da bikaribin xwe nêzîkî siwarbûna şaristanya nû bikin.di vê hêlê de ,wergerandin roleke
Sereke dikare bilîze ,ji bo veguhestina ezmûne û fikrên serketî
Ji netewên xwedan şaristanî bigrin, û bibe alîkar ji pingavên bîrî netewayetî kurdan re
1-wergerandin ji bo kurdan veguhestina sudemeniyên ramyarîne
2-ji bo zimanê kurdî, wergerandin kewarek vejînê ye, pê ziman
zengîn û paye dibe, Jihêla bêje sazî û wate sazî ve…..wegerandin
wergêr mecbûrî lêgerîn û veguhestina bêje û zaravin nû dike.
3- di wergerandinê de ramyariyên neteweyan bê sînor dibin
kurd dikarin bi zimanê xwe fikrên biyanî bi mêvanê fikra xekin.
4-bi riya wergerandina wêje û mijarên şopandina civaka Kurdistan, gelên dîtir ji nêz dikarin,pirsa kurdan , kser , şahî û hêvya wayî ku dişikê bi şopînin.
4-wergerandin pirtûkxana kurdan zengîn dike û rê li ber lêkolînan bi zimanê kurdî vedike.
Mercvên wregêryê û wergerandinê
taybetmendiyên wergêr çine û çilo mijaran hildibijêre? ev zehmetrîn pirse,xwe li ber her wergêrî radixe ji bo wergerandinê: 1-wegwrandin ne tenê zanistiye, û pêdiviye ku wergêr pispor û şareze be di zimanên wergerandinê de. Wergerandin şêweyeke ji şêweyên Hinerê ye,ji wergêr tê xwestin berdewamî xwe perwerde bike,
2-wergêr angoyên xweşik û sezayî hevzimanan peyda bike, û pevokên têgihiştî ,di zimanê hemberde bi çanda wan veguhêze.
3-giringtirîn merc û delameta wergêrandinê, ku her babetek ji wergerandinê wergêrekî taybet di xwaze.
“Helbest nayê wegerandin ku wagêr ne helbestvan b” div ê mijarê de ji her hêlan ve ,bijişkî , zaniest,çandinî û her wiha………wergêr divabe perfesînel be.
4-karê wergêr her li zaravên ciwan û sezayî bigere
5-divê wergêr di şêwezar û zargotinên di zmanan de jîrek be.
6-balkêş û guhdarrya wî ji dengan hesasbe. Ji ber ku pir bêje bi nizimbûn û bilindbûna deng watedare.(di wegerandina zindî de)
Asteng û pirsgirêkê li pêş wergêr
1-Yekemîn asteng tunebûna ferhengek giştî jibo zimanê kurmanciya bakurê Kurdistan,û her wiha li hemberî wê bi zimanên biyanî.
2-tunebûna sazî û navendên taybet ji bo wegêran, ku piştgirya wan bikin, û wergêryê perefesînelnbikin.
3-“ne tenê tekest bête hilbijartin gerek wegerandin di asta berpirsyarya hilbijartinê debe “.pir caran hevbeşî di nav bera wergêr û tekstê de peyda nabin. Wergêr tevî atmosfera tekestê nabe.
4-her zimanek xwedan taybetmendiye ji hêla hevtayên pirmane de.ev bêjeyên pir-wate ji bo wergêr pirsgirêkin.
Wergêr wateya bêjeyê werdigerîne ,ne çand û kultira wê.
5-ji hêla avakirina pevokan û rêzmanî de,dîsa her zimanek xwe dide ber rêzan û pîvanên malbata xwe.ev pirseke pir nazike.
6-tunebûna rêbazên rexnevanya wegerrandinê li cem kurdan.
Qada wergerandinê tangav û lawaz dike.
7-dilsozya bi veguhestinêre,divê der barêde mînakek heye di bêjin “wergerandin mîna jinê ye,ku bedewbe bê ewleye ,û bi ewlebe jî ne bedewe”
Şêweyên wergerandinê:
1-wegerandina nivîsîn (written translation)ev wergerandin ya herî zore ,divabe ku wergêr xwe ji şaşitî ûrexnan bi parêze
2-wergerandina devkî (oral interpretaion) ev wergerandin, zora wê di kurtaya demê deye,lê negirînge ku bi heman wateyên xwe bê wegerandin,ya girîng ku naveroka mijarê bête wegerandin.
Ev wegerandin çend şêweyên wê hene:
a-wegerandina ji xwendinê (At-sight interpreting) wergêr yek ser di hişê xwe de werdigêre zimanekî dîtir.
b-wergerandina li pey hev (consecutive interpreting)wergêr di nav bera du kesande wegerandinê dike. wek di hevdîtinên serokan de.
c-wergerandina yek ser û raste rast (simultameous interpreting) ev şêwe di kongere û pirogramê televizyonan de bikar tê diva be ku wergêr pir balkêş , zîrek û lezgîn be.
Asteng û pirsgirêkên wergerandinê
1-Zimanê her netewakênavgîneke ji navgînên parastina şaristanya wê ne û her bêjeyek jî bi pir angoyan û nîşandanan tê bi karanîn
(pir wate)di wergerandinê de alozî û pisgirêkên bingehînin ji bo wergerandinê. Bêjeya bi taybet û bi çandebe ,di wegerandinêde ji bo zimanekî dîtir, dibe pirsgirêkek veguhêz û wateya wê yî ramyarî pir caranm birîn dibe.
Pêşketin û şaristanya yek netwê ji xweber û ji sifrê ne hatiye.
Di vê derbarê de rola wegerandinê, pir nazik û hesase, di cîhgirtan bêjeyên zanistî (pir wate) ya wergerandî de.
2-Ji bo kurdan pirsgirêka rasteqîn tunebûna wergêrên ekadimîst e. Ku bi karibin berhemên bi zimanê şaristanî
di wan de hatiye parastin,(Hindî-çînî-latînî…)wegerînin kurdî.
3-wegerandina zaravan: her wergêr rû bi rû li himberî vê pirsê
Dimîne ,mecbûrî çêkirina bêjyekê dibe, bike zravek li hembrî wê zarava zimanên dîtir. ji bo vê pirsgirêkê wergerîne ber biçareserkirinê ve, dikare hin rêbazan di ber çavan re derbaske
a-xwendina têkest û pirtûka ku bê wergerandin, bi şêweyekî hûr û kûr û têgihiştina xwesteka daner ji tekest û pirtûkê bê nasîn.
b-veqetîna zaravên zanistî di têkestê de,yên ku li himberî wan dizimanê wegeranrandî de tunebin û çêkirina damik û xişteyek ji wanre çêbibin.
c-cudakirina zaravên ramyarî nîşan dikin ji zaravên dîtir.
d-şîrovekirin û ravekirina zaravan,her yek bi tenha xwe ji bo qonax û qada pêşinyaran re bibe mal.
Pêwîstya wegerandina çanda zanistyê, ji bo zimanê kurdî ,û gelê kurd xalekeke bigehîne,ji bersvdana rewşa serdemî û civakî re ,Gereke wergêr ji pirsgirêka zvaravan metirse. zimanê kurdî bi sînor meke.kurd dikarin divê derbarê de ji ezmûnayên
netwan sûd bigirin.ji bo bi karanîna zaravên biyanî,wergêr di kare serxwebûna kesayetya ziman ji hêla netewî ve jî biparêzin .
a-di derbarê zaravin zanistî û bêjeyin navnetewî de,ev nebin asetng û behane ji bo wergêr û wergerandinê.
b-ziman perestî û pirsa bêjeyên pîroz û nepîroz neyênîk û talûkeyeke cediye di astengkirina zimanan de. mînaka ( ezmûna Ereban di ferheng û werderandinê de) .
bê gûman wergerandin çalakîk pir girînge ,ku gelê kurd hînî zanistiyên mirovatyê û çanda wê bi bin. Ya hîn girîngtir ji bo pirsa netewa kurd, bi rêça wergerandinê xwe û çanda xwe bi cîhana pêşketî bide nasîn.ev pirs karekî tevayîye , di xeleka dezgah û navendan de serast û çareserdibe , ku berê wergerandinê bi kude bide, piroje û pîlanên wê bi çi sezayî bên hilbijartin.bi çend rêbazan dest pêdibe:
1-avakiraian sazî û navendên wergerandinê û pişgirya wê ji hêla abûrî û navtêdanê ve.
2-vexwendina wergêr û lêkolîneran li gel belav kirina berhemên wan, bi rêça navgînên ragehandinê.
3-pisporkirina wegêryê û şandina xwendevanan ber bi zanko û cîhên ji bo perefesyonalya wergêryê .
Hevdîtin û pêwndî di nav bera,sazyên wegêran û zimanzanan de bi şêwekî zanistî , ji bo çareserkirina bêje û zaravan gerek..
4-damizrandina govarek taybet ji bo berhemên wergerandî.
5-…..
Jêder
1-D-îhab Abdilrhîm (kîtab el erebî, jimara 67)bi tevayî sûd jê hatiye wergirtin
2-Ensklopêdya serbest
3-Cewdet Hoşyar (kelepora kurdan di gençîneyên Pitrosborg de)
4-Edonîs helbestvan û nivîskarê Sûrî