الرئيسية » مقالات كردية » Hevpeyvînek bi subhî ahmad re

Hevpeyvînek bi subhî ahmad re




Zimanzan subhi ahmad


P1-gelo subhiyê Ahmad ki ye? Ki ye wek nivîskar,lêkolînvan û mirov?,û kengî dest bi nivisandinê kiriye?


Navê min Subhî ahmad e. Ez li kurdistana başûrê rojava li gundê bi navê Kêşikê di sala 1955 an de ji dayik bû me û min li başûrê rojava xwendina xwe ya destpêkê ta bi zankoyê pêkaniye. Min xwe di sala 1976 –1977an de li Zankoya Helebê beşê Ingilîzî nivîsandiye. Min di sala 1985 an de diploma tora zimanê Ingilîzî bi dest xistiye. Min duwazdeh salan dersên zimanê Ingilîzî di dibîstanên Sûriyê de dane û piştre ez ji ber sedemên zimanê xwe netewa xwe ji mamostayiyê hatime dûr xistin û ez şeş mehan di zîndana Hesîçe de mam ev yek dema zîndana Hesîçe şewitî ez têde bûm.


Min li başûrê roj ava dest bi xwendina zimanê kurdî kiriye û ez baş ji pirtûkan hînbûme. Min gelek nivîsandin jî pêkanîne.


Min li Ewropa bi alikariya Yekîtiya Mamosteyan û Instuta Zimanê Kurdî ya Broksêlê, careke din dest bi xwendina zimanê kurdî kir û min li wir Dîploma Zimanê Kurdî bi dest xist.


Piştî xwendina gelek pirtûkên li ser zimanê kurdî û bitaybetî Rêziman.


Min pirtûkek bi navê ( Pirtûka Rêziman ) nivîsandiye. Ev pirtûk li Zankoya Marburgê li Almaniya di bin çavan re hatiye derbaskirin.


Pirtûka min a duwemîn bi navê şaşiyên normal di zimanê kurdî de hatiye çapkirin. Niha ez bi pirtûka bi navê mijarên nazik di zimanê kurdî de mijûl di bim.


Min di Roj TV de nêzîkî dû sal û nîvan dersên zimanê kurdî dane.


Min di malperên zimanê kurdî de li ser zimanê kurdî nivîsandiye, wek Malpera Avesta, Amude û Mehname.


P2- îro zimanê kurdî,bi du abyên sereke tê nivisandin.


Di nerîna te de,çima siyasetmedar û zimanzan li ser vê yekê baş na sekinin, û abêyekê tenê hilnabijêrin?gelo ma ji bo zimanê kurdî abêya latînî ne bikêrtire?


Bi baweriya min ev yek bi rewşa konevanî ve girêdayî ye. Tîpên Arebî li xweşiya hin siyasetmedar rewşenbîran tên . Abêyek bi tenê ew bi rewşa konfransên zimanê kurdî ve girêdayî ye, ev yek bi Komîteke zimanzanan û lêkolînvanan ve girêdayî ye. Tîpên arebi bi baweriya min fonitîka zimanê kurdî bi cih nayine, hilbjartina abêya latînî bi otorîta siyasî û rewşenbîrî ve giredayîye, lê abêya latînî şert û mercên fonitîka zimanê kurdî pêktîne.


P3-hin dibêjin zimanê kurdî ne yek zimane,tu vê gotinê çawa dibîne?


Ew kesên vê dibêjin xwe dixapînin an jî ji zimanê kurdî ditirsin. Zimanê kurdî zimanekî nerm û pir ferehe. Birastî zimanê pir zareve û pir devoke, ew ziman xurt û zeningîne. Xislet û bikaranîna kurdî ji piraniya zimanan cudaye, ger zimanê kurdî bi xwedîbe û azad be, ew yê bibe zimanekî xurt û dewlemend.


P4- mamoste subhî,tu wek lêkolînvanek di zimanê kurdî de,gelo wê heta kengî ne yekbûna rêza zimanê kurdî berdewam bike ?


Ez vê yekê dîse bi rewşa siysi û konfiransên zimanê kurdî ve girê didim bi beryara otorîta siyasî û rewşenbîrî ve girê didim. Bê zagon û beryar rêzik cih nagirin ji me re kesên pispor gerekin zimanzan û lêkolînvan giringin, beryara giştî gereke.


P5- mamoste,te du pirtûkên rêziman belav kirine,tu îro çilo wan dibînî?gelo heger te îro ew pirtûk binivisandina tê tiştek li wan zêde bikiraya yan na ?


Min pirtûkek rêziman û yek binavê şaşiyên normal di zimanê kurdî de belavkirine. Min pir semîner û lêkolîn li ser ziman dane û niha jî ez li ser pirtûka bi navê Mijarên nazik di zimanê kurdî de di sekinim ev hemî bi yek şêweyê ne û ji xwe re Mîr Celadet bingeh digirin û li gor hin pisporên rêziman birê ve diçim.


P6-hin hene di warê rêziman û di sazkirina peyvên nûjen de, ji bal xwe tenê kar dikin, tu vê pirsgirêkê çawa dibîne?gelo tu dibîne ku xwendevan şaşomaşo dibin yan na?


Niha çawe mirov dest bi xwendina zimanê kudî bike


, gereke her yek ji bingehên rêziman hîn bibe û peyvên zimanê kurdî nasbike, hevokan ji hev derxe, li gor rêzik û deman hevokan sazbike, bernavan ji hev derxîne, lêkeran baş nasbike, wê demê tu dikarî bêjî ew bi zimanê kurdî dizane.


7- tu rewşenbîriya kurdî çawa dibîne ? tu ji ronakbîrê kurd re çi dibêje ?


Rewşenbîriya kurdî gavên pîroz pêşve avêtine, ronakbîrên kurd pir bûne, hêviya min bi wan mezin e, tenê ez ji wan dixwazim ku ew hîn baştir xwe bi rêziman xurtirbikin û li ser pîvan û rêzikên zimanê kurdî bisekinin.


P8- ji riyên hokirin û belavkirina zimanan re wergerandina filmên biyanî ye,gelo tu vê riyê ji belavkirina zimanê kurdî re çawa dibîne?


Ez pê re me, lê gereke kesên kurd baş li ser zimanê xwe bisekinin, û xwe perwerde bikin li ber destê pisporan perwerdebibin û bi zimanzanan xwe fêrbikin. Ji ber ku wergerandin deyardeyek xwezayiye.


P9- tevî zêdebûna kanalên ezmanî yên bi zimanê kurdî,guhdan bi fêrkirina rêziman kême,gelo tu vê sersariyê çawa dibîne ?


Mixabin ev kêmasiyeke pir mezine, ji ber ku ziman bê rêziman qels dimîne, û cihê xwe nagire, gereke her kanalekî telvizyonê girûpeke serastkirina ziman jê re hebe û ew girûp jî di ziman de pisporbin. Gereke nerîna mirovên zimanzan bê dîtin.


P10- rewşenbîrê kurd çawa li zimanê xwe yê zikmakî dinere ?


Bi rastî rewşenbîrên kurd û xwendevanên zimanê kurdî ji xwendina zimanê kurdî heznakin, xwendevan û rewşenbîr zimanê xwe biçûk dibînin bi hêza zimanê xwe nizanin. Ji ber ku bi zimanê xwe nehatine perwerde kirin û tim dûrî zimanê xwe mane. Hezkirin û nêzîkbûn ji ziman re gereke, xurtbûn û mezinahî ji ziman re pêwîste.


P11- gelo em ê çî nuh ji lêkolînvanê xwe subhî ahmad re bixwînin?


Bi rastî berhema giring ku pêdiviya hesî pê heye, di nav destê min de ye, ew jî mijarên nazik di zimanê kurdî de ne . Ez bitaybetî li ser bikaranîna peyvan û hevokan disekinim


ev jî xaleke herî giringe.