الرئيسية » مقالات كردية » Tengaya malî li cîhanê û rewşa perîşaniyê

Tengaya malî li cîhanê û rewşa perîşaniyê

Di raportek xwe de,peymangeha waşinton ya siyasetên xwarinê dibêje, ku gelek dezgehên mirovan dibînin, wê hejmara birçiyan li dinyayê zêdetir bibe,ta bighê nêzîka milyar mirovî di sala bê de, û nexasim li asya û efrîqyayê.
Rêxistinên mafên mirovan dibêjin,ku di vê tengaya malî ya cîhanê de,zehmetkêşiya dewletên feqîr, wê ji bal dewletên li pêş bêye ji bîrkirin,weha jî tirs heye,ku alîkarî bi dewletên feqîr û nû avabûyî re kêm bibe,abûrînas dibêjin ku di vê tengayê de, dewletên li pêş di xwe tenê de difikirin,û zehmetiya dewletên din,di ser guhê xwe re davêjin.

Profosor rolf lanchamer, cîgirê serokê peymangeha abûrî ya navnetewî,bandora tengaya malî li cîhanê di sê xalan de nîşan dike:
1-xwestina berhemên dewletên ku nû ava dibin,di sûka cîhanê de wê kêm bibe,nexasim madên xam mîna betrolê,wê çaxê wê dewletên feqîr, nema dikaribin alîkariyê bidin beşê xwarina mirovên xwe,weha jî wê nema karibin peran pêşkêşî pirojeyên bingehîn bikin.
2-sermayedarên biyanî, wê perê xwe ji van dewletên ku nû ava dibin wê bikşînin,lewra sûkên wanî malî, digel sedema erzanbûna bermîla betrolê de, wê biherifin û bingeha abûriya wan welatan wê têkeve zehmetîk pir zor de.
3- ji alîkî din de,tirs heye,ku ev tengaya cîhanê, bibe sebeba ku dewletên dezgekar, nema alîkariyê bidin pêşxistina abûriya dewletên feqîr,lewra wê birçîbûn û perîşanî zêdetir bibe.