Gulê mehrûmê

Gulê…!
Mirovatî derewîne
Serê xwe pê re ne êşîne
Tu ne xurt be, tu qet nîne
Tew tu li paş xwe binere
Tu nikare bi meyzîne
Li xwe binere tu ahîne
Li pêş xwe binere,belkî tu hêviyê biçîne
Gulê..! tu ji ku hatiye..?
Dîroka te ne hevdû girtiye kevnê te ronî tê de tune ye
Kî hatiye û bêhna te diziye
Gulê tu ji ku hatiye?
Em mirovin derewînin
Hevdû dixapînin
Li gula xwe bi kînin
Li hember guldizan mirînin
Em li xwe vedigerînin
Zanê perçê kurdistanê emin
Û em jî ji hev re zikreş û bi kînin
Gulê ..! Rêberê te tev de derewînin
Gulê rastiya te li ku ye?
Berî vê demê sî hezar stirî di te de çandin
Nîv melyon ji pelê te weşandin
Pelên te yên mayî li bazarê rohilatê gerandin
Evîna di dilê bilbilê te de şikenandin
Hezvanên te çep û rast li hev gerandin
Gulê..!ma rengê te ji ku hatiye..?
Gulê pelê te li ber ba dibin
Di sînoran re derbas dibin
Di nav pêlên deryayên ne nas de binav dibin
Û pelên te yên rû spehî û sor
Di nav dest û nigên zinêkaran de berbat dibin
Gulê..! li xwe bipirse tu ji ku hatiye?
Avdizê te eşkere sûnd dixwe
Dibêje ezê te tune bikim
Xêr û bêra te talan bikim
Pelê te ji hev tar û mar bikim
Ji ber navê te,ezê te qaçax bikim
Gulê..! ma qey navê te çi ye ?
Mafê mirovan derewe gulê mehrûmê
A rast fen û bazare gulê rebenê
Bawer nebe vaye sed sal ev hale
Stirî, pelixandin û keleme gulê bê kenê
Gulê ma kenê te li ku ye..?
Carekê bi kene
Pelan li xwe bicivîne
Bêhna xwe li xwe vegerîne
Ava xwe ji mêşên xwe re hilîne
Gulê..! tê kengî bikene…?