MIRIN

Ji destpêka dîrokê,mirov di mirinê de diramînin,mirinê cihekî giring di hiner,stiran,çîrok,ol û bawerîyan de stendî ye,mirin di hemû berhemên ronakbîriya mirovan de tê dîtin.
Di jiyana suruştê de,her tişt berdewam dibe,pêşde dire,tê ye guhertin û helbet dimire.
Tevî hemû gotinên ku têne gotin,tevî hemû nivîsên zana û hişmendan,tevî hemû baweriyên ol û diyanetan û tevî hemû tirs û ramanên me,bi rastî em tiştekî li ser mirinê nizanin û çi li pê wê jî tê em nizanin,ta nuha em nizanin mirin çi ye,çilo û çawa ye?.

Helbet sebebê nezaniya me jî eve:

Tu kes ji wê dinyaya din venegerya ye jiyana me,û tu nîşan bi xwe re li ser hebûn û rastiya wê nani ye,gelo em ji mirinê bitirsin..?
Şareza û zana yê igrîkî ebîqrat dibêje:”na divê em ji mirinê ne tirsin,madem em saxin û di jiyanê de nin balo mirin tune ye”
Yanî kesê mirî ew bi xwe tune û nema ye,lewra divê mirov ji mirinê ne tirse,ger em bi rengekî din bêjin,wê mirov çima ji rewşek dinî ku ne dîtiye wê bitirse?.
Bi rastî dibe ku mirov ne ji mirinê tenê ditirse, dibe ku ji êş û azariya ku bi mirinê re tê, ji wê ditirse,yanî ji wê dema ku mirov ji rewşa jiyanê dikeve rewşa mirinê de, ji wê qonaxê ditirse.
Di vî warî de,hinek pêşketinên zanistî û saxlemî çê bûnin,ku nema dihêlin mirov êş û zehmetiyê di ber mirnê de bibîne.
Rastiya xwedê em li ser mirinê gelekî nizanin,me ew bi çavê serê xwe ne dîti ye û em nabî nin,lewra em ji wê qonaxa piştî mirinê tirs û sawê digrin.

Komela “ASSO CIATINON GRAVESTONE STUDIES” ya li masatişostis dibêje: her tişt û zanyariyên ku ji şaristaniya miletên kevn, gihane destên me, tev de di riya nivîs,wênexêz û kevneşopên ku di gor û cihê veşartina terman de, me dîtine”.

Heger mirin tuneba,wê bawerî bi hebûna axret û dinyaya din jî tuneba,dibêjin,ji ber tirsa ji mirinê ku di dilê mirovan de cîgirti ye,ol û diyanet çê bûne û hatine holê,weha jî dibêjin,hemû hiner û berhemên fikrî ji mirovan re çê bûne dîsan jî, ji ber hebûna wê bûyera mezin.
Heger ne ji mirinê ba, hinermend maykil encilo tabloya xwe ya roja qiyametê xêz nedikir,û wilo jî dantî ilgêrî komîdya xwedanî ne dinivisand,û ihramên misrê,tacmehel li hindê ne dihatin ava kirin.
Îro pêşketina welatekî tê ye pîvan bi hejmara mirovên ku tê de dimirin,weha jî pêşketina welatekî tê ye girêdan bi asta pêşveçûna xizmetên saxlemîyê di wî welatî de,lewra welatê ku zarok tê de pir dimrin yan pîrekên bi halkî di ber halê xwe de pir dimrin, ew welat bi paşvemayînê tê nasîn.
Di sala 1850 de çar şîrmijên yek mehî ji dehan dimirin,lê di roja îro de û ji ber pêşketina xizmetên saxlemiyê, şîrmijek ji hezarî na mirin.

Piştî baweriyên ol û diyanetan derkein holê rewşa têgihiştina mirinê hate guhertin,çawa..?

berî dema olan, mirin rewşeke suruştî bû, yanî bi dawîhatina jiyanê bû,lê dema baweriyên diyanetî hatin holê, ev rengtêgihiştina mirinê bi carekê re hate guhertin.
Ol û diyanetan mirin dîtin ku weke rêkê ye,mirov tê re derbasî jiyana ebedî dibe,derbasî jiyana bê êş,bê tirs,bê zehmetî dibe,û li wê dinyayê hesabê xêr û gunehan bi mirovan re tê dîtin,lewra gotinên mîna buhişt,doje,agir,horî,sezakirin…hd, hatin holê.
Li gora van baweriyan her olekê rengveşartina termên miriyên xwe saz dikirin,li gora pêşveçûnên baweriyên xwe,nerînên li mirinê diguhertin.
Helbet mirin çîrokek nenase,her kes jê ditirsin,lewra ev tirs bû sebebek ku dîroka miletên kevn bê ye nas kirin,her wekî miletin hebûn ne dixwestin dûrî şah û pêşewê xwe kevin,lewra termê laşên wan saxlem diparastin,da hergav li ber çavê wan bin,wan bi bîra xwe ve bînin,her wekî tût enx amûn ê feriûnî û lênîn ê urusî.

Di şerr û cengan de,di êşvegirtinên giştî de, mirin, ji ber pirbûna kuştî û miryan, dibe rewşeke suruşt û tebîyî,nema ew rêdarên oletî di veşartina wan de pêktên.
Di suruştê de mirin bi fêde ye,her tişt dimire,li ezmanan sitêrk dimrin,li ser erdê jî jîndar dimrin,heger mirin tuneba wê çilo milyar milyarê jîndaran di erdê de hilatana,bê gûman jiyan ne diqedya,lewra mirin di suruştê de bi fêde ye..! helbet mirin,ne ji ber pîrbûnê tenê diqewime,û ne ew rengê nemanê tenê ye,carna jîndarên qels û lawaz,dibin xwarina jîndarên girs û xurt,her rewşek mirinê, rewşek jîndariyê bi xwe re tîne,yanî her mirina jîndarekî ,xwarina jîndarekî din misoger dike,di vir de em karin bêjin,mirin berdewambûna jiyanê ye.

Gelo êş û zehmetkêşana di ber mirinê de çawa ye..?

Bi rastî bersivek tenê ji vê pirsê re tuneye,bersiv bi hinek rewşan ve girêdayî ye:
1-asta jiyana mirov berî mirinê,ka gelo di jiyanek xweş re derbas dibû yan na ?
2-rengmirina her mirovekî,nîşana azerîkêşa wî di ber mirinê de xuya dike
3-ta çi radeyê ewî mirovê mirî, armancên xwe di jiyanê de pêkanîne,yan çi hêvî li pê xwe hiştine ?
Rengên nas kirî ji mirinê re deh in,ên pirr belavbûyî evin:
1-dilrawestandin
2-rehgirtin
3-nexweşiyên mejî
43% ji miriyan, ji ber van nexweşiyan dimrin,dema xwîn nema diçe ser mijî,nexweş di wê qonaxê de êşeke zor dibîne,zengelolka qirka wî pirr diêşe,bêhna nexweş teng dibe û lêdana dilê wî dixerbite,heger deh deqan wilo berdewam bike,nexweş dighê qonaxa dilrawestandinê.
Di vê rewşa zordîtinê de mejî bi xwe jî,di rewşek zorr re derbas dibe,çav û hiş kêm dibin,û 20% ji ên ku dikevin vê rewşê dilê wan bi carekê re disekine û ji êşa ber mirinê xelas dibin.
Ên ku bijîşk piştî demek kurt ji dilrawestandinê,dilê wan vedigerînin jiyanê, behsa êşê nakin, weha dibêjin:me xwe ditît em ji cihekî bilind têne xwarê,ronî hêdî hêdî li ber çavê me kêm dibû,liv û tevgera tiştan li ber çavê me dereng û sist dibû,em dihisyan ku jiyana me bi selametî bi dawî dibû.
Zanyar dibêjin ev rewş bi wan re çê dibû, ji ber ku oksicîn nema xweşik diçû ser mejî.
Di sekna mejî de mirin misoger dibe,mirov ji ser hişê xwe dire,lewra ewê li ber mirnê nema bi êşê dihise.

Li gora adet û rêjîna miletan,termên miryan tê ne veşartin.

Li nav hin miletên hindistan û evganistanê û li gora baweriyên zerdeştiyan,termên miryên xwe bi bircên bilind ve dadilqînin, û navê bircên bê dengiyê, li wan dikin,li gora baweriyên wan,erd,av û agir pîrozin û çê na be wan bi termên miriyan gemarî bikin.
Li hin deverin din li hindistanê,endonîsyayê û li çînê,termê miryên xwe dişewitînin,dikin arî û li ber ba dikin, û hinek jî,wê ariyê binax dikin, hinek ji wan jî henin,ariyê dixin qutîka û li ber çemê ganc berdidin.
Êla ganom li amazonya emrîkî,wê ariyê tev li mozan distrên û dixun,di baweriya wan de, ku miryê wan wê tim bi wan re bimîne.

Di hin civakên pêşketî de,wek li herêma erîzona,mirovin henin berî ku bimrin peymanekê bi pera bi sazgeha algor re imze dikin da ku termê wan piştî mirinê sarincî bihêlin,bi hêviya ku zanistî li pêşkeve û wan ji niv re sax bikin,di sala 1948 an de,textoran digotin çaxa dil diraweste mirin diqewime,lê di sala 1998 an de hate zanîn ku derbake bi tenê ji kehrebê dil vedigerîne jiyanê,îja sazgeha algor dibêje: wê di sala 2048 an de pêşveçûnên zanistî û saxlemiyê wê bighêjin astekê ku dikaribin gelek miryên nexweşya dil sax bikin.
Kampanyek emrîkî din jî heye,ariya şewata termê miryan dikin elmas û difroşin xwedyê mirî, da ku bi xwe ve dalqînin û ta ebed miryê xwe bi bîra xwe ve bînin.
Hin kes jî henin laşê xwe piştî mirinê, dispêrin saziyên zanistî ta ku jê fêde bikin,û dermanan ji bo êş û nexweşiyan peyda bikin.

Welat-30-10-2008