الرئيسية » مقالات كردية » PÊŞEROJÊN KUMBIYOTER Û INTIRNÊTÊ

PÊŞEROJÊN KUMBIYOTER Û INTIRNÊTÊ

Serokê bernama zanistî ya kampanya mîkrosoftê stîvin imot dibêje: di bîst salên bê de,wê guhertinin pirr mezin di vî warî de çê bibin,wê kombiyoter û biyolocya pev re hevjîn û alîkar bibin.
gelek rewşên Kumbiyûter û şanikên jîndar û sax wek hevin,yanî mirov wê dikaribin sîstemên biyolocî bi alîkariya pêkanîna şêweyên kumbiyoterê ders bikin,her wekî mirov wê dikaribin dermanên nû li ser şanikên sîlîkonî tecrûbe bikin,bêyî ku wan dermanan di jîndaran de bicî bikin.

Imot dibêje: di karên kimbiyotera anha de, va em dikin bighên lez û bezên dawî ji berhevkirinê re,lê dîsan kimbiyotera biyolocî ew çare ye.
Di demên bê de emê karibin şanikên sîlîkonî biguherî nin bi ên biyolocî yanî ên sax û jîndar,û ez bawerim ev yekaya ne sawêrek zanistiye,yanî ku em bi rengekî din bêjin,wê kîmya têkeve dewsa softwarê(bermece) û sîstemên biyolocî têkevin dewsa alet û dezgeyên kumbiyûterê(hardware) .

Navenda PEW INTERNET li ser vê meselê rapirsiyek li darxist û ji 742 karzan,siyasî,kumbiyûterzan,û kargêr pirsî: ka gelo hûn pêşveçûna intirnêtê di sala 2020 an de çawa dibînin ?.
Zêdî nîvê ên ku bersiv dan dîtin,ku intirnêt wê rewşa xwe winda neke,lê tişta ku nerîna wan li ser ne wek hev bû,digotin ka gelo wê kî di van salên bê de berpirsyarî,kargêrî,û serrastkirina vê tora intirnêtê bike ?nexasim piştî bikaranîna kimbiyûterên bê têl,hinan ji wan digotin bela kargêrî ji yasa û rêdara sûkê re bimîne.

Binisbet ji zimanê entirnêtê re,hinan dîtin ku zimanê ingilîzî jê re bi rêk û pêke,hinan jî digotin bela di intirnêtê de, pirr ziman pêk werin.
Ji bo parastina zanyariyan,gelek ji van xwedîkaran gotin ku aleta kombiyûterê tenê nikare tenahiyê peyda bike,lewra divê mirov jî pişikdariyê di vî karî de bikin.
Karker û xwendevanên ku di riya entirnêtê re ho dibin û kar dikin,wê berhemên karê wan, bi qasî du caran li berhemên karên bê intirnêt zêdetir bibe.