الرئيسية » مقالات كردية » TEQEZ BÛ KU AV LI SER MARSÊ(MERÎXÊ) HEYE

TEQEZ BÛ KU AV LI SER MARSÊ(MERÎXÊ) HEYE

Aleta ji nav hevderxistin kîmawî ya ku bi firgeroka emrîkî ya alî re ye,ya ku bi navê fonêksê tê naskirin,ku berî mehekê li kumka bakurr ya marsê danî bû,da xuyakirin ku av di bin xaka wê deverê de heye.

Destê alî yê fonêksê kulmek qûm ji binê pênç santîmitran rahişti bûyê û fehs kiribû,û li hebûna avê rast hati bû.
Bê gûman di cara bê de,wê vekolîn bibe, ka gelo jîndarî di dema anha de yan di dema bûrî de,li ser merîxê peyda bûye yan na?,tevî ku pirr tişt nîşana hebûna jiyanê didin xuya kirin,lê ta nuha jî tiştekî wilo berçav wek peydabûna pektêrya ne hatiye ber çavan.

Berî çend rokî fonêksê barandina berfê li ser merîxê dîti bû,lewra zanyaran karê mabûna wê dirêj kirin û dibêjin:berdewambûna karê vê firgeroka ezmanî, wê di mehên zivistana merîxê de, têkeve nava tirsê de,û dibe ku nikaribe xwe li himber sarbûna wênî zêde ragire.