الرئيسية » مقالات كردية » ÇILO MIROV HO DIBIN..؟

ÇILO MIROV HO DIBIN..؟

Li gora berhemên vekolîneke zanîngeha iksfûrtê li ingilistanê,tê gotin ku ên bi emir biçûk zûtir fêrî xwendinê dibin.
Lê ên bi emir mezin çêtir dikarin zanyariyan kom bikin û biparêzin.

Ev zanîna han,hate xuya kirin,piştî ku çend zanyarên zanîngeha iksfûrtê,aletek ku bi lîzerê bikartê saz kirin,ev alet dikare wêneyan ji tuştên ku bi sedê caran ji serê mûkî biçûktire bikşîne.
Bi vê aletê bala xwe dan liv û tevgera rehên mejyê mişkên biçûk û ên mezin.

-ên biçûk zû hoyî tuştan dibin,ji ber ku rêke wanî din heye ji girtina zanyariyan re.
-hemû beşên rehan di riya pevgirêdanin ku zanyaran navê synapsis li wan kirîye, bi hev re saz dibin.
Zanyaran dîtin ku çaxa mejî ne sist û rehet be, hin ji van pevgirêdanokan kar nakin û bi demê re jî karê wan kêm dibe,û di mejyê mişkên mezin de, tu dikare bêje ku karê wan namîne.

Ji ber vê yekê ên bi emir biçûk deskeftiyê ji van pevgirêdanokan dibînin,lê ên bi emir mezin divê mejyê xwe baş bikarbînin û biwestînin heta ko karibin tiştan bi bîra xwe ve bînin,helbet dîsan ji ber mirina van pevgirêdanên di nav rehan de.

Di dawiyê de em dikarin bêjin ku ên biçûk dikarin pirr zanyariyan wergirin,lê ên bi emir mezin dikarin bêtir zanyariyan bi rêz bikin,serrast bikin û biparêzin.