الرئيسية » مقالات كردية » HIŞMEND JI DIYA XWE RE ÇÊDIBE YAN TÊ ÇÊ KIRIN..?

HIŞMEND JI DIYA XWE RE ÇÊDIBE YAN TÊ ÇÊ KIRIN..?

Li gora berhemên ku komek zanyarên zanîngeha kambirêdç gihaninê dibêjin:hişmendî li ser hin bingehên taybet ava dibe û ji hin rewşên ku ji zikmakî de bi mirovan re duxliqe çê dibe,lê pêşxistina vê bîrzaniyê bi pênasîn û karê zehmet ve girêdayî ye.

Di belavoka zanîngeha kambirêdç de ya bi navê/ cambridge handbook of expetise and experd performance/hati bû nivîsandin,ku berhemên vekolînên vê dawi yê xuya dikin,ku heta mirovek bibe zana divê xwedî hişekî taybet be,û jibo zanebûna xwe li pêşxîne divê pirrê wextê xwe di xwendin û pêkanîna vekolînên xwe de biqedîne.
Zanyarê nefsî yê zanîngeha filorîda ANDIRÊS ÊRÎKSON dibêje:zanyariya li pêş ji mirovekî re xuya dibe,dema ku ew mirov xwedî jîrbûnek taybet be,xwendina wînî zanistî li pêş be,bîrbûn,hêz û karînên xwe di warekî tenê de pêk bîne.