الرئيسية » مقالات كردية » ZIMANÊ PÊŞEROJÊ

ZIMANÊ PÊŞEROJÊ

Zimanê ku îro pir mirov pê dipeyivin,zimanê çînê yê bakure,lê zimanê herî xurt di dinyayê de zimanê ingilîziye.
Berî 15000 sal,hejmara zimanan di dinyayê de,10000 ziman bûn,îro ew hejmar daketiye tenê 6000an,jê du hezar ziman li ber mirinêne,li gora zanyaran 600 ziman tenê karin berdewam bikin.

Pêşketin û xurtbûna zimana girêdayî ye bi xurtbûna miletên ku pê dipeyivin.
Zimanên belavbûyî û serdest di cîhanê de,zimanê wan miletên ku rola wan di abûriya dinyayê de heye,û tevgera wan di rewşa siyasî ya wan deveran de xurte.
Zimanê ku îro tevgera wî xurt û pirre,helbet zimanê ingilîziye /zimanê dê ye ji 350 melyon beşerî re/ tevî ku zimanê manderînî( çiniya bakur) zimanê dê ye ji 700 melyonî re,nikare wek ingilîzî pêşkeve û belav bibe,di pêre tê zimanê erebî û espanyolî ku her yek ji wan 300 melyon pê dipeyivin.
Li efrîqyayê zimanê herî belav zimanê ingilîzî û firensiye,helbet ji ber dirêjbûna dagîrkirina wan ji efrîqya re.
Rastî û mînakek dîrokî heye dibêje:di heyamên romaniyan de,gelek miletên kevn abêya latînî bi kartanîn,û bi carekê re ji dev zimanê xwe diqeriyan û bi zimanê romiyan dipeyivîn,da ku xwe nêzîkî empiratorê wan bikin,û xwe di riya wî re biparêzin.
Zanyar dibêjin ku jiyana her zimanekî li dora hezar saliye,lê tenê çend ziman di dîrokê de bêtirî du hezar sal jiyane,mîna zimanê misriyanî kevn,zimanê sensekrîtî,çînî,ibrî,igrîkî,latînî,tamîlî……….
Lê bela em zanibin,ku sedemên herî xurt ji bo berdewamkirina zimanekî evin:
1-hestên netewî
2-baweriyên olî
3-kevnetorên gelêrî
4-filoklor û zengînbûna wêjeya devkî
5-xurtbûna abûr û siyaseta miletekî jî, wî ber bi serkêşiya rewşenbîrî ve dighîne û pêre jî zimanê wî xurt dike û didomîne.