الرئيسية » مقالات » Kerkukê û Seddamiyên nuhok – 4-

Kerkukê û Seddamiyên nuhok – 4-

ji kurda tê xwestin , ku ji nûv re têkiliyên xwe bi hêzên îraqî û dewletên cîhanê re binerxînin , û qonaxa burî û ya nuhok şîrovebikin ta ku şaşitiyên xwe bidin xuyanê ,û lêvegerk giştî ji siyaseta xwre pêk bînin , jibo karibin bi şêweyekî durist stratîjîk nuh tomar bikin , li gorî pêşketina bûyerên di vê qonaxê de dibin , piştî xuberdaneka siyasî – îdyolojî ji layê hêzên neyar ve, giringe ku kurd rêxistinên îraqî parzûnk bikin jibo dijmin û hevala ji hev derînin , çimkî rewşa siyasî li îraqê bi rewrewkê hatiye pêçan , giringe lîderên kurd ji xwe bipirsin kî bi mere ye û kî dijî me ye , jibo fakterên xurtbûn û qelsbûna xwe bipîvin , û li ber ronahiya nirxandinê wê esta hêza xweyî siyasî , diblomatîk, leşkerî xweşik bi bînin , û li gorî bilindbûn an nizimbûna vê estê , wê kurd kar û xebatê bikin ,wek aliyekî sereke di nakokiya hêzên navdewletî û herêmî , yên ku bandroa xwe heye li îraq û H.K.B .
fakterê herêmî : ew dijî gelê kurd de , çimkî dewletên deverê , piştgiriyê didin hêzên îraqî yên dijminaya kurda dikin , û zorê li emerîka û hikumeta N.almalikî dikin bo astengiya bîne pêşiya lîderên kurd ta ku nikribin aloziya çareserbikin .
fakterê cîhanî : ew jî nediyare , çimkî emerîka bi nîvê dar girtiya , naxwaze kurda ji xwe bitingirî ne, û naxwaze ereb û tirkumana ji xwe bixeyidî ne , bo têkiliyên xwe bi dewletên deverê re xera neke , û bo hêzên îraqî yên hişk û sert razîbike , ta ku xwe ji rêxistina alqaîde veqetînin .
di vê rewşê de kurd nema bi îraqiya ewle dibin , ji xwe berê derdor neyarin , û nikarin xwe yekcarî bispêrin fakterê cîhanî , çimkî ew bêtebate zû tê guhertin li gorî berjewendiyên hêzên cîhanî gewre ,lê fakterê navdewletî bandora xweyî zor heye li pirsgirkên deverê , gerek lîderên kurd xebatê li paytextên cîhanî bikn bo helwestên raya cîhanî giştî ,û helwestên dwletên gewre mefayî bikn , û piştgiriyê ji serokên van dewletan bi xwazin bo parastina mafên gelê kurd yên rewa ,mafê çarenus, fîderalî, bicîkirina madeya 140 î , eger kurd karibin fakterê cîhanî bikşînin aliyên xwe , wê rê li per seddamiyên nuhok qutbikin , û di vê nakokiya dijwar de ewê dijî aliyên îraqê ê neyar bisrkevin, her weha bo parastina H.K.B ji destdirêjiyên dewletên derdor yên lihêviya ferzendekê ne ku êrîşê bikşînin ser H.K.B .
tev giringiya fakterê cîhanî , lê fakterê kurdistanî ew yê stratîjîkiye, çimkî fekterên hêja li kurdistanê peyda dibin wek:
yên xuristî – dîmografî – jiyopolîtk – faktrê netewî dirêjepedaniya xwe heye li dervî îraqê li perçeyên kurdistanê ê dîtir û li deverê û li cîhanê – çavnasiya dîrokî ya gelê H.K.B di warê tîkoşîn û xebata çekdarî de , miletê kurd bo berxwedan û azadiyê amedeye ku bibe pêşmerge û girêla , gelo lîderên me van fakterên buha bikar tînin wek corekî ji corên zorê yên yasayî dijî hikumeta Malikî , ta ku ji nûv re li madeya 140 î bibe xwedî û rojekê bi nav bike wek sînorekê dumahî bo bicîkirina vê madeyê .
pêwîste bo lîderên kurd kar û xebata piratîk pêkbînîn , kerkukê hêjaye mirov jêre kar bike , çimkî pêşeroj û çarenusa H.K.B bi kirîza kerkukê ve hatye girêdan .
kuro lawo dîmokrasiya çi mafê gelayî çi gû xwarina çi , pepoko tu çawa baweriya xwe bi neyara tîne , ku wilo bi hesanî mafê te li te vegerînin , hey te porê min kur û kem kiro bi ser Tehranê û Enqerayê û Şamê û Bexdê û Felûca û Kerbelayê de , hebîbî şofînî şofînî ne ku tu wan di şêrê dîmokrasiyê de dake , terya kuçk rast nabe ,û birayên menî misilman ew jî nayên guhertin go çi kirasî li xwe kin wê bimînin dijminê netewa kurd , yaexî xwîna me bi wan şêrîne ma derw çiye , destê wan ji me nabe , duh dîktatoriya şofînîst bûn , îro jî dîomkrasiya şofînîstin , çi pêve ye , evjî mûdêlek nûhîtope ji lîberaliya gur û hirç û tûpişkaye .
gelî lîderkekan û serokekan, bibhîzin banga kurdistan , bi kesî ewle nebin ji bilî gel û neşteman , xwe bidin hev yek dest , kar û xebatê bikin dijî dijminan , heydê rabin ser piyan , kerkukê gazî dike şêr û pilinga ,de werin min rizgar bikin ez dilê kurdistan .
me got mebesta hêz û dewletên neyar , ne bi tenê kerkukê ye , belê çavên xwe lê ye ku fîderaliya H.K.B hilweşînin û dîmokrasî û lîberaliyê û wekheviyê û dadmendiyê ji holê rakin , çimkî ew di zanin ku prensîbên mirovatiyê pêkbên wê mafên gelên bin dest bi serkevin , lê mîna kevneperest û xwînmija û dijminê mirova ew tu cara nabin kevokên aşîtiyê , mirov bi gotinê wanî şekirlî bawer neke , ew cenawerên berê ne bê xwîna kurda jiyana wan berdewam nake , kurdo bawer meke ku rojekê gur bibe berxik , na na tu yê bi tenha iyarê şêra ji xwe dike û rûtî zelût û tazî xwe davêje nav lepê rovî û keftara , bo avê li te venexwin û bi xavê goştê te bixwin ….keka xwîna te bi wan ji betrolê buha tire ,ev çi diz û çete yên we xwe bi wan ve girtiye , gelo wan tu hêvî ji were hiştine , qaşo bêhna dîmokrasyê ji wan tê , mala minê çi dîmokrasî , kurdo kuro lawo ma tu dîn bûye , tu çawa baweriya xwe bi dijmina tîne , ta ku çarenusa xwe têxe nav lepê wan , mîna bezê tu bispêre pisîkê , an gurê tu berde nav pez , kurdo xaka te zîv ê zêre , dijmin jibo wilo zû bi zû ji dev te bernade , keka ku zîv ê zêre têkeve merselê mirovayetiyê û prnsîb bi kêr nakin ew li ber avê diçin.
çi ye ne çi ye zaro bihna dîmokrasiyê ji wan tê , hepre na bi xweda me têr xwar , ku me jiyana miletekî sipart dijmina , ev çi dîmokrasiya çewte , vaye hukumeta îraqê desthilatdariya andamên xwey kurd pûç dike û bi wan ewle nabe , mîna general Babekir zîbarî , ji aliyên dîtir ve berlemanê îraqê bûye Kofînêt bo saloxgêrên dewletên derdor û sîxorên wan , her kirûpek berlemanî berjewendiyên dewletên dîtir di berleman de bicîtîne , doza teva ewe ku netewa kurd ji holê rakin , xweda heye min wek vê dadmendiyê li ti welata nedîtiye .
keka matmayî me be ji destê te gihşit serê te , bav û kala gotine : ereb û rez çiyaî û pez , em jî dibêjin ereb û dîmokrasî , keka kirasê dîmokrasiyê nel gorî wêjan û raman û çand û kultorê ereba ye , nemez ku para kurda di vî kirasî de hebe , ew amedene ku 500 salî dibin stemkariya rêcîmên faşîst û dictator de bin lê ne amedene ku rojekê kurda serfiraz bibînin .
aliyên îraqî yên dîtir mineta lîderên kurd avêtin , û ji wanre gotin ev quça we , em tiştekî nadin we de herin serê xwe li dîwara xin , gerek lîderên me jî li wan vegerînin û pirsa kerkukê bispêrin gelê H.K.B , û zorê li bexdê û paytextên derdor û cîhanî bikin , eger ew çarakê ji kekukê re ne bînin wê netewa kurd li her çar perçê kurdistanê û rojhilata navîn û li seranserê cîhanê dest bi karê çekdarî bike û nahêle aram û tebat li îraqê û dewletên derdor çêbibe . ev fakter bi tenha yê bikêre û ew bi tenha di destê lîderekekan de maye , û dema wî hatye bo bilive , zimanê xweş û diyalog bi aliyên dîtir re sud nake , gelo ta kengî wê bihna lîderên me firehbe , kêr gihişt hestu , û tima îraqiya xweş diyare ku sîstema berê vgerînin ûûûûû bay bay Kurdistan .