الرئيسية » مقالات كردية » Kerkukê û Seddamiyên nuhok – 3-

Kerkukê û Seddamiyên nuhok – 3-

Di vê qonaxê de H.K.B derbasî zîvirandinek xerab bûye, û gelek estengî têde wê li himber netewa kurda peyda bibin , neyarên kurda li îraqê û dewletên deverê wê keysa xwe ji van mercên nuh bînin bo ziyaniya bighînin netewa kurd .
Bê guman mebsta van neyaran , ne xistina madeya 140 î ji desturê îraqê bi tenha ye belê armanca wanî stratîjîk xistina fîderaliya H.K.B re , ev jî zengilê agehdariyê ye de guhê kurda de bo şiyar bibin , û xwe amede bikin ji qonaxek herî dijwar re , giringe bo kurda kar û xebata berpirsyar di warê siyasî û leşkerî de bikin ,ta ku netewa kurd karibe bergirî û berxwedanê bike , bo parasitna azadiya xwe , û parastin xaka H.K.B pîroz ta ku ala rengîn serfiraz û bilnd bimîne di esmanê kurdisanê de wek hêviyekê ji netewa kurd re li hemî perçeyên welat .
Li gorî pêşketina bûyerên mehên dawî li îraq û Rojhilata Navîn , ewlekariya netwî ya H.K.B ketiya hola metirsî , çimkî bûyer û guhertin li gorî omîdên hêzên neyar dibin , ew hêzên yên ku dijitiya damezrandina pirojeya avakirina serbûriyek siyasî – dîmokrasî – fîderalî, bo H.K.B ya ku bi pêş ve diçe û biserdike ve , daxwaza van hêzên neyar diyar, û eşkere ye , ku vê serbûriya mezin beravêtî bikin û rewşa H.K.B li paşxin an ku wê vegerînin serdemên enfal û kîmyabaran û cînosayd .
bela kurd nebêjin dîrok xwe venagerîne , belê roja îro ew xwe vedgerîne , dema ku şert û mercên nuh li gorî ecendên dijminê kurda di meyî ne , û ferzendê dide wan ku êrîşên siyasyî bikşînin ser gelê H.K.B ,û dîsa di gel dewletên xwedî biryar û dewletên devera Rojhilata Navîn pîlan û konetiyê dijî netewa kurd dajon , stratîjiya xwe ewe ku seqa siyasî navnetewî alî wan bike bo êrşên leşkerî bikşînin ser H.K.B .
em dibînin xuberdanek ( mûfrezat) îdyolojîk – nijadî li îraqê derdike ve holê , bo hûnandina bendek şofînîst , nijadperest, dîktatorî , dijî gelê H.K.B , bendek ne durî raman û îdyolojiya baesî – seddamiye , hinek ji aliyên îraqî çi ereb çi turkuman , melhezekê (xite) bi kar tînin , bo seddamiyên nuhok desthilatdariyê li îraqê ji xwe re bistînin , diyare ku ew aliyên dijî seddam bûn , yên doza dîmokrasî û mafê mirova dikirin , û xwe didan nasîn wek hêzên dîmokrat, îro ew bi xwe nel gorî siloganên xwe derketin , dema wan bi doza dîmokrasiyê vedan ,û jara şofînîst berdan nava wê , siyaseta bi durûwa(dubare) ew bi kar tînin , ku peyv jibo berjewendiyên wanî teybetbin , ew dibin bavê dîmokrasiyê ,û pêximberên mafê mirovan , lê ku peyv bo mafê kurda be, yabo çavên wan sor dibin, û ji nişka ve dîmokrasî , lêburîn , wekheviya miletan , jibîr dikin , û li regezên xweyî şofînîst, totalîtrî, nijadperest, faşîst, kevneperest vedgerin , xwe ji rêcîma seddam pîstir dikin û ji îdyolojiya baes xwe tarîtir dikin .
ev rêxistinên hanê , yên ku dijitî û dijminaya dîrokî di navbira wan de heye , ta roja îro ,di nakokiyek etnîkî – olî (mezhebî) dijwar dene bi sedên hezaran hevdû dikujin , sunne , şîa, ereb, tirkuman, partiyên îslamî,zanînî ,nijadî , lîbralî , dîmokrat , çeb, rast , orte, sert, hênik , tuj, tal ,şor , tirş, şêrîn …. mirov matmayî dibe , çawa ev gihiştin hev û lihevkirin , û beşdarî pîlan û melhezan bûne , ku em li dîrokê vegerin , emê bibînin bend benda berê ye, û sîstem ew sîsteme , armanca teva ku netewa kurd ji holê rakin .
dem bi lez ji kurda di çe , eger em zû neghên çarakê bo pirsa kerkukê li gorî madeya 140 î, em nema Karin di pêşerojê de vî karî bikin , wê kerkukê yekcar ji destê H.K.B here , ku pîlanên şofîniya herin serî wê bandor û rola xwe bi hêztir bibe , nemez dewletên derdor piştgiriya siyasî û leşkerî didin van şerxwazan , bo karibin ji nûv re H.K.B bindestbikin .
seddamiyên nuhok veşartî ne lê karê xwe eşkereye , di bin siya partiyên dîtir , di demên rabirdû de seddamek bi tenha hebû û partiyek şofînîst tek hebû ,lê maşellah îro seddam bi seda ne û partiyên şofînîst bi dehan ne , maşellah maşellah , xweda wan bêtir meke rebiyî .
neyarên li hundirê îraqê û li dewletên devera rojhilata navarast , xwe dane hev bo alozî û astengiya dijî H.K.B peydakin , û bi mehna van aloziya wê xeçirêkekê ji hikumet û perlemanê îraqê re bibînin jibo madeya 140 î bin ax bike , elfatîhe li ser rohê pêximber , eger kerkukê çû wê fîderaliya H.K.B bide dû , û dîmokrasî pûç bibe , ta ku dijminekan armanca xweyî dawî pêkbînin , armanca wan ewe ku bi şêweyekî fermî rêcîma dewleta tîrorîst- faşîst- totalîtarî li îraqê damezrînin û sîstema şofînîst dîsa bajon .
ciyê kurda di dewleta şofînîst de tune , gerek lîderên kurd agehdarbin,û bi lez xebatê bikin, û rê li ber hêzên neyar bigrin, û bi çi şêweyî be çarakê ji pirsa kerkukê re bibînin li ser bingeha 140 î . jibo keda sedên sala û xwîna hezarên şehîda bertelef neçe , pêwîsta ku miletê H.K.B azadiya xwe biparêzin, û amedebin bo bergiriyê di ber xaka welatê xwe de bikin ,û stratîjiyek hêja tomar bikin bo berxwedanê dijî hêzên neyar bikin , roja îro H.K.B rawistyaye himber dijminên derve û hundirû , di vê qonaxa dijwar de ya ku nakokiya navdewletî têde zîviriye nel gorî daxwazên kurda , çimkî destarê vê nakokiya hanê bi hêz û lez digere û hemî piroblemên siyasî, abûrî, leşkrî, …. Bi hevre di hêre , di vê nakokiyê de kîjan aliyê xwe jêre amide nekiribe , wê winda bibe û li ber linga here , nemez kurd wê dost pêl wan kin berya dijminan .
ew wergerandina di perlemanê îraqê de çêbû dijî destur û dîmokrasiyê di 22/7/2008 de balonek ji aliyên dîtir bû, jibo helwestên kurda û hêz û xurtbûna H.k.B pê bi pîvin , ew serbûriyek bû ji aliyê wan ta ku li ser vîna lîderên kurd rawestin , ta bibînin bê helwestên kurda sistin an xurtin, her weha dijminan di xwestin bi wî karê genî helwestên dewletên biryar çêkir serbûrî bikin bo nasbikin ta çi estê paytextên cîhanî piştgiriya H.K.B dikin
————————————————————————–
Li hêviya xeleka 4. bin