الرئيسية » مقالات كردية » Rûpelek ji dîrokê…sûrêm gundekî herêma bedlîsê bû..!?

Rûpelek ji dîrokê…sûrêm gundekî herêma bedlîsê bû..!?

(xeleka yekê)

Rojê ez nizanim,salê ez nizanim,dîrokê ez nizanim,tenê ez dizanim fermanek li zozana rabû,li gundê me,sûrêm rabû,li mala bavê min rabû,li bedlîsê rabû,ez zaro bûm,yazde salî,diwazde salî bûm,temam ez nizanim,tenê ez dizanim digotin,urus êrîşî jor dike,bedlîsê zeft dike,xelkê talan dike,li jinan zorê dike,mêran bê serî dike, digotin gawir êrîşî misilmanan dike,îro nevîyê min dibêje, gawirê mezin misilmanê tirkin û heta nuha jî turkin ,firsin,erebin,û dibêje: pîrê dostê kurda tenê kurdin,dibe ku çîroka te,sal 1913 bû dibe ku sal1914 bû dibe ku sal 1915 bû,û dibe jî ku 1916 bû
ê min bi xwe ez nizanim,dibe ku nevîyê min jî, ji ber pirbûna salên hicreta kurdan,nema zane sala penaberbûna min nîşan bike,tiştê ez dizanim navê min safya bû,ê bavê min xelîl bû,birakî min sax ma bû navê wî mihemed emîn bû,birakî minî din hebû sala wefata wî ez nizanim,digotin navê wî ibrahîm bû,nuh zewicî bû,pîreka wî zaro bû ne mezin bû nuh keçek xwedê dabûyê,hîn li ser destê wê bû,fatma jineke bejin zirav û dirêj bû,rû wek heyvê pir spehî bû,digotin wek xweşikbûna wê li devera serhedê tevî tune bû,rokê bi sihirbazî û fena, baba derwêşan tev dergûşa wê ew revandin û digotin birê min ji kerb û qehra fatma nexweş ket û wefat bû, îja qîza min tucarî deryê xwe ji sihirbaza re venekin,li dijminan bawer ne bin,me tirsa wan bi şîrê diya xwe re vexwarî ye,ji destê wan pir bi serê me de hatî ye.

xelk ji hev tarûmar dibûn,dê weledê xwe davêtin,bê nîşan direvîyan,milk û malên xwe li pê xwe dihiştin,bi çiya ve hildikişîyan,di çolan de direvîyan,xwas dimeşîyan,zarok ji birçîna digirîyan,tê bîra min mezinan qantir serjêdikirin û heta ku xwîna wan dicemidî bi lepa ew xwîn dixwarin,li gîha û çavgavkên çolê diçêrîyan,zarokên hûr dimirin,bi bayê lezê re ew vedişartin,û riya tirsê ber bi quble ve ber bi roava ve bi ecele diqetandin,tê bîra min ez û birayê xwe bi xalê xwe re bismamê bavê xwe ebdilrezaq re direvîyan.

piştî çend şev û rojan ji meş û bazdanê,ji birçîbûn û westabûnê,em li gundekî wêran bûyî li qeza urfayê bi cih dibûn,jiyana penaberbûnê,windabûnê,û bindestbûnê,di deverek ne nas de,me dişopandin,zikekî têr dehê birçî,razeneke bê xew,erdeke bê cî,laşekî mirovan lê rih û canekî xerîb û bê xwedîtî,bi vî hawî çar pênc meh derbas dibûn,ez nema zanim bê çi bi serê me dihat,ez û birê xwe ji hev qut dibûn ez û xalê xwe ji hev qut dibûn ji kuramên xwe ji jinxala xwe ez bi tenê ji mirovên xwe dimam, di riya xerîbîyê re derbas dibûm.

xelkên me vedigerîyan zozana digotin urus ji bedlîsê,ji sûrêm,ji gundê me vekişyane,ez jî bi dû hinan ve dimeşîyam heta ko li mirovên xwe rast ne dihatim ji nû ve ez digirîyam,ji nû ve tirs û saweke mezin weke çayê agirî dilê min zeft dikir,bê xwedîtîyê hiş û canê min dixwar,min ji nişka ve xwe di jiyanek din de didît,li mala kal û pîreke kurdûnde, min xwe berdestk û navmalî didît,çi karê giran hebû bi min dihat kirin.

Rokê û piştî çend mehekî,dengê pist pista kalo û pîrê dikete guhê min,pîrê ji kalo re digot: nûrê li xwe mehr bike belkî zarokin me çê bibin,navê nûrê ewan li min kiribûn ji ber digotin ev keçzaroka han ji şev tarîyê pir saw û tirs digre.

ji tirsa ku min bi şîrê diya xwe re vexwaribû,ji tirsa ne heqîyê ku di dilê min de şîn hatibû,ji reva ji zorê ku min xwe têde dîtibû.
bi banga sibê re,tevî barê xwenî giran,barê kul û hisretan,barê eşqa dîtina bira û xwedîyan,ber bi ronahîya rojê ve ez di revîyam,weke dara berberojkê ku ji tariyê hez nake,min xwe li rojê digirt û ez dimeşîyam,min ji xwe re digot qey ez berbi dehl û zeviyên sûrêm ve dirim,berbi cihê lîskên zarotiya xwe ve dirim,berbi namûs û insaniyeta xwe ve diçim,berbi hebûn û safya ve,berbi navê xwey pêşî ve dibezim,ber ku ro here ava zilamekî navûser,kinik û serî keçel li ser hespa xwebû,ez sekinandim û ji min pirsî:keçê ro dire ava tu bi kude dibeze,tu keça kê ye.?

Min gote,ez keça xelîlim,ez ji sûrêmim,ez ji xerîbîyê têm,û diçim xerîbîyê,ez ji bêxwedîtîyê direvim,û qey xwe li bêxwedîtîyê digrim,kiniko ji ser hespa xwe daket xwarê,û got: navê min ismaîle,ez ji gundê gocekê me,em di orta mêrdîn û amûdê dene,vaye gundê me ji vira ne dûre,de ka bi min re were gund,tu tenê çê na be bi şev bimeşe,tebayê çolê pirin, tu zaro ye,wê te bixun……………….