الرئيسية » مقالات كردية » Kerkukê û Seddamiyên nuhok – 2-

Kerkukê û Seddamiyên nuhok – 2-

Jibo van sozên moral , kurda qebûl kirin ku pirsa kerkukê çareserbikin di rêka siyasî – yasayî re , û li ser vê bingehê kurda alîkarî bi îraqiya re kirin bo avakirina dewletek nûjen , mafê kurda misoger dike , her weha desturekî îraqî modrin peyda bû , di naveroka xwe de , madeyên serete hene wek fîderalîzim bo H.K.B û madeya 140 î bo kerkukê , kurda hêviyên xwe xistin destur bo çaresrkirina pirsa deverên ku ji H.K.B hatine birîn nemez kerkukê , dewleta îraqî ava bû , hikumet û perleman çêbûn , kurda doza bicîkirna medeya 140 î kirin lê hikumeta îraq her carê ji vê yekê di reve , civ û tewl didan xwe bi mehna astengiyên ewlekarî yên ku nahêlin madeya 140 î bicîbibe , bi vê mehnê hikumeta îraqê tewl didan xwe bo ragirtina bicîkirina medeya 140 î , ta ku keysa wê lê pê û xwe li hemo tiştan bide mandelê , dem ji kîsê kurda di çû û hayê wan jê nîne , lîderên kurd bihna xwe li îraqiya gelekî firh kirin û çivên wan qebûl kirin , ev jî şaştiyêk dîtir bû ,lîderên me tê werbûn , gereg wan ragirtina bicîkirna madeya 140 î qebûl nekirana , nizanim gelo ev lîder razayîbûn hayê wan ji kiştibaniya aliyên dîtir tunebû , an bêtirî wilo bi dset wan ne diekt ku zorê li îraqiya bikin bo bicîkirina madeya 140 î , kurd şiyar nebûn ta ku mercên siyasî hatin guhertin nel gorî berjewendiyên wan û seqa siyasî nûh peyda bû li gorî neyarên netewa kurd , îraqî li hêviya van guhertina bûn ta ku karibin li hember kurda rawestin , û dijitiya daxwazên kurda bikin bo kerkukê û pirsin dîtir yên bêçare mane di neqeba hewlêrê û bexdê de , îraqiyia di salên çûyî de 2003 – 2007 an ji bicîkirina madeya 140 î di reviyan , çavên xwe li guhertina rewşa siyasî û awlekarî ku li îraqê paktir bibe ta ku kribin daxwzên kurda red bikin û cilikê ji bin lingê kurda bikşînin , a îraqiya dixwest wilo bû :
Şerê tîrorîst bi dumahî dibe – artêşa îraqî vavdibe – nakokiyên di neqeba sunne û şîa de tê ragirtin – emerîka siyasetek nûh li îraqê dajo nîşana wê ku dergehê giftûgo veke bi hêzên îraqî yên xewdî îdyolojiyên sert û hişk mîna rêxistinên îslamî çi sunne çi şîa çi partiyên neteweperest ,totalîtarî, şofînîst, faşîst, nijadperest , yên ku bi derewa kirasên dîmokrasî û lîberaliyê li xwe kirine , lê bi rastî ew dirêjepedanî ne ji îdyolojiya baes re ne, yan bermayên seddamî ne , û sêwiyên rêcîma rabirdû ne , emerîka vê yekê di zane , lê waşington pêwîste ku di vê qonaxê de bi van hêzên gumanlêk bid û bistîne , çimkî li emerîka partiya komarekan bi çi şêweyî be, ew serkewtina siyaseta xwe li îraqê de dixwaze wek pak kirina rewşa ewlekarî û siyasî û aramkirdina civakî li îraqê , jibo komarekan di karibin bi hêz derbasî hilbijartina serokatiya emerîka bibin û serkewtina hilbijartê xwe (Makîn ) girantî bikin dijî hilbijartê dîmokrasiyan (Obama) wek tê gotin vê carê berhemên hilbijartina serokekî nuh bo emerîka wê bi kirîza îraqê ve girêdayî be ,loma komarekan amide ne ku xwe ji jibo hêzên neyar re li îraqê daxin û qelenekî giran deynin , ta ku tîrorîst û seddamiyan razîbikn bo karê çekdarî rawestînin , kargerêna Boş şert û mercên hêzên îraqî yên sert qebûlkirin – ji alîkî dîtir ve, Boş pêwîstî dewletên ereb û turkiya û îran bûye ta ku bandorên xwe li hevbendên xweyî îraqî bikin bo şerê tîrorîst li îrqê rawestînin , van dewleta jî şeret û mercên xwe ji emerîka re berbiçav kirin , mercê wanî sereke go waşngton nema piştgiriyê bide hewlêrê ,nemez bo pirsgirêka kerkukê , Boş evjî qebûl kir .
Bi vî awî ciyên bingeha hêzên îraqî hatin guhertin , di vê guhertinê de esta bingeha hêzên kurda daket, û esta hêzên neyar bilind bû , rol û bandora kurda ket warê kêmbûn û qelsbûnê ,lîderên kurd têneghaştin ku nakokiya hêzên navnetewî û herêmî bo Rojhilata Navîn , nakokiyek diyaliktîkiye (cedeliye) li ser bingehek kelovajî (mûtenaqîdat) hatiye sazkirin û tê ajotin , pirsgirêkên deverê bi şêweyekî vejihev bi hev re dihûne û wan li hevdû digerîne , bandora xwe li hev dikin , loma guhertin û bûyerên li deverê derdikevin bi şêweyekî lez û bez û zû di qewimin , jibo vê yekê lîderên kurd guman nedikirin ku seqa siyasî wê zû bê guhertin , ji wan werê merc li gorî berjewendiyên H. K. B wê bimî ne , lewra lîdera lez û bez nekirin bo çareserkirina pirsgirêkên di neqeba hewlêr û bexdê de , û çivên hikumeta Malikî qebûl kirin bo ji bicîkirina madeya 140 î birve , ta ku rojek bê û madeya 140 î ji naveroka xwe vala bibe , ji lîdera werê ewê herdem karibin zorê li hikumeta îraqê bikin bo armancên gelê kurdistanê pêkbînin , ta ku di mehên dawî ji 2008 an de kurd mujdebûn û haj ji xwe kirin ku av li bin wan qelibiye , emerîka siyaseta xwe guhert bi şêweyekî deramatîk,
wek xalê şivan dibêje : ferman ne ferman ne fermana me kurdekeka ne , bihna ceng û şer xweş tê min lê hîn lîderekan tevde razayî ma ne , xewnên şêrîn dibînin , hêviya wan bavê azade , lê Tîrorîsta û Rûsiya û apê Gustav mêrê xaltîka Katrîna , qun li bavê azad qetandin , belengazo bi xwe daketiye , ji kurda re ne valaye , li kêmasiyê me nerin .
her weha rewşa giştî li îraqê pak dibe , û yekitiya ûropa û emerîka siyaseta zorê ji ser rêcîmên dîktator li welatên rojhilata navîn ragirtin û lihevhatinê ji van rêcîman dixwazin .
————————————————————————–
Li hêviya xeleka 3. bin