الرئيسية » مقالات كردية » Kerkukê û seddamiyên nuhok – 1-

Kerkukê û seddamiyên nuhok – 1-

Di roja 9/4/2003 , ferzendeke dîrokî ji kurda re hat, bo deverên welat xwe yên dagirkirî rizgar bikin û vegerînin ser axa Herêma Kurdistana Başûr H.K.B , lê lîderên kurda ev ferzenda giran buha ji dest xwe berdan , û kerkukê venegerandin , çimkî wan rumet dan soz û peymanên xwe bi aliyên îraqî yên dîtir dema hîn di warê opozosyonê debûn û bi hevre kar di kirin dijî rêcîma seddam , di wê demê de wan û kurda li hevkiribûn ku rêcîma seddam bê xwarê ewê mafên kurda yên rewa misoger bikin , wek mafê çarenûs û fîderalîzim û vegerandina deverên kurdî yên ji dervî H.K.B bin dest mane .
Lîderên kurd ewle bûn bi hêzên îraqî , qaşo ku ew hevbendê rêxistina kurdî ne, wê rûmetê bidine peymanên xwe ,û dema ew bi serkevin û bibin xwedî desthilaltdar, wê pêwsitiyê bi soz û qirarên xwe bikin bo hevalên xweyî kurd ,an wê sozên xwe bo kurda bi cî bînin , lîderên kurd wisa mijûl dibûn, û bi dilsozî man girêdayî bi sozên xwe ve bo hevbendên xweyî îraqî , jibo wilo dema dewleta îrqê herifî , van lîderan qebûl nekrin ku keysbaziyê bikin ,û kerkukê vegerînin ser axa welat , tev ku bi hesanî wan di karîbû vî karê pîroz pêkbînin , lê wan nekir .
ezê çi bêjim mane ew dola selah aldînin , ê ku kar ji beyaninya re dikir ,û miletê xwe jibîr dikir, û xortên kurda dajotin ser mirinê bo rizgarkirina qudsê (orşelîm) , lîdera digotin: em û hevpeymanên xweyî îraqî emê pirsgirêk û aloziyan çareserbikin bi şêweyekî dîmokrasî- aştyane- yesayî ,di rêka diyaloga siyasî re .
Ev nerîna siyasî ji layê lîderên kurd ve , şaşitiyek dîrokiyî herî gewre bû , çimkî wek kurd dibêjin: gepa wan hat ber devên wan lê wan ne xwar , û kerkukê ji dest xwe berdan jibo çend sozên telomelo , ev siyasete keka, qûrbano û heyrano pê kêr nake ,û ciyê soz û qirara têde nîne , li seranserê cîhanê siyaset wisa bi kar tê, ku ya te hat ber te bike ,û li tiştekî din ne pirse, berya ku ferzend ji dst te biçe , na bavo lîderên me pêximber û perîne çênabe ew ji sozekî xwe vegerin , ax ax vê dilsoziyê vê rastiyê mala me xerakiriye, û hîn destê me jê nabe ,ew sedema ku ta îro kurd bi tenha mane sêwiyê cîhanê.
Piştî rêcîma seddam hilweşya û dewleta ba’isî herifî , kurd bûne alîyê herî xurt û bi hêz di îraqê de , ji aliyê hundiru de H.K.B ji şerê azadîkirina îraqê saxlem derket , ew amedebû ,û bi aram û tebat bû bi sîstem û orgenayz bû, rewşa awlekarî û abûrî û civakî û siyasî lê ne xerab bû, bi hikumet û perleman û pêşmerge bû ,bi kargerîn û dezgeh bû .
û ji laeyê derve de etmosfîrekî siyasî cîhanî pak peyda bû li gorî berjewendiyên kurda , bi van nîr û mercên dîrokî ewarte ku kêm kêm bi dest kurde dikevin , lîdera di karîbûn hemî daxwaz û armancên gelê xwe pêk bînin ,û mafên xweyî netewî bi giştî bistînin , wê demê tu aliyen îraqî tunebûn ku dijî kurda rawestin , ta emerîka pêwîstî kurda bû wek hevbendekî herî xurt di îraqê de , jibo vê yekê emerîka dijitiya kurda ne dikir, ku ew rabana kerkukê azad bikin ,û wê vegerînin hembêza kurdistanê , lê tiştê çû mede dû , kurda kerkukê sipart bextê gur û roviya,û qinyata xwe bi beyaniyan anîn ku rojekê wilo bi hesanî wê kerkukê ji destxwe berdin û li kurda vegerînin , ev çi xewne yaho, 4 dewletên tirtire xwe dikin cêrî jibo emerîka re. ta ku wê razîbikin bo piştgriyê nede kurda di kirîza kerkukê de , û ême xewna dibînin ku ereb û tirkuman ji mer re bêjin fermo ji we kerkuka we , me ew navê .
Lîderên kurd berjewendiyên bilind yên H.K.B kirin qurbana berjewendiyên îraqê , dema xwe ji kerkukê vekşandin , bo îro ew qelenê vê şaşitiya stratîjîk – dîrokî deynin , wek ku em di bînin hîzên îraqî ê dîtir ji soz û peymanên xwe bo kurda direvin ,û xwe li tiştekî nakin xwedî .
ku em bipirsin çima îraqî li kurda zîvirîn , û pişta xwe dan wana , emê bibînin ,ku ji berêv de mebesta îraqiya fendûfût bûn , tu cara ew bi kurda re ne rastbûn û ne dilsoz bûn , ya wan xapandin û kiştibanî bû , îraqiya bi jîrbûn bi kurda re lîstika siyasî lîstin û konetî ajotin , dema wan daxwazên kurda qebûl kirin , ya wan ne bîr û bawerî bû belê tektîk û pîlanbûn , wan di zanîbû ku kurd ji wan xurtirin , ew ditirsiyn ku bi kurda re li hevnekin wê kurd ji aliyên xwe ve rabin mafê xwe bistînin , jibo kurd vê yekê nekin , îraqiya ew ragirtin bi çend sozên derew , ta ku ya wan bê ber wan û bi hêz û xurt bibin wê çaxê wê li kurda wergerin û li peymanên xwe bidin mandelê .
————————————————————————–
Li hêviya xeleka 2 wan bin

sibasdar@gmail.com