الرئيسية » مقالات كردية » Tolaz: Abbas Abbas

Tolaz: Abbas Abbas

Tolaz:
Abbas Abbas
30/06/06 –Aachen

Mirovên ji xwe qayêl, di siwartiya kerê de şivanên!….Ku êdî çiqas ker rawan û şemûs be, şivan hînbûne ku bi pişta kerê ve bibin dirdirk û bi kurtan wan ve bibin yek parçe!….
Bi rastî, tu kes ji şivanan û siwariya wan, namînê behitî, jiber ku her tiştî wilo bi sirûştî dibînin!….Lê tiştê behit û nay aqilan, ewe ku di nav kolanên gundê Nisran de, şivanê wan, Simko, her tim bi pêş û paş ve li kera xwe siwar dibê û tiriya wî di destan de û tûj di nav kolanên gund de ve, bê tirs didê cirîda!….
Simko, hîn di sê saliya xwe de, bi bavê xwe re, hînbibû pişta kerê!…… Êdî pişta kerê, cihana wî bû, loma li ser kurtanê kera xwe, di xwar û di vexwar û xewa xwe jî dikir, û wilo jî li ser kurtan paldida wek ku li ser kulavê oda Axê be, pê re jî her tim bi şanazî di got:
-Kuroooo….Lawo, ez Simko Axa me, Simko Axa…….Siwarê kerê boz im!….
Bi vê gotinê re jî û da ku ji temaşevanên xwe re diyar bikê, ku bi rastî Simko Axa ye, bi lez xwe di zîvirand û tiriya kerê dikir nav dinanên xwe de, zixtikê tûj ku ji darikî dabû çê kirin, di taliya kerê radikir, hingî jî ji êşa taliya xwe, pepûkê kerê, simên wî erd ne di girtin, wek pizot ji cih dida xwe û wek serxwşan, di nav kolanên gund de, çep û rast di bezî !….
-Kurooo…..Lawo Simko….. Mîr Simko yê Şekakî, berbipaş ve li kera siwar ne dibû!…
-Xalê Bedro, ji xwe eve cûda bûna min, ji Mîr Simko!…
Tev bi bersiva wî di keniyan, wilo jî hin ji wan kesên temaşevan, di watiya bersiva Simko Axa de ne di gihiştin!….Ji lewre jî, car dî gotina xwe berdewam dikir û di got:
-Mîr Simko yê Şekakî, camêr serbazê bi hezaran qehreman bû, û ez belengazê Xwedê, Axa yê çend sedekî me!…
Bi ken û laqirdî, rojekê mirovekî jê pirs kir û got:
-Ka sedên te?… Simko Axa!…
Hingî jî, tiriya kerê, car dî girt û ku bi rê ket, bi çend deng û fîkanê re, keriyê pez dan dûv!…..
Êdî ku keriyê pez, li pey rast bû!….
Keniya…. Keniya….. Û dawî jî wilo got:
-De ka bibêjên….. Sedên min di gotin û rêza min de ne, yan hezarên Mîr Simko yê Şekakî!…..
Hin di gotina wî de di ponijîn, jiber di watiya gotina Simko de di gihiştin!?…..Û hin jî pê di keniyan!…
-Lawo Simko……Şivan û siyaset!?..
-Xalo….Feleke di zîvirê!……De Welahî, tu kes di vê cîhanê de, ker nemaye, ji kera min pê ve!…. Ev jî jiber ku ew naxwazê bibê tişetkî dî !……
Heya kesên di watiya veşartî de, ya di nav gotinên wî de ne di gihiştin jî, bi vê gotina wî di keniyan!….
-Kuro….. Simko, ma kerê te ne xwazê ku ker bimînê, wê bibê çi!?…..
Simko jî di keniya….
-Êêê …..Welahî, li ser wî di mînê…..Ku guhê xwe bidê ser radiyoya ku min di sikura wî kieriye, wê bi kêmayî bibê nûnerek di perlemanta Suriyayê de!……Yan jî wê bibê rêbaz ji rêxistineke kurd re, di rojavayê kurdistanê de!…..
Keniyan û bi tirs li dora xwe zîvirîn.
-Kuro lawooo….Simko, dîwar bi guhên, hinê mala te xirabikin!…..
Ew jî keniya û got:
-Bila pêşî mala min çêbibê!…..Êdî bila xirabikin!……
Simko ji wan dûr ket û heya jiber çavên wan winda bû jî, berê wî li wan bû, her dû alî jî, Simko û koma gundiyan, bi bêaqiliya hevûdin di keniyan!…..