الرئيسية » مقالات كردية » k. c. b. li amûdê êvarek pîroz li darxist

k. c. b. li amûdê êvarek pîroz li darxist

bi helkeftina roja mamostê kurd komîta celadet bedirxan k. c. b. êvarek şêrîn û nazik jibo kurdyetiyê li amûdê li darxist , çima me got êvara me bihna kurdayetiyê jê di hat , çimkî endamên k. c. b. tu rengê partî tiyê ne dabûn helkeftina roja mamostê kurd , belê sînga xwe vekirin û dilên xwe fireh kirin ji hemî aliyên kurd re wek partiya û mamosta û rewşenpîra û jina û ciwana û her weha kesên serbixwe evana teva beşdarî vê helkeftinê bûne , bi rastî komîtê bi vî karê pîroz em tevde di bin konê kurdyetiyê de civandin , hizr û hestê me kirin yek û em bi hevgirêdane , jibo wilo tev ku dama civînê kurtbû lê seqa wê pir rind û hênik bû , vî tiştî di navibira gotinên mêvana re da xûyane yên ji esta nêrînên xwe yî siyasî derketin û çûn esta bilindtir ya kurdyetiyê , peyvên hênik , zelal , sivik , narîn dil bi wan şadibû û mirov bi wan kêfxweş dibû , xwezya min bi wê xwezyê ku rojekê min bidîta partiyên kurdî ew jî mîna vê evarê di bin siya konê kurdyetiyê de rûniştana û bi hev şêrîn bibana bo karîbana bighiştana hev û bi hevre karekî paktir bikrana.
nizanim çawa sipasya endamên k. c. b. bikim ji dû aliya de yek jê ku xwe li mamostê kurd kir xwedî û ev êvara delal jêrre li darxist û ya din hewldanê van canfîdaya bû belavkirina fêrbûna zimanê kurdî ev karekî rinde buhabûna wî nayê pîvan , ez yek ji şagirtyên komîtê me an berhemek ji berhemên wênî piratîkim ber biçavim , komîtê dema ez fêrî zimanê min kirim hebûn da min , çimkî yê bê ziman bê hebûne , bi vî rengî min soz da mamoste arşek ku ez bilez zimanê xwe xûrt bikim , bêguman sipasya mezin ewe dema mamoste bibîne ku keda wî bi cîhat û di şagirtya de berhemên xwe da… bo wilo ez perçakî ji helbestek xwe diyarî endamên k. c. b. dikim bo nas bikin ku pirêza wan zîr û zîve ne zîwane :

(( cudahiya volkanê ))
Min volkan mizkir
Ji lêvên cangul
Pîzotên çi xweş abece ya min
Hebûnek nûjen arşek daye min
Pira zimanî diyarî min kir
Ev tîpên şêrîn berdan dilê min
Ji wan min çêkir
Helbest û gutar
Tîpên min delal xemrevîn û xweş
Navên di hişde
Bi wan min şînkir
Me .. bû ye .. he
He .. xwe kir .. ke
Ke .. bû xatun ewa serete
Volkanê canê xweşbîn û sema
Ji dijmina re bûn derd
Bi wan ez heme

sibasdar@gmail.com