الرئيسية » مقالات كردية » Kombenda Kawa bo Çanda Kurdî

Kombenda Kawa bo Çanda Kurdî

Hewlêr–Kurdistana Îraqê

Bi helkefta çiwaremîn salvegera rabûna kurdî ya aştiyane, Kombenda Kawa bo Çanda Kurdî li Hewlêrê paytexta herêma kurdistana Îraqê ahengek cemawerî di baregeha Kombendê de wekî “sympoziyomeke vekirî” lidarxist.
Nûnerên sazî û dezgehên çandî û fermî û hizbî li Hewlêra paytext di ahengê de beşdarbûn, tevlî nûnerên hinek partiyên kurdistanî ji tevahiya parçeyan. Her weha, bi beşdariya şandeke mezin ji xelkên kampa Muqiblê ya penaberên kurdên sûriyeyê û xwendekar û karker û daniştiyên seranserê bajarên herêma kurdistan û bi amadebûna alavên ragihandina kurdistanê. Aheng wisa birêveçû:
Piştî deqîqeyek bêdengî rawestan li ser giyanê pakê şehîdên Rabûnê û sercemê şehîdên doza azadî û serbestiyê li Sûriyeyê û cîhanê, hunermendan Kamîran Brahîm û Mistefa Rencero û Serkewt Izeddîn parçeyek mûzîk bi navê “Şehîd” pêşkêş kirin.
Piştre, du beşdarên Rabûnê ji Qamişlo û Dêrikê: Ebdilezîz Mihemmed Reşo (Bavê Hesen)û Mihemmed Siwêd bîranîn û dîtinên xwe pêşkêş kirin û behsa kitekitên pîlana desthilatê kirin û rola parêzgerê Hesekê Selîm Kebûl di arihandina fîtneyê de kirin û dane xuyakirin çawa zilamên dewletê berê çekên xwe dan sînga çi kesê ku rabû da ko rûmeta milletê kurd biparêze. Di axaftina xwe de, Mihemed Siwêd-yek ji birîndarên Rabûnê- şûna birînên xwe û ciyê sê gulleyan di laşê xwe de şanî amadebûyan kir.
Girtiyê siyasî ê kurd ê berê rêzdar Xalid Elî axaftinek kir derbarê serhildanê û azar û renckêşana wî di girtîgehên Beesê de. Wî balkişand ko serhildana adarê destpêka qonaxeke nû û teze bû di dîroka tevgera siyasî ya kurdî de li rojavayê kurdistanê, û dîwarê tirsê şikênand, eva ko desthilatdariya dîktatorîk û alavên wê li dirêjahiya dehan sal e avakiribû, û armanca serhildanê bicîanîna guherîna demokratîk ya aştiyane bû. Her wisa, wî bibîr anî dema ko di zindanê de bû bû şahid û bi çavên xwe dît çawa xort û gencên kurda qebûl nedikirin dijûn û xeberan ji serokên kurdan re bidin, tevî wê îşkenca ku nayê gotin ya ko didîtin.
Ji aliyê xwe keça kurd Berxudan Selah gotineke bi bandor û karîger bi navê kampa Muqbilê ya penaberên kurdên sûriyeyê pêşkêşkir û têde got: Serhildana Qamişlo ya ko neviyên Barzanî ew vêxistin yekîtiya gelê kurd li kurdistana sûriyê çesipand, û dîwarê tirsê ko ji aliyê hikûmetên şovînîst û dêspotîk ve hatibû avakirin h hilweşand. Roja 12ê adara2004an rojeke pir hêja û pîroze, di wê rojê de rêzên gelê kurd li rojavayê kurdistanê bûne yek û ew encama siyasetên şovonî û terora dewletê a sîstemîtk bû li dijî gelê kurd li sûriyeyê. Berxudan banga qedirgirtina lehengên serhildanê kir nemaze ên kampa Muqbilê, evên li ser axa welatê xwe û di nav xelk û ximzên xwe de dijîn, ji ber ko kurdistan yek e .Netewên Yekbûyî divê ko bi erkê xwe rabe, û azara kurdên sûriyeyê ji ber destê desthilata Beesa faşîst rawestîne.
Paşê birûsk û nameyên ko gehîştine ahengê ji aliyê hinek partiyên kurdên sûriyeyê hatine xwendin.
Piştre gotina rêzdar Mihemmed Mela Qadir endamê polîtbîroya PDKI hate pêşkêş kirin. Rêzdar Mela Qadir di gotina xwe de serhildana kurdên rojava berz nirxand û silav li giyanê pakê şehîdên wê kir û balkişand ser yekbûna doza kurd û çarenivîsa yekbûyî ya tevahiya mîlletê kurd li her çar parçên kurdistanê. Wî tekez kir ko penaberên kurdên sûriyê niha li welatê xwe ne û haya hikûmeta herêm ji wan heye û herdem piştgiriya wan dike.
Di dawî de, gotina birêz Selah Bedredîn, çavdêrê giştî ê Kombenda Kawa bo Çanda Kurdî hate pêşkêşkirin. Rêzdar Bedredîn bixêrhatina mihvana kir û balkişande ser van xalan:rabûna kurdî ya millî û aştiyane bê pîlan hate kirin ji encama siyasetên şaş yên nîvsedsalê û ji ber hebûna hin sedem û faktorên navxweyî netewî û niştimanî li sûriyê û kurdistanê biserket di binaxkirina fîtneyê de ko ji aliyê rêjîma dêspotîk hatibû danîn û nameyek bû ji bona kurdistana iraqê û ew destpêka qonaxeke nûye di jiyana tevgera siyasî a kurdî li sûriye û bûyera gîring ya duyemîne piştî destpêbûna qonaxa tebaxa 1965an.
Her weha, wî destnîşankir ko rabûn bi rûyê xwe kurdî bû û bi naveroka xwe niştîmanî sûrî bû, û wê dikaribû ava rû vegerîne ji kurdan û doza wan ya netewî re li sûriyê. Lê mixabin ko tevgera hizbiya kurdî û opozisyona niştimaniya sûriyê nikaribûn wê bikarbînin li berjewendiya guherîna demokratîk. Birêz çavdêrê giştî balkişand ser pêwîstiya parastina destkeftiyên ezmûna kurdistanî li iraqê û di dawiya axaftina xwe de Bedredîn bixêrhatina perlementerên ereb kir ên ko dê kongirê xwe li Hewlêra paytext lidarbixin û ji wan xwest ko ew baş ezmûna kurdistanê ya demokratîk bişopînin û pêşniyar kir ko şandeke wan seredana kampa penaberên kurdên sûriyeyê bike da ko ji nêzîk ve rewşa wan bişopîne.