Kenê te

Tîqtîqa wî kenê te
Di belbûna memikan de
Di nav çav û mijgulan de
Bi sorbûna dêman
Daketina lêvan
Û
Raketina
Biskên li hevketî
Li ser
Gerdeden û sînga girgîn
Nameya hastên min
Ji ber lehiyên evîneke dîn
Xweneke şêrîn
Rahijtin
Û
Li pişta zimanê te
Kirin siwar

***
Tîqtîqa wî kenê te
Dilopên xunava buharê
Ji ser pelên dilê min
Daweşandin
Sînroên lidor sawirên
Ku di bejna nazik de
Xemla ramûsanên
Berî limêja gezikan
Tevgera destan û lêvan
Dagîr kiribûn
Hilweşandin
Û
Derbendên di deriyê
Çemê hungivê,
Me herdu evîndaran de
Ji binî de
Hejandin

Lê,
Tenê ma
Ku bi wan tîqtîqan re
Herdu dilên fedok
Rabin
Û
Di govenda
Seyr û evînê de
Bikin halan û dîlan